Diyarname
Kovara mîzahî Lemanê li ser êrîşa li hemberî Aynur Doganê di vê hejmara xwe de ew xist berg xwe.
Di Festîvala Cazê de piştî hunermenda kurd Aynur Dogan bi kurdî stran xwendin hinan êrîşê wê kiribûn, mînder bi ser wê de avêtibûn. Lemanê jî li ser vê yekê ew xist berga xwe.
Lemanê di xêza xwe ku çêkiriye de ji devê êrîşkaran gotina "Çetel, kêr tune ne" jî bikar aniye û bi vî awayî bal kişandiye ser êrîşa li hemberî Ahmet Kaya jî.
Vaye berga Lemanê...
***
Nûçeyên eleqedar:
- Klîba Hefteyê: 'Mujeres de Agua' û Aynur Dogan
- ÎKSV'ê li ser protestoya kurdî daxuyanî da
- Di konsera Cazê de kurdî protesto kirin
- Festîvala Cazê bi bernameyek rengîn tê


