Diyarname
Vê hefteyê di nav fîlmên ku ketin vîzyonê de du fîlmên ku li ser kurdan in jî hebun: "Leşkerên Sadam" û "Payîza Min û a Rozê".
Benim ve Roz’un Sonbahari / Payîza Min û a Rozê
Derhêner û senaryo: Handan Ozturk
Lîstikvan: Serkan Altunorak, Oznur Kula, Serra Yilmaz, Zerrin Arbaş
Fîlm li Heskîfê hatiye kişandin û balê dikişîne ser Heskîfê. Fîlm jî ji vê derê dest pê dike: Navçeyeke antîk dê di bin avê de bimîne û dewlemendiyeke winda bibe. Ji bo pêşî li vê yekê bigirin tevgereke sivîl têdikoşe lê têk diçe. Rojnameger Metin ku vê tevgerê bi rê vedibe bi makîyeneyeke kevn ku rojnameya xwe derdixe li hemberî derdorên ku ji bendavê berjewendiyeke bi dest dixin têdikoşe.
***
Saddamin Askerleri: Kara Guneş / Leşkerên Sedam: Roja Reş
Derhêner: Gani Ruzgar Şavata
Lîstikvan: Gani Ruzgar Şavata, Tugba Ozay, Yalçin Dumer û Yusuf ozpolat
Ganî Ruzgar Şavata ku di hilbijartina 30'ê adarê de ji SP'ê berendam bû û di rojevê de bû vê carê bi fîlmê xwe "Leşkerên Sedam: Roja reş" di rojevê de ye. Fîlm êrîş û qetlîama Sedam a li ser gundê kurdan nîşan dide. Fîlmê ku bi zimanê tirkî, kurdî û farisî hatiye kişandin qetlîama leşkerên Sadam nîşan dide.