Diyarname
Her ku diçe romanên nû li romanên heyî yên kurdî zêde dibin. Niha yekê din lê zêde bû: Ser bi ser.
Romana “Ser bi ser” a Siûd Kîkî ji Weşanên Ava derket. Roman rewşa evînekê bi awayekî hunerî pêşkêşî wêjhezan dike.
Ser bi Ser
“… Jiyana ku di serê me de wek serboriyekê derbas bûbû xwedî du rûyan bû. Gelek carî ew tev hev dibûn. Yek jê rastî bû, ev ji aliyê me ve dihat jiyîn û qalkirin û ya din jî siya wê bû; wê jî ji dervî me îmajek çêdikir, qismek rast û qismek jî derew bû.
Îcar însan diman ew û bextê xwe…”