Wêje, hiş û hişmendî, bîr û dîroka gelekî ye jî, ligel estetîk, xweşikahî, çand û geşkirina nirxên mirovahiyê. Gelên ji vê yekê bêpar, gelên di vî warî de lipaşmayî, di jiyana civakî de tûşî gelek astengî û neyîniyan jî dibin. Ji hêla zimên jî, wekî ku ziman bingeha wêjeyê ye, her wiha wêje jî hêmaneke girîng a geşkirin û pêşdebirina rewşa zimên e jî.
Di warê huner û wêjeyê de, bi du mebestan pêşbazî têne lidarxistin. Yek bi mebesta ku hin bûyer an kesayetî ji ber girîngî yan ji ber rûmeta wan a civakî, neteweyî, dîrokî neyên jibîrkirin. Tim û tim di bîra gel û civaka xwe de bin. Ev bûyer, ligel sedem û encamên xwe bibin wane, bibin şahid û civakê her tim şiyar bihêlin; an jî ew kes ligel kar û xebatên xwe, ligel rûmeta xwe ya ji ber kirinên xwe, ji ber behreyên xwe yên ku ji civakê wergirtine, tim û tim di bîr de bibin. Bibin mînak, bibin rêber, bibin sedema hewldan û serketinan.
A diduyan jî ew e ku bi rêya pêşbaziyan, mirov têkevine nav hewldana xebata hilberîn û afirandina berhemên hunerî û wêjeyî. Û her wiha bi rêya pêşbazî û xelatan jî rûmet bidin berhemên hêja, berhemên hêja bigihin heqê xwe yê heqkirî.
Ku em li civaka kurdan bi taybetî li bakurê Kurdistanê binihêrin, heta niha car caran ji hêla hin saziyan ve pêşbazî û xelatdayîn li dar ketibe jî, mixabin ev hinekî lokal mane, pir dom nekirine.
Lê kêfxweşiyeke ku şaxên Egîtîm-Senê yên Amed û Ëlîhê, ev çend sal in ku (şaxa Amedê li ser navê Abdullah Duranê neh salî ku di sala 2006’an de, di bûyerên meha adarê de ji hêla polîsan ve hat kuştin, şaxa Ëlihê jî li ser navê xwendekarê kurd ê bi navê Şerzan Kurt ku li bajarê Muglayê, ji hêla hêzên faşîst ve hate kuştin) pêşbirkên çîrokan li dar dixin û xuyaye ku dê ev yek wekî kevneşopiyekê bidome. Ji bo karibe bidome jî, divê ji her hêlê ve bêne destekirin.
Di vê nivîsî de, piştî van agahiyan, ez dixwazim bi taybetî balê bikişînim ser girtiyên azadiyê ku li zindanan ketine nav kar û barê wêjeyê. Ligel ku ji her dera cîhanê û ji her girtîgeha Tirkiyeyê, girtî beşdarî van pêşbaziyan dibin, bi taybetî li ser girtîgeha Dîlokê rawestim.
Di 6’emîn Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran de, di beşa kurmancî de, sê çîrokên ku xelata 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn wergirtine jî, ji girtîgeha Dîlokê hatin. Ligel hin kêmasiyên rastnivîsê, ji hêla vegotin, tevn û zimanê çîrokê ve, her sê nivîskar jî (Ehmed Osman, Mehmet Çekik, Ali Paksoy) hêvî didine wêjeya kurdî. Her sê çîrok di kovara W’yê hejmara 47’an de hatin weşandin. Her wiha ev her sê çîrok û yên din ku xelat wergirtine, ligel pêşbaziya 5’emîn dê wekî pirtûk bêne çapkirin. Em bi kêfxweşiyeke mezin têdigihîjin ku li vê girtîgehê bi awayekî bi rêk û pêk, girtiyên azadiyê, li ser ziman û wêjeya kurdî serê xwe diêşînin.
Ehmed Osman, kurdekî binxetê ye. Ez texmîn dikim ku piştî tevlîbûna tevgera azadiyê, dîl hatiye girtin û niha di girtîgeha Dîlokê de ye. M. Çelîk û A. Paksoy, ji paşnavê wan em têdigihîjin ku ji bakurê Kurdistanê ne û em hêvî dikin ku dê hê gelek çîrokan bexşî wêjeya kurdî bikin.
Di demeke kurt de, dê agahiyên derbarê pêşbaziya 7’emîn a Abdullah Duran, bi rêya çapemeniyê bê dayîn. Ji niha ve, em li hêviya çîrokên we ne.


