Dizgûn deniz
Bandora komkujiyan li ser çandan gelek e. Ji ber vê dibe mijarên berhemên çandî û hunerî.
Lê di dram û ser û binbûnên Rojhilata Navîn de zêde rengê xwe nedaye hunerê. Yan jî divê mirov bibêje ku li gorî bûyer û qewimînan; berhemên hizrî /mêjiyî, gelek gelek qels in.
Eger mirov normal bifikire berhem, bîra bîrê ye.
Yan jî bi peyva îroyîn, Hard Disca extern (pê re) ya mêjî ye. Divê em qebûl bikin ku kapasîteya mêjî, heya radeyekê ye û ji wê pêve ew, tiştên ku bi riya amûrên nasîn û hîsînê dinase mecbûr dimîne ku ji bîr dike.
Wekî mîdeya mirov e ku gava mirov ji hemdê xwe zêdetir dixwe, da ku xwe biparêze vedirêşe. Ev sigorta yan jî rêbaza ewlekarî ya anatomiyê ye.
Mekanizma xweparêzî ya mêjî jî, heman rê dişopîne û heman tiştî dike. Yanê bi awayekî vedirêşe. Verişîna mêjî jî ji bîr kirin e. Agahiyên giran navêje lê dike xewê. Diavêje “Bîr”ê.
Ku vê mekanizma ya ji bîrkirinê bikar neyîne wê bimire. Bêşik “mirin” di vir de tê wateya îflasa kar û barê mêjiyiyê.
Ji ber vê bûyer û qewimînên demê, ku neyên nivîsîn, qeyd kirin; yan jî nebin berhemên çandî û hunerî, wê bibin qurbanên vê mekanîzmaya mejî. Yanê qurbana “ji bîr kirinê.”
Civak, herî zêde xeta û sucên di dîrokê de qewimîne bike mijarên hunerê û çandê û van berheman pêşkeşî nifşên li pey xwe bike.
Ev, hewldanên bi vî rengî wan, ji dubarekirina heman xetayê diparêze û jiyanê li wan xweştir û aramtir dike.
Mixabin wekî gelek bûyeran, Komkujiya Mereşê jî, bi vê talûkeyê re rû bi rû ye. Berhemên di der barê vê trajediyê de, ji tiliyên du destan zêdetir nîn in.
Ev jî, çend stran û çend gotar in û ji sedî 98 jî bi zimanê tirkî ne.
Gava tu ji keseke/î ji van pêvajoyan hatiye re bibêjî ev serboriyên xwe binivîse dibêje:
- “Ma çi bikim bi van! Ji xwe her roj tiştekî nû tê serê me !”
Lê ditin û tecrubeyên me yên civakî ji ber vê mantiqê ji qeydkirinê aciz, dîroka civakê dike qurbana “ji bîr kirinê.”
Dîroka civakan ji vê mantiqê feqîr û tisî dimîne. Hiş û mejiyê civak û netewan loma li hember bûyerên biçûk şêlo dibe û zûtir ji rêya xwe derdikeve.
Dîsa ji vê mantiqê ye ku civak wekî miyên ku gûr ser re baz dane didin pey gûr civak jî dide pey hêzên ku dixwazin wan tune bikin!
Yek jî ji van komkujiya ku mijara vê nivîsê ya Mereşê ye. Mereş çîrokeke tijî êş û xwîna kurdên elewî ye!
Mereş, her çiqas bajarekî Kurdistanê yê bingehîn e jî kurdên tirkînezan di der barê vê komkujiya dawî de ne xwedî zanînek têr in. Yanê ji sedem, destpêk û pêvajoyên çîrokê dûr in.
Li ser malperên kurdan jî di der barê vê mijarê de gotar û agahiyên têr û tijî nayên peydakirin.
Xuya dibe ku kurdên bakurî jî, ev ji xwe re zêde nekirine derd. Ev bê eleqebûna bi vî rengî bi sere xwe, hêjayî lêkolînê ye. Û lêkolîneke hanê, wê bibe sedema encameke gelekî balkêş.
Eger Têkoşîna Azadî, li ser vê bûyerê tespîta rast nekiriba, heya îro jî, ew resmê kontrayî yê komara tirk wê di tariyê de bimana.
Lewre tevgerê di serî de ev komkujiyên bi vî rengî, wekî stratejiya KT li hember yekîtiya gelê kurd nirxand.
Eger sedema van komkujiyan wekî ku dewletê îdîa dikir ol û meseb ba divê di navbera elewî û suniyên li bajarên Tirakya, Stenbol, Edîrne Tekîrdag û yên din; bajarên Behra Reş Ordu, Trabzon, Gumuşhane, Amasya; Yên Behra Spî, Antoqiya, Antalya, Mêrsîn; yên Anatoliya Navîn Newşehîr û Enqere, Eskîşehîr, Qeyserî, Yozgat; Yên Marmara Bursa, Îzmît û bajarên Ege, Îzmîr, Aydîn, Manîsa û hwd de jî pêk bihatana..
Na!
Tenê li bajarên ser sînor yê Kurdistanê û Tirkiyê qewimî bûn. Ji pozîsyona van bajaran jî diyar dibû ku komara tirk dixwest hin planên din yên veşartî û nîjadperest bi cih bike.
Nivîsandina bûyeran bi zimanê xwe û wergera wan stratejiyek e:
Polîtîkaya ji bo zimanan, girêdayî stratejiya civakê ya mêjiyî û netewî ye. Ziman û kar û barê ziman nîşana têgihîştina maf, amûr, plan û encama paşerojê ne.
Heger civakek ku bixwazî her hebe; divê ziman, çand, berhem û qadroyên ji bo vî karî her kêlî, her roj û her tim amade bike û amade jî bihêle.
Di amadekariyên van hemû tiştan de axaftin, şirove, qeydkirin, analîz û dabeşî bên kirin; û ya herî girîng jî divê ew, wekî berhem derkevin holê.
Gava berhem nebin û ji bo rabirdû lêgerîn û lêkolîn ne ji vî zimanî bin, ma ziman çawa dê pêş bikeve?
Civakên ku xwedî stratejiya ziman in, yan ev şertên li jor pêk anîne; yan jî granî dane wergêrê.
Kurd di vê mijarê de li pêy hemû dinyayê mane mixabin. Tu stratejiyeke me, ya li ser zimên tune ye. Yên heyî jî ji Tûrikê Parsê zêdetir dirî ye. Loma jî her roj tiştekî din jê kêm dibe ango winda dibe.
Belê ev bêeleqebûn, heman demê de nîşana siyaset û stratejiya me ya ji bo ziman e. Ev siyaseta hanê kûd e û bi kêrî tiştekî nehatiye û wê neyê jî.
Kurdî, ku di her mijarê de nebe navenda lêkolîn û xwendinê û xebatên lêkolînvanan wê kî, çawa û ji bo çi vî zimanî pêş bixe?
Peyvên “şayîk”, hevokên “hingîvîn” û gotinên “hejîndar” zimanan dikin xwedî qedr û qîmetê.
Ku kesek bixwaze li ser malperên înternetê tiştekî bi vî rengî bi zimanê me, bi kurdî lêbigere û lêbikole wê destvala bimîne.
Mijara Qetliama Mereşê jî di vê çarçoveyê de bê fêm kirin. Ji bo vê jî gelekî hêjayî wergerê li zimanê kurdî ye. Ji hêla exlaqî û neteweyî ve jî lazime heya ku derfet rê didin hemû kurd ji trajedî û şanaziya hev û du haydar bin.
Ji bo vê ye ku min nexwest kurdên tirkînezan ji vî heqê bingehîn bêpar bimînin. Heman demê de min nexwest ku ev stratejiya kur û tarî ya komara tirk li dijî gelê kurd tenê di pelên dîrokê yê tirkîzanan de bimîne û bifetise.
(Beşa 1’em)
***
Nivîsên Dizgûn Denîz en ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ozgur Gundem
- Ehmedê Xanî û xwedî