Di roja Yekê Gulanê de nivîsandina vê mijarê yekser ked û kedkariyê tîne bîra mirov. Bi vê bîranînê re roja karker û kedkarên Cîhanê berî her kesî li kedkar û xebatkaran pîroz be, dîsa li we xwînerên ku dildarê kurdî ne û kedê ji bo zimanê kurdî didin pîroz dikim. Bi hêviya ku kedkariya ji bo zimanê kurdî geş bibe û sînoran derbas bike.
***
Bi salan e, an jî bi hezaran salan e ked û xebat ji bo çand û zimanê kurdî tê dayîn û di roja me ya îro de jî ev ked û kedkariya ji bo ziman kurdî didome. Bi hezaran berhem ji vî zimanê me hatine nivîsîn û bûne berhemên giranbuha. Gelek cangoriyan di oxira zimanê kurdî de xatir ji me xwestine û bûne abîdeya zimanê xwe. Îro wêjeya kurdî di nav wêjeya cîhanê de cihê xwe digire û her ku diçe cihê xwe xweştir jî dike. Stran û stranbêjiya me îro di cîhanê de bûye mînak û zimanê me di cîhanê de aj dibe.
Lê mixabin û sed mixabin hêj çand û zimanê kurdî, di nav me kurdan de negihîştiye qedr û qîmeteke payebilind. Mixabin û sed mixabin hêj gelek kurd hene bi çavekî belaş û pûç li zimanê xwe dinêrin. Di gelek dîwan û nîqaşan de min bihîstiye ku hatiye gotin: “Zimanê kurdî pere nake û bazara wî nîn e’’ Ev nêrîn û nêzîkatiya li ser zimanê kurdî xwelîseriyeke di nav me kurdan de ye û ne tu tişta din e. Çawa çêdibe ku mirov zimanê xwe belaş bibîne û qîmet nediyê! Pê neaxive û xwe bi zimanê xwe nede nasîn!
Ziman ne ew tişt e ku atar li nav kolanan bi firoşin û bihayekî jêre bibîrin. Ziman ne ew tişt e ku karker di fabrîqeyan de çêbikin û bazirgan bifiroşin! Ziman ne ew tiştekî ku wekî kîloyek bacan bi mêzînê were wezinandin û firotin! Me kî heta niha di destê kevnefiroşekî de li ser tebleyekî zimanê kurdî dîtiye ku hatiye firotin!
Ziman ew tişt e ku ‘tu bi xwe yî.’ Çawa çêdibe ku xwebûna mirov bibe mijara bazarê! Ev sosretiyeke pêkenok e di vê serdemê de li nav me kurdan de wekî nexweşiyekî maye û didome.
Hey hewar û sed hewar; ev mijara ku ez niha tînim ziman berî niha sed salan zanyarê kurd Ehmedê Xanî wekî hawar û bendewarî ji me kurdan re bi wan gotinan gotiye:
“Ger dê hebûya me jî xwedanek
Alîkeremek, letîfedanek,
Ilm û huner û kemal û îz’an
Şî’r û xezel û kîtab û diwan,
Ev cins bibûya li ba wî ma’mûl.
Ev neqd bibûya li nik wî meqbûl
Min dê elema kelamê mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve ruha Melê Cizîrî,
Pê hey bikira Elî Herîrî,
Kêyfek we bîda Feqiyê Teyran
Hatta bi ebed bimayî heyran
Çi bikim ku qewî kesad e bazar
Nînin ji qumaşî ra xerîdar’’
Em ji vê hawara Ehmedê Xanî jî fêm dikin ku ji wê serdemê em bigirin heta niha di nav me kurdan de hêj gelek kes hene çavekî belaş û erzan li ziman kurdî dinerin.
***
Helbet divê ev rewşa zimanê kurdî her û her bi vî rengî neçe heta sêrî. Pêwîst e karker û kedkarên zimanê kurdî rewşa ziman hertim li ber çavan bigirin û baştir bibin paleyê zimanê xwe. Pêşeng û rewşenbîrên zimanê kurdî pêwîst e bibin paleyê zimanê xwe. Gelek nivîskar û rewşenbîrên kurdî hene ziman ji bo xwe tenê dibîne û nabin paleyê zimanê xwe. Ango quretî wekî nexweşiyeke popîlîst ketiye nav rewşenbîrên me de jî. Heke me hêj qedrê zimanê xwe di nav gelê xwe de nedabe fêm kirin wî demî quretiya min li ser ziman ji bo çi ye?
***
Baş e wî demî her yek ji me em rahêjin tableyekî û zimanê xwe li ser bar bikin û di nav kolanên kurd lê dijîn de em tebla xwe bigerînin û bang bikin: “Werin kurdiya belaş!” heke me dît tu kes nehat, wî demî dîsa em bang bikin û bibêjin: “Werin kurdiya bi pere’’ Dema me dît ji bo pera û maldariyê nêzî zimanê xwe dibin wî demî ev van gotinan ji wan re bibêjin: “Zimanê te tu bi xwe yî! Ma tu wê xwebûna xwe çawa bi peran bi wezinênî û li bazara bikirî!’’
***
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin: