Stran, ne wekî roman. çîrok û gotaran e; hinekî wekî helbestê, ku helbest parçeyekî stranê ye, sînoran derbas dike. Yanî di hêla gramatîk de hinekî otonoma stranê û helbestê heye. Bi şertên ku nêr û mê tev li hev nebe, rê vedike ku mirov karibe lêkerê bîne paş, bibe pêş û her wekî din. Ji vê xalê ezê bêm ser mijara vê carê.
Wekî ku otonoma stranê heye; dikare ji kurmanciya standart, yan roman û gotaran derkeve. Pêwîstiyeke wiha tune ku sedî sed her kes bi wê kurmanciyê biaxive, lê dîsa jî ji bilî stranên gelêrî yên kevin, mirov pir pir kêm di stranan de rastî zaravayên herman tê.
Ew bi xwe tamake pir taybet dide stranê, heta mirov di cih de dikare nas bike xwediyê vê stranê ji kijan heremê ye. Tiştê hîn pêwîstir ew e ku mirov dikarin bi riya stranan fêrî gelek wateyên gotinekê bibin, yan jî gotinên nuh fêr bibin. Em dizanin ku ziman -li her deverê wiha ye- li gorî şertên cografik, tore û çanda herêman, gotinên taybet di nava xwe de dihewîne, ku li herêmeke din tuneye -wekî Beniyên Omeriyan, li Kobanê tune ye- loma jî wê ew nav li wê herêmê tunebe, ku ew tişt hebe jî, dibe ku navekî din lê be...Loma ez dibêjim ku stran, ne her dem be jî, carinan bi devokên herêman bêne gotin, wê roleke xwe ya taybet hebe.
Kesên ku bi erebî dizanin, vê yekê jî baş dibînin, ku dema li stranekê bi zaravayê Iraqî -erebiya Iraqê- guhdarî dikin, tameke pir xweş dide, demekê zaravaya Misrê bûbû moda, ku stranbêjên ji welatên din, bi wî zaravayî distriyan, loma jî ereb ji her tiştî bêhtir bi riya stranê zaravayên hev fêr dibin.
Em bêne ser kurmanciya me... Ez bahsa dema berê nakim, ji ber ku berê, her stranbêjekî li gorî zaravayê ku pê diaxive distiriya; ne wekî niha bû. Ezê niha behsa vê demê bikim...
Tehma di stranên Anatoliya Navîn de, heya bi kurmanciya Koçgirî û Dêrsimê jî, cuda ye...mirov yek ser dixin nav pêlên wê herêmê, lê dema tu li straneke wan ya ku îro hatiye çêkirin guhdarî dikî, tu, tu tehma wê derê tê de nabînî... Her wiha devoka Torê, ku bi nerîna min devokeke pir cuda ye, piştî rehmetiyê Miradê Kinê, kesî ku vê riyê bişopîne nema, mixabin, çend kesên ku hene ew jî tenê li dawetan e û gelek caran dikevin ber bayê gotinên qelew.
Di nêrîna min de ku strana bi zaravayên herêman pir û pir qels e, û heya li ber nemanê ye, ev jî vedigere ser stranbêjên herêman.. Em vê jî ji bîr nekin, piraniya wan tenê kurmanciya wan di dema stranê de di bîra mirov de ye; piştî stranê kurmancî jî ji bîr dibe. Kurmanciya Behhdînan, ne wekî ku soran ji kurmancî re dibêjin Behdînî, di vê hêlê de li pêş e, lê li wir jî ne tenê stran, çîrok, pêşkêşvanên TV’yan, gotar hemû bi wî zaravayî ne, ew jî mijareke din e ku ne karê min e.
Di nêrîna min de divê ku em dest bavêjin zarava û devokên herêman, bê komplesk, em wan di stranên xwe de bi cih bikin, Ew hem dewlemendiya ziman û çanda me ye, hem jî hindik be jî emê karibin hinek gotinan, ji herêmekê bibin devereke din, yanî dema stranbêjekî Torê bêje: Halo, bela guhdarê Maraşê bipirse, wê fêr bibe ku ew li cem wan tê wateya ista; yê Depê bêje Kur, ê Torê bizanibe ku ew dibêje Serî û her weha...


