Diyarname
Kovara Nûbiharê hejmara xwe ya nû derxist. Kovarê di vê hejmarê de li ser “Jina Kurd” dosyayeke amade kiriye.
Kovara Nûbiharê sê mehan carekê derdikeve, hejmara xwe ya zivistanê ya 122'yan derxist. Di dosyaya ku kovarê bi navê “Jina Kurd” amade kiriye de gelek kesî nivîs nivîsiye. Rojbîn Ozkan dosya amade kiriye û li ser Prenses Emîne Xanim, Cemîla Casimê Celîl, Mestûre Mahşeref Xanim û Leyla Qasim nivîs hatine weşandin. Her wiha nivîsên wekî “Di dîrokê de jina kurd”, “Hin şexsiyetên jin ên kurd” û “Jina kurd û Îslamiyet” hatine weşandin. Wekî din bi bi Gulistan Perwer û Gulşen Orhan re jî li ser heman mijarê hevpeyvîn hatine kirin.
Ji bilî dosyayê nivîsên kesên wekî Suleyman Çevik, Sabah Kara, Ayhan Geverî, Huseyn Şemrexî, Sever Işik, Nevzat Eminoglu, Rojen Barnas, Mewlana Celaleddînê Rûmî, Hayrullah Acar, Xweşmêr, Seîd Dêreşî, Wisif Zozanî, Îkram Oguz, Berken Bereh, Ekrem Şen, Karen Kruger, Gul Sonmez, Kasim Bugurcu, Martin Hartman, Abdullah İncekan, Seyda Ronahî, Abdulkadîr Gok, M. Nezîr Basneyî, Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, Selman Dilovan, Hesen Polat, Takyettin Kızılkaya û Mem Med di kovarê de hatine weşandin.
Ji bo kesên eleqedar e-mail û telefona kovarê:
nubihar@gmail.com
Tel: 0212 519 00 09


