Bi derbekê re navbirek dikeve nav me û wan jinên ku wekî cendirmeyan bûn. Hew ez dibînim ku em vegeriyane dewrana ku jin tayê li dû şûjinê ne. Cih gundek e. Leheng zilamekî ku sê jinên wî henin. Waye serpêhatiya wan ji kurmê ku li odeya axê dikeve dilê zilêm dest pê dike.
Zilam ji odê radibe berî dide mal û dihere. Em jî wî dişopînin bi awirên têr meraq. Tê xwe vedike û dikeve nav nivînên xwe. Xuyaye îro dor, dora ya biçûk e. Ya biçûk li bendê ye ku mêrê wê bê. Berî wî ji bavê kê zêde ye ku têkeve nav nivînan û rakeve!..
Herdu jinên wî yê din di tariya şevê û qedera xwe de ne.
Dixwazin dinya xera bibe lê, vê daxwaza xwe ji hev vedişêrin. Hema bibêje ji xwe jî vedişêrin, çimkî ditirsin ku bidin der û xwe bidin dest!
Nifirên giran û mezin dikin lê; di navbera xwe û Xwedayê xwe de.
Nifirên wan bi hawakî tê qebûl kirin.
Û dû re dibe zilm û bi serê wan de diteqe!
Tu ji qîrpîniyekê vediciniqî. Deng ji nav nivînên wan tê. Zilam qîrpîniyê ji tifala bin xwe tîne. Erê, hê tu dikarî wê bi tifaliyê bi nav bikî. Tifal hê nuh ji şanzdehan daxilî huvdehan bû ye. Mîna çiloyê ku bayê kur lê rabûbe diheje di nav nivînan û lepê wî de. Temîniya zilêm cihê xwe girtiye. Deng ji wê dernayê. Heger ku bi kêrê bêrîk jî di laşê wê de bê vekirin divê deng dernexîne û deyax bike!..
Lê ev çi bû? Bi derbekê re bahrîn ji tifalê tê. Xuya ye êşê daye dilê wê. Ewê loma dengê wê gihaştibe ezmanê heftan û temîn dabe hêlekê.
Ku tu li zilêm dinêrî tu dibînî ku di xwêdanê de maye.
Ji kerba firnikên pozê wî diavêje.
Kiriye û nekiriye tişt jê çênebûye.
Heta ku Xwedê hiner dayiyê dev li pêsîrên wê tifalê kiriye.
Ji hêrsa dike xwe bixwe û kerba xwe bi serê wê de derdike.
Ji bo wan wê şevê destpêka nexêrê bû. Çimkî xwe li hersiyan jî ceribandibû lê; nekiribû tiştek. Tim nav lingê wî pûç bû û mîna paçikekî li ba dibû.
Piştî ku sê rojan heman tişt qewimî bû roja çara wî dest bi haweyekî din kiribû.
Derpiyê hersê jinên xwe jî ji wan kiribû, ew belot kiribûn û bi şivterkên qernefîlê li dawiya wan û kulêmekên wan xistibû. Dû re ew serpiştê vekevandibûn, çongên wan ji hev vekiribûn û bi wî şivterkê qernefîlê rahnê wan dabû ber şiva.
Ji wê rojê û şûn ve tim kulêmekên wan û nav rahnê wan werimîbû û diêşiya!..
Li gorî zilêm, ji bona ku jinên wî nikaribin tiştekî ne li rê bikin û di bin kesî de venekevin ev tevdîrek bû!..
Bi vêya tenê jî nehat ser. Îcar jî ji bo ku bêhna genî ji jinên wî bê û kes nikaribe nêzî wan bibe û mahdê wan jê bixele sabûn jî qedexekir li wê malê. Xweşuştun û kincşuştun nema û hilat.
Vêya jî têrnekir. Ji bo ku nikaribin li derdora xwe binerin û ew zilam hevdu nebînin sol jî ji lingên wan hat derxistin. Bi xwasî di nav wan dirî û histiriyan de diçûn û dihatin. Tim serê wan di ber wan de û çavên wan li erdê bû…
Çawa ku navbirek ketibû nav me û wan jinên ku dişibiyan cendermeyan û em hatibûn dewr û dewranek din, niha jî em ji wê demê û ji wî gundî vedigerin tên hinda van jinên ku cendirme dişibin wan. Lê, hê hiş û aqilê min li wê demê maye!..


