Em ji dawî de dest pê bikin, em bejin ku wê fîrmayê ew stranbêj şand Eurovîzyonê, bi kurdî stra û bi serket-yan jî ne ket, ji xwe armanc ne serkeftin e, armanc tevlêbûn e, lê emê bêjin bi serket, wê çi encam derkevin?
1- Ji dinyayê re îsbat dibe ku Tirkiye ne li hemberî zimanê kurdî ye, berevajî wê, fermo ew -ku salên dawî bi îngilîzî, ne bi tirkî beşdar dibû- vaye bi kurdî hat, yanî ji bo pêşxistin û danasîna kurdî jî dixebite!
2- Kurd derewîn derdikevin, zimanê wan ne qedexe ye!
3- Wê kaseya wê fîrmayê tije bibe!
Ji xwe armanc ji her tiştî bêhtir, tijebûna kaseyê ye, ku ew tijebûn û şûnde, kî derewîn e, kî rast e, ne xem e...
Bi salan me ser hev dixwar, em dibûn du beş; hinekan ji me “huner ji bo gel” hinekan jî “huner ji bo hunerê” diparast, lê îro her du beşan jî winda kir, û rastiya wê derket hole: “Huner ji bo pereyan.”
Tu sazî, tu dezgeh, tu rêxistin, tu partî nikarin bêjin “em ji bo pêşxistin û parastina hunera kurdî dixebitin” ku bibêjin derewan dikin.
Di teorî de her kes xwe parêzvan dibine, lê di kar û encamê de, ew hemû diz derdikevin.
Gelek kes dipirsin: nema deng ji stranbêjên me yên kevin tê. Çima?
Mebesta wan albumên nuh tune ne...
Wê çawa hebin? Ew nikarin herin ji bo albumeke 15-20 hezar Euro -bi kemanî- peyda bikin, nikarin kar bikin, loma jî nikarin deng derxin.
Li gorî hemû fîrmayan jî, ew di albuman de ziyanê dibînin, loma nikarin fînanse bikin.....?!
Ciwanên nûhatî, ku texmîn dikin bi albumekê yan jî diduyan wê bibin hunermend, salekê diduyan rojê 12 saetan kar dikin, hemû pereyên xwe li ber fîrmayan datînin û bi xewnên ku wê bibin hunermendên mezin xwe tazî dihêlin.
Derketina deng û rengên nuh pêwîst e, divê hebin, lê ne bi vî awayî. Ji bo firmayê kalîte, deng, huner û çanda kurdî di albumê de ne pêwîst e, ji bo wan pêwîstir pere ne, ku ew hebin ji wan re hunera kurdî çi ye?!
Gotineke ereban heye, dibêjin: “Parêzvanê wê, dizê wê ye.” Niha li cem me wiha ye, saziyên ku bi navê “ji bo hunera kurdî” xwedê giravi kedê didin, îman li hunera kurdî çikandine. Her wiha berevajî wê jî dibe, yanî dizên wê di deverên fermî de –mixabin- wekî parêzvanên wê diaxivin.
Îca, wê çawa strana kurdî bi pêş bikeve ku,
- pîrên stranê, nikaribin albumekê derxin,
- produksiyon - xwedêgiravi-ziyanê dikin (lê ne ji bo ên ku pereyên wan hebin)
- xwediyên biryarên di der heqê hunera kurdî de, ne ji hunerê fam dikin û ne jî bi kurdî dizanin.
Mixabin, çanda ku tevgera azadiyê afirandiye, îro bêxwedî û li ber mirinê ye. Rewşeke pir dijwar e ku tevger bi xwe xwedî lê dernakeve, loma jî rê ji van pêkanînan re vedibin.
Wekî rewş ev e, û stran ku zaroka stranbej e, rojê endamekî gewdeyê wê tê dizîn, hemû stranbêj û hunermend vexwendeyî trada xwedilêderketinê ne, bibin xwedî helwest û van pêkanînan li her deverê bihetikinin.
hekimsefkan@hotmail.com


