logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

‘Bira bira ye heq û hiquq li wê derê ye’

  • Dîrok: 16/07/2013
Dibêjin “biratiya gelan”, “biratiya tirk û kurdan”, “biratiya tirk û kurdan a îslamê” û nizanim a çi; ‘biratî…’, ‘biratî…’, ‘biratî...’, di devê her kesî de ev têgîn, mîna benîştek dicûn, dicûn û di her tengasî û pirsgirekên navbera civatê de wekî çareseriyek diperçifînin û diteqînin. Qest ku ez dizanim, ên ku biratiyê ew qest diqîrin, bêheqiyê vedişêrin, ji bo ku dema birayek li birayê din neheqî bike, yê ku ji bo heqê xwe serî hildide re dibêjin hûn bira ne, dengê xwe meke.
Jixwe bi kurtî vebêjim, weleh û bîleh min ji bira û biratiyê pir kişand û hê jî dikişînim; ji vê yekê ye ku kî qala xweşikî û heq û hiqûqa biratiyê kir û pesand cinên min tên serê min. Ne divê yê ez bi dirêjayî qala sorboriya xwe, êşa ku birayên min di dil û mêjî û canê min dan, ked û salên min ên bindest, jiyana min a ser û bin kirî, bikim. Min ew kes, yanî birayên xwe terikand û qest ku bikarim wan nabînim. Ji vê yekê li ser biratiyê gelek ramiyam, li der û dora xwe mêziyam, biratiyê, an jî têkiliya navbera birayên din bibînim. Ya qest ku min li der û dora xwe dîtî bi piranî biratî têkileyeke qorim e. 
Di zarokatî de dibe ku biratî xweşik be, lê dîsa jî di dema zarokatiyê jî zikreşiya navbera biran her kes dizane. Her ku bira mezin dibin, mijara desthilatdariyê di nav birayan de dest pê dike. Yê mezin li yê bicûk, yê jîr û lîstikbaz li yê din desthilatdariyê dike. Bi tenê erêniya biratiyê ew e ku dema ji derveyî malbatê êrîşek li birayan yekî bû, yê dîn dibin yek, piştgiriya hev dikin. Bira li hêlekê gora hev dikolin, li hêla din hev digirin.. 
Biratî, têkiliya navbera biran e. Ev tekiliyek çawa ye, bi çi rengî ye ku ew qas tê pesinandin? Bi rastî biratî têkiliyeke wisa ê pesinandinê ye? Bi rastî têgîna ‘biratî’ ji ku û çawa ketiye lîteratura siyasî?
Ez fikirîm, dibe ku ‘biratî’ bi riya ramanên cepgirên Tirkiyê ketibe lîteratura siyasî. Ji bo ku çepgirên Tirkiyeyê ne ji civaka karkerên bajarî bûn, ji xortên ku ji civaka feodal, gundî pêk hatibûn. Xwestina mîrovahiyê ya îdeal “azadî, wekhevî û piştgirî” guherandibûn û kiribûn “azadî, wekhevî û biratî” Ji bo gundiyan biratî piştgirî bû.
Ma di şoreşên din ên dinyayê de têgîna “biratî” heye an na? Min li ser înternetê lêkolîn kir. Pêşî, min bi Şoreşa Fransayê dest pê kir. Min dît ku di Şoreşa Fransayê de banga “liberte, egalite û fratemitè” yanî “azadî, wekhevî û biratî” heye. Min ji xwe pirsî, ji bo çi şoreşgerên fransî ev tegîna qotim girtiye, kiriye armancek xwe? Şoreşa Fransî şoreşek ji civatek feodal çînek nû derxistibû û di nav malbatên gundî yên feodal de bira hebûn û divêye bûn piştgiriya hev bikin. Li ciyê têgîna piştgiriyê biratî hatibû gotin.
Niha em dizanin ku di nav têkiliya biran de wekhevî nebe, bira li hemberî hev ne wekhev in û ne azad in jî.
Niha em bêm ser biratiya gelê tirk û kurd:  Gelê kurd hezar salan ji biratiya tirkan kişand û hê jî dikişîne. Kurdan hezar sal berê deriyên xwe ji tirkan re vekirin û gelek derfetên hêja ji bo tirkan pêşkeş kirin û bi biratiya îslamê xapiyan. Piştgiriya wan kirin; ew kirin împarator; lê wan heqê kurdan binpê kir. Rast e, di navbera tirk û kurdan de hiqûqa biratiyê hat meşandin lê ev hiqûq hiqûqek şaş bû; bêheq bû. Îro hê jî giregirên me gotina “biratiya tirk û kurdan a nêzikî hezar salî ya bin ala îslamê de” bihîstin, dilê min diêşîne. “Pî dişkê di hûçik de dimîne.” Bi sedan salan e birayên tirk pî û baskên me dişkînin û em di hûçikên xwe de vedişêrin. Em dibêjin ew kekê me ye, çi dike rast dike.
Heta îro her çi li me kirin bi navê biratiyê û ya îslamê kirine.
Carek din dipirsim, hiqûqa nav biran çi ye ku her kes biratî dixwaze? 
Ji bo çareseriya pirsgirekên navbera civatan an mîrovan encax bi hiqûqek dibe û ev hiqûq jî qet ne hiqûqa ‘biratî’yê ye.
Min bi hevalekî ji kurdên binxetê ev mijara bêheqî ya di navbera birayan de anî ziman, got “li ba me dibêjin: “bira bira ye heq û hiqûq li wê derê ye.” 
Min jî got: “Ev bû fikra ku ez vebêjim. Bira û biratî bila li wir bimîne, em berin ser heq û hiqûqa xwe, an jî wekhevî û azadiya xwe bi dest bixin û ger ku pir diviya, em paşê biratî an jî piştgiriya hev bikin.

kazimpolat@hotmail.com 


Hin Nivîsen Nivîskar

Notên ji serdana Amedê

  • 26 Pûşper 2010

Li Amêdê Rewşa Kurdî Wiha Bû..Dema ez ji bêtlaneya xwe vergeriyam Swîsreyê min dixwest ji rojnivîsên xwe yên dema betlaneyê, bi taybetî ji du rojên...

Nivîsên Kazim Polat ên di beşa SERBEST de hatine weşandin

  • 04 Sermawez 2009

Nivîskarê me Kazim Polat berî dest bi vê quncikê bike carinan ji me re nivîs dinivîsand û ev nivîsên wî di beşa SERBEST de dihatin weşandin. Vane lîna wan...

GOTINÊN DIKANDAREKÎ WANÊ

  • 01 Rêbendan 2012

Min xwest hefteyeke berê van çavdêriyên xwe bi we re par ve bikim; ji ber çend sedemên kesayetî dema min nebû. Bi qesî du hefte ez li Wanê bûm. Kantona Basel a...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Atîk bû teknîk dîrektorê Amed Sporê

ad

Fablên La Fontaine bi kurdî hatin

ad

Buldan: We nava xwe de çi aştî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye

ad

Nehiştin 'Bakur' bê nîşandayîn

ad

Êdî TV'yê Koma Çarşî jî heye

ad

Lemanê berga xwe ji bo Aynur Dogan veqetand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname