Diyarname
Di Lîga Neteweyan a UEFA'yê de maça duyemîn a nîv fînalê hebû; Spanyayê tîma Fransa bi 5-4 têk bir û derket fînalê. Di fînalê de Spanya û Portekîz wê bi hev re bilîzin.
Maça nîv fînalê li Stada MHP Arena ya li Stutgarta Almanyayê hat lîstin. Spanya di nîveka yekemin de gelek serketî bû. Di deqîqeya 22'yan de Nico Williams, deqiqeya 25'an de jî Mikel Merino gol avêtin û nîveka yekemin wisa bi dawî bû.
Spanyayê di deqîqeya 54'an de bi Lamine Yamal û deqeyek paşê bi gola Pedri encam bir 4-0.
Fransayê di deqîqeya 59'an de bi Kylian Mbappe bersiv da: 4-1. SPanyayê ri reqîqeya 67'an de gola xwe ya diduyan avêt û bû 5-1.
Spanya êdî rehet bû, lê Fransa ne ew tîm bû ku dest ji maçê berde. Fransayê di ddeqîqeya 79'an de bi Rayan Cherki, deqîqeya 84'an de bi Vivian (avêt keleha xwe) û di 90+3 de bi Randal Kolo Muani bersiv da lê ev yek têra wan nekir û maç bi 9 golan, bi 5-4 bi dawî bû.
Bi vê yekê Spanya di fînalê de bû reqîbê Portekîzê. Portekîzê jî tîma Almanyayê têk biribû çûbû fînalê. Maça fînalê wê roja 8'ê vê mehê saet 22.00'an de bê lîstin û tîma bi ser bikeve dê bibe şampiyonê serdema 2024-2025'an a Lîga Neteweyan a UEFA'yê.


