Li dû Êvara MAHABAD’ê
Xweha Êvarê, ez bi navê te -ku destpêka helbestekê ye- dest pê dikim. Wekî ku sibeh û şeva te, Êvara te jî bi xêr! Êvar, êvara te cana dil... ma ne dil li ber derê Êvara te bûye dil, an na ne “lepek goştê heram” e qey?
Û jixwe canecan bi dil her li berê Êvara te bûme ku der bûbe jî deng di bêrîkirinê. Wekî ku derwêşek ramûse ji çermê erbaneya xwe ya xencerê devpêkirî.
Min li sîbera welatekî bi nişa, li Êvareke deştî çav li te vekir. Min gul mohr kir li ber navê te. Gul dibêjim, gula ku axek şiyarkirî. Tu li destê êvarêkê dahat li dil -dil ku kêrê disû vêga. Û lew min hez kir ji henûniya sibehê, derengiya şevê û hênikahiya êvarê.
Bi ser de jî, te ya dil bivê eger yar, kedereke Êvar... ku ji ber qedera li eniya Dîno maye. Û min ew keder li wexteke Biyan, belkî li Arafê, ji esmeriya te dizî -ku car caran li min Dojeha Dante ye.
Xweha Êvarê, min gul dît, gul di berbiska birîna min de; dipistiya sorê lal, bi lêvên sekan. Ku zemên bêhna pelgekî jê dikir.
Ez niha li berê Êvarê me -berê Wê Êvarê. Û hindik maye ku xitim bikim bê mirinek çilo bi zar vedibe di nava du keviran de, bê porê Êvarekê çilo tê şehkirin bi ser berbejna evîneke bi bext lê nebextewar de, bê siyek çilo aş dibe li şevşaxeke nebînayî, li qeraxa deryayeke nepen, bê xaçek çilo ji xal û xetên mirêka zemanekî diteyise li gerdena yarekê, bê dilê mişextekî çilo dest bi xwekuştinê dike wilo sivik sivik.
Ez niha, tam a niha li wî berî me bê MAHABAD’ê çilo em bi derî kirin û çilo bi raza çiyê bi dev kir peyv me ya dêran.
Peşkên wê Êvarê ket li derdawên Midyadê û ma deqeke dêrîn -ne bi Şîr bi xwîna Şiîrê.
Li bin dara biyê, li ber dengê bilûrê tu bi kurtepista evînê vebûyî. Te deng werda guhê Êvarê. Ku wê çaxê hê sî neketibû li şanika dêma te . Deng perdeya qetranê da alî ji ser rûyê atlaseke winda -ku ew atlas mista te bi xwe bû.
Erê Xwehê, xweha dil Êvar ew evîna bi nişa bû wêga, û vêga bêrîkirin hespê qisetê ye ku ditirsim mirin bipeke ji ber ling.
…
Li devê Deltaya sûrê, tu yî ya esmer esmer diale li sêdara Êvarê; ez im ê bi dengê ketî distrê strana Bê:
Ji çavên te kilên şînê min divê
Ji destên te bêhna hinê min divê
Bê lê lê lê bê, dil te divê
Çavên min man li rê, bi xwe’r bîne
Wer vî dilê derizî bicebirîne
Bê lê lê lê bê û min ji vê gora tarî derîne
***
Nivîsên Yeqîn H. ên din ên bi MEHABAD'ê ve girêdayî: