Fîlmekî bi navê "Çalinti Gozler/Stolen Eyes/ Çavên Hatine Dizîn" ket vîzyonê. Vî fîlmî ez birim cem navên gundên me yên qedexekirî, navên qedexe ku me nikarîn li zarokên xwe bikin. Vaye çîroka fîlm û navên gundên me û hestên min...
Hema çavên xwe bigirin, biçin dema avakirina Komara Tirkiyeyê. Li navên gund û bajarên kurdan bifikirin. Mebûsên kurdan bifikirin ku bi navên bajarên xwe dihatin bibîranîn. Mesela Dêrsimê bifikiri, peyvên ku bi "Dêrsim Mebûsû..." dest pê dikirin bifikirin.
Li gundê ku hûn jê hatin dinê, li bajarê ku dema kurdek ji we dipirse hûn çi bersivê didin, dema biyaniyek (tirkek) ji we dipirse hûn çi bersivê didin. Mesala Amedê bifikirin. Dema tirkek dipirse hûn dibêjin "Ez ji Diyarbekirê me", dema kurdek dipirse hûn dibêjin "Ez ji Amedê me"...
Û tiştên wisa.
Dem bi dem ev nav guherîn, hêdî hêdî. Pêşî 'Dêrsim' bû 'Tuncelî' paşê bajarên din, gundên din...
Û dûre navê kurdan.
Bifikirin. Em hinekî din jî paşde biçin, biçin dema berî avakirina Komara Tirkiyeyê.
Mesela navê Elîşêr bifikirin. Miheqeq bavê wî, yan diya wî ew nav lê kiriye.
Yan Bedirxan bifikirin...
Bêrîvanê bifikirin, navê Delalê bifikirin.
Û gelek navên bi vî rengî.
Piştre çi bû, ev nav guherîn...
Dem hat, êdî kurdan nikarîn navên kurdan li zarokên xwe bikin, dem hat nikarîn li hin deran navên rastîn ên gund û bajarên xwe bînin ziman.
***
Û niha çîroka fîlm:
Di salên 1980'yan de li Bulgarîstanê navên tirkan, navên gundên wan têne qedexekirin, Partiya Komonîst a Bulgaran navên bulgaran li tirkan û gundên wan dike.
Mijar di vê çarçoveyê de, tevî evîna mamosteyeke tirk Ayten (Vesela Kazokova) û leşkerekî bulgar Ivan (Valeri Yordanov) bûyer têne vegotin. Yek ji rêberên serîhildêr ê tirkên Bulgarîstanê Birê Ayten Halîl (Nejat Îşler) e û dram, evîn, tevlihevî û qedexe di nav van de diçe û tê.
***
Hûn qet ferqekî di navbera tiştên ku me li jor qal kirin û çîroka vî fîlmî de dibînin? Ji bilî navan.
Li jor kurd derbas dibin, di vê çîrokê de jî tirk.
Li her du cihan jî nav meselene; Hatine guhartin, hatine qedexekirin.
Niha navên kurdan hêdî hêdî serbest dibin, lê problemek heye; Bi şertê ku tîpên kurdî ên wekî 'ê', 'w', 'x' û 'q' têne nîn bin. Ev tîpên me ne, baweriya min ew e ku ev rewş jî wê biguhere û ev tîpên me jî wê azad bibin.
Bi ya min dem divê, lihevkirina kurdan divê, israr û îstîkrara kurdan divê...
Ev ji ku derketin? Ji wî fîlmî derketin hemû.
Fîlmekî bi navê "Çalinti Gozler/Stolen Eyes/ Çavên Hatine Dizîn" ket vîzyonê. Fîlmê derhênerê bulgar Radoslav Spassov.
Spassov, fîlmekî xweş çêkiriye. Min gelek jê hez kir. Lê min bi çavê kurdekî lê temaşe kir. Dema mirov bi çavekî kurd li berhemeke wisa dinêre, êşa yên hember jî mirov wekî ya xwe dibîne, êşa xwe jî li wan dike.
Navê zarokên tirk tê qedexekirin, navên gundên wan...
Keçik ji kurik dipirse; "Navê te çi ye?"
Kurik: "Navê min ê li cem dewletê, ya yê din?"
Û tu yekî/ê li bajarên tirkan difikirî. Dema ji te dipirse "Tu ji ku derê yî", tu dibêjî "Ez ji Diyarbekir im". Tu navê wê yê fermî dibêjî. Lê dema kurdek ji te dipirse, tu bersiva "Ez ji Amedê me" didî.
Û navê gundê min ku li cem dewletê "Dolunay" derbas dibe û yê li cem min "Zengê" hat bîra min.
Kalê min, gundê min hate bîra min.
Pîra min hate bîra min.
Ez hê 5-6 salî bûm kalekî min (bavê diya min) mir, kalê min ê din jî hê bavê min zarok bû, ew miribû. Her du pîrên min jî di zarokatiya min de mirin.
Yanê min kalên xwe nedîtin, pîrên xwe jî ku ez ji wan bipirsim, dema "Zengê" kirin "Dolunay" çawa bû, çawa derbas bû?
Lê bi vî fîlmî, dema min bi çavê kurdekî lê temaşe kir, min xwe xist cihê lehengê fîlm û min kalê xwe anî bîra xwe.
Ger derfetên we hebin, herin li vî fîlmî temaşe bikin.
Û bi çavê kurdekî lê temaşe bikin.
Hûnê êşa birînên xwe jî nas bikin, hûnê êşa birînên hinên din jî bibînin.
***
Kunye:
Nav: "Çalinti Gozler/Stolen Eyes/ Çavên Hatine Dizîn"
Derhêner: Radoslav Spassov
Senaryo: Neri Terzieva, Radoslav Spassov
Lîstikvan: Nejat İşler, Valeri Yordanov, Vesala Kazokova