Diyarname
Fûara Pirtûkan a Îzmîrê ÎZKÎTAP roja 26'ê mehê deriyên xwe vedike û heta 3'yê sermawezê wê vekirî be. Weşanên Na jî bi pirtûkên kurdî li fûarê ye.
ÎZKÎTAP îsal 4'emîn car lidar dikeve. Di 9 rojên fûarê de rojên îmzeyan, gotûbêj û çalakiyên din dê hebin.
Mijara bingehîn a fûara ya îsal "Sînema û Wêje" ye. Di vî warî de jî dê gelek gotûbêj hebin. Li gor agahiyan amadekarên fûarê îsal dor 350 weşanxane, weşanên perwerdehiyê û nêzî 20 jî sahaf dê standê vekin. ÎZKÎTAP li qada fûarê ya li Gazîemîrê ye û ji bo çûn û hatinê otobusên taybet veqetandine.
Ji weşanxaneyên kurdan Weşanên Na ku navenda wê li Îzmîrê ye beşdarî fûarê dibe. Na wê li Stand no: B 6'ê pêşwazî li mêvanên xwe bike.
Di çarçoveya gotûbêjan de NA'yê gotûbêjek amade kiriye. Hayri K. Yetik 28'ê mehê saet 16'an de (Salona Ayhan IŞim) wê li ser "Aqilê jîr, biyanîbûn û huner" biaxive.
Li aliyê din Weşanên Na ku ligel Weşanên Kil stand vekiriye dê gelek nivîskarên wan jîli standê bin û pirtûkên xwe îmze bikin. Bernameya îmzeyê ya NA û Kîlê bi vî rengî ye:
26’ê mehê, şemî
-Zerdeşt Cemal
-Bulent Semercioglu
27’ê mehê, yekşem
-Zerdeşt Cemal
-Serap Ergun
-Ahmet Cebe
28’ê mehê, duşem
-Hayri K.Yetik
Gulhan Unal Taranci
Valentina Egorova
29’ê mehê, sêşem
-Umit Fatma Firat
Neslihan Yalman
30’ê mehê, çarşem
-Serap Ergun
Kadri Urgan
31’ê mehê, pêncşem
Yasemin Elban
Melek Dundar
1’ê sermawezê, în
Fatma Kirmaç Kiliç
Yavuz Kalkan
2’yê sermawezê, şemî
-Mustafa Borak
-Gulşen Yildiz
3’yê sermawezê, yekşem
-Emrah Gur
.-Vedat Onder
-Berfo Barî
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


