Min xwest hefteyeke berê van çavdêriyên xwe bi we re par ve bikim; ji ber çend sedemên kesayetî dema min nebû. Bi qesî du hefte ez li Wanê bûm. Kantona Basel a Swîsre ji bo alîkariyê ji waniyan re sed û pêncî kon û bi heştê hezar firankên Swîsre zad şand Wanê ku ez jî hem berpirsyar hem jî cavdêriya ji bo van karan çûm. Bi vê nivîsa xwe min xwest ji rojnivîsa xwe ya wan rojan çavdêriyên xwe yên jiyana erdhêjzadêyên Wanê bi we re par ve bikim.
***
Dema em bi otobusê ketin Wanê min di pencerê re li bajar dinêrî ku ya min dîtî xofek dida min. Bajarek di şevarasê de…
Saat 22‘yan em li rawestgeha otobusan a Wanê bûn; Şev bû, şeveke sar a ku dest û piyên mîrovan dibire. Hevalek ji Komîteya Alîkariya Şarêdarê Wanê dê bihata pêşwaziya me. Me li rawestgehê dipa. Bajar ji çendek çirayên taxan bêtir di tariyê de bû.
Du kes li cem me peyde bûn. Ji rewsa bajêr me dest bi axaftinê kir. Yekî digot,abê em çi bêjin, bajarê bi ser mîlyonekî kesî re niha serjimariya wê ji du sed hezar kêmtir e.
Hevalên ku ji komîteya alîkariyê hat, em bi erebê heta mala bavê xwe bir; mala bavê wî konek bû; li ber derî hewşê xanî, li ser aswalta rêya taxê bû. Di tariya şevê de konên sipiyên ser rêya taxê yên ber hewşên xaniyan xuya dibûn. Em ketin konê, hevalê ku em anîn xatirê xwe xwest û ji bo civînek çû. Kek Xalis, bavê wî xortî hat xêrhatin li me kir. Bi mêvanperweriyê hema kona xwe nîşanî me da û got ev mala we ye; wekî mala xwe rehat bin. Di konê de em li ser mînderan rûnistin, me pişta xwe da balîfan. Me li ser rewşa Wanê û gel xeber da, ji tuneyinê xwarin anîn li ber me danîn. Li ser xwarinê û paş xwarinê axaftina me ya rewşa gelê Wanê kiryar û alîkariyên dewletê û şarêdariyê berdewam kir…
Saat 12 de derbas bûbû; ji nişkeve zeminê ku em lê rûnistî bi girminiyek çû - hat; me hejand. Kekê Xalis, zarok û xanima malê bi girminiyê rabûn pê. Diya zarokan û zarok li aliyek ji destên hev girtî li ji tirsan dilêrizin û diqîriyan “bismîlah bismîlah..” digotin. Ez û hevalên xwe li çav û rûyên wan ên bi tirs dinêrin û me bi hev re digot “tişt nebe, tişt nebe..“ ku wan bisekînin. Em netirsiyan belkê ji zanîniya ku em ê di kon de ne; ji be vê yekê me digot: “Tişt nebe.”
Kekê Xalis digot: “Ha, ha, ha vaye halê me. Her şev, her şev diheje. De, de em çi bikin. Her roj diheje; zarok ditirsin; em çawa li vir bimînin.”
Hemû sekinîn; li cihê xwe rûniştin. Lê di çavên zarokan de tirs hê dixuya.
***
Bi kek Xalis re em daketin bajêr ku derdorê bi çavên xwe bibînin. Nav taxan de derbasî cadeyên mezin bûn. Hewa pir sar bû; Xalis avayiyên bilind û mezin ên her du alî cadeyan nîşanî me dida û dîwarên wan ên ji hev du qetiya xuya dibûn. Bi rastî piraniya van avayiyan wekî bombeyan bûn û bi erdhejiyên her şev dibin, dibin ku bikevin.
Xalis cadeya ku em tê de dimêşiyan vedigot: “Ev cade ne wisa bû; ev der Parîs bû; digotin Lonsencil e. Wana me pir xweşik bûbû; dewlemend bûbû... Lê ev hat serê me. Dibînî, bûye wekî qesabayekê.“
Bi rastî bajarek mezin lê qest qelabalixa bajarokek li kolan û taxan e. Bi rastî li vir li Wanê çi qewimî bû? Erê, erd hejiya bû; mîna gelek erdhejan li vir jî xanî xira bûbûn; gelek kes mirî û birîndar bûbûn. Lê li ser bûyerê re du meh derbas bûbûn ku diviya jiyan jîndar biba, berevajî vê jiyan weşiyaye.
Xalis digot: “Yên ku pereyên xwe hebûn berê bi xwe koç kirin. Paşê dewletê yên din birin, li bajarên tirkan belav kirin. Niha yên ku hûn li vir dibînin piraniyên zarokên xwe birin li bajarên din bi cih kirin; ji bo mal û milkên xwe bipên hatine.”
Kek Xalis otela ku di erdheja duyemîn de hilweşiya ku di bin de rojnameger û dildarên ku ji Japonyayê hati mayî nîşanî me da; Enqaz rakiribûn; dor pêçiyabûn.
***
Em diîsa li kona Kek Xalis in.
Îro em li bajêr geriyan û paşê ji komiteya alikariyê ya Şaredariya Wanê hevalek hat em heta şaredariyê birin. Ji bo ku avahiya şarêdariyê mîna xaniyên din neyê bikaranîn di parka Qale Alti, di konan û avahiya yek qatiya parqê de cih bûbû. Me agahî û qeyden alikariya ku me ji Swîsreyê anî, da wan.
***
Bi şev me xwest em di konê dildaran de bibin mêvan. Min zanîbû ku ji her derê welat, ji Tirkiyê û ji derveyi Tirkiyê û Kurdistanê jî dildar ji bo alîkariya waniyan hatibûn. Kona dildaran konek mezin bû. Bi qasî pêncî kesî têde bi cih bûbûn. Ber her du aliyên diwarê konê yekpare mitîlên razanê û ser her mitîlek candek sergirt rêxistibûn…
Sibê ez zû rabûm; di konê de keçek bîst salî li pê bû. Min, roj baş got; wê bersivand, gunaydin got. Çû dev û rûyên xwe şûşt, hat ber konê, ji min agir xwest û cigareya xwe pêxist. Bi kurtasî em axifîn. Ji Enqereyê hatibû; ji Zanîngeha ODTU bîst heval bi hev re ji bo alîkariya gel hatibûn. Paş xurîniyê; saet nehan em li otobusa ji me re hatibû amadekirin siwar bûn; bi rê ketin. Bi qasî nîv saetan em rê çûn; ketin hewşê depoyek. Xort û keç bi hev re ketin depoyê û mîna gêran (moriyan) dest bi tasnîfkirina tiştan kirin. Dildaran organîze kar dikirin. Berpirsyarek ji Şarêdariya Wanê ji bom in qala kar û barên tê kirin dikir: “Di destpêkê de tiştên ku ji bo alîkariyê hatin şandin bê organîze hatin bilavkirin. Tevliheviyek mezin peyda bû; lê çend roj paşê bi tecrubaya KSK’ê ku li erdheja li Stenbolê kirin dan me. Niha bi saziyek baştir alîkarî ji hêla şarêdariyê ve te bilavkirin. Dildarên ku li vir kar dikin li ser înternetê serî li me didin. Gorî pêwendiyê em bangî wan dikin. Bi roj dicin taxan mal bi mal pêwendiyên malbatan dipirsin. Roja din di depoyê de gorî van lîstayan civînan amade dikin, bi hev re li gorî lîsteyan li malan belav dikin.”
***
Ya ku min dît li Wanê dewleta tirk bi fersanda erdhejê koça kurdan kiriye. Bi dikandarek re li ser pêşaroja bajêr axifîm. Digot, “dewletê bi niyetek xirab zora koçê da. Malbatên ku heta bajarên mezin koç dikin re soza parastina şeş mehan da.” Bi destê xaniyên vala nîşan dida berdewam dikir, “Cîranên min jî çûn. Her malek dehek kes in; mesrafa bilatên otobusê, şeş meh li bajarek mezin kiraya xaniyek û erzaka şeş mehan hema hema bîst hezar lîra dike. Eger dewletê niyateka xwe ya baş hebûya bi pênc hezar lîrayî malbatek li vir bi şeş mehan bi cih dikir. Konteynirek bi du hezarî ye, sê hezar jî ji bo erzaqên ji bo şeş mehan bes bû; paşê wê malbatê êdî êdî bi biharê kar û barê xwe bi cih dihanî.”


