logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

HENEK

  • Dîrok: 02/04/2021
Vê nivîsê di 1’ê Nîsan/Avrêlê de dinivîsim. Heke ji rojan roj 1’ê Nîsanê be yekser rojevek tê bîra mirov, ew jî; henek e! Li bendê bûn ku îro gelek henek di rojevê de cih bigirin, lê tenê min du henekan ku bawerî bi xwe anîn, ketin rojevê xwendin.  Ya yekem ew bû ku; rojnama Ingilîzan The Guardian ê nûçeyek wekî henek parvekir û çapemeniya Tirkiye jî wekî nûçeyeke rast jê bawer kir. Heneka din jî bi nûçeya; “Li ser sînor konserek mezin pêk tê’’ di vê malpera  Diyarnameyê de wekî nûçe hat parvekirin û ez jî di nav de gelek kesan jê bawer kir. Ji tabloya henekan diyar dibe ku di roja henekan de henek kêm bûne, ev tê wê wateyê ku ‘derz’ li mîzahê ketiye û her kes ji xwe re giran bûye. Diyar e bêhna her kesî teng bûye û rêya henekan di têkiliyên kesan de nemaye! 
***
Ji destpêka têkiliyên mirovahiyê em bigirin heta roja me ya îro di nav mirovan de (di nav hin ajalan de jî ev teybetmendî tê dîtin) henek-mîzah cihekî jêneger digire. Gelek berhemên hunerî û çandî li ser henek û pêkenokan hene. Her wiha gelek kesayetên navdar wekî henekvan tên nasîn.
Her sal roja 1’ê Nîsanê ji hêla gelek welatan ve wekî Roja Henekan tê pîrozkirin. Di dîrokê de pêşketina vê rojê gelek welat li gorî xwe pîroz dikin. Mînak li walatê Hindistanê roja henekan di 31’ê adarê de bi navê Cejna Holî tê pîrozkirin. Dîsa li gorî çanda-baweriya Paganan ev roj wekî cejna Fous hatiye pîrozkirin. Di serdema Romaya kevin de jî ev roj wekî cejna Hîlatya hatiye pîrozkirin. Wekî tê zanîn gelê kurd û gelên ji binemala çanda Arî jî bi hatina biharê re, di roja 21’ê Adarê de cejna Newrozê wekî hatina saleke nû bi dilekî aram, bi keyf û şahî pîroz dikin.  
Çîroka derketina dîroka vê rojê li welatê Fransayê zêdetir tê dîtin. Çîroka ku bûye sedema pêşketina Roja Heneken ev e. Tê gotin ku Berî Mîladê roja destpêka salê bi hatina biharê re dest pê dikir û roja 25’ê Adarê her kesî wekî serê salê pîroz dikir. Lê ji hêla Împaratorê Romayê Sezar ve hatiye ragihandin ku serê salê di heyva rêbendanê (çile) de were pîrozkirin. Di wê dîrokê de her çiqas Sezar roja serê salê guhartibe jî ji hêla gelek welatan ve heta serdema navîn (heta Sedsala 16’an) pîrozkirina serê salê hê jî wekî 25’ê Adarê hatiye pîrozkirin. Di sala 1564’ê de Kralê welatê Fransayê Charles ê IX. salnameyê diguherîne û roja destpêka salê wekî 1’ê Rêbendan/Çile radigihîne. Piştî ku pîrozkirina serê salê tê guhartin, li wan welatan gelek kes pê nahesin ku roja serê salê hatiye guhartin û hê jî li gorî 1’ê Avrêlê/Nîsanê serê salê pîroz dikin, lê ev kes ji hêla kesên ku dizanin roja pîrozkirina serê salê hatiye guhartin ve wekî ehmeqan tên binavkirin û henekên xwe li wan dikin û ji wan re nûçeyên derew ragihandine. Ji bo vê rewşê ji wan kesan re gotine; “Ehmeqên 1’ê Nîsanê.’’ Û heta roja me ya îro jî 1’ê Nîsanê êdî ji hêla gelek welat û kesan ve wekî roja henekan tê pîrozkirin. 
*** 
Bi rastî jî ji bo aramiya derûniya mirovan henek dermanên xwezayî ne. Lê ji sedemên ku di nav têkiliyên mirovan de xerabî zêde bûye, êdî têkiliyên mirovan jî veguherîne formek din. Ji wê çendê çanda henekan di nav mirovan de kêm bûye. Teybetî di nav çanda kurdan de henek cihekî mezin digire. Kurd ew qas dil êş bûne êdî çi tamê ji henekan jî nastînin. Lê her çi dibe bila bibe jiyan bi henekan rengîn dibe. Mînak di Stêrk TV de bernameya ; “Hinek Henek’’ heye û gelek caran temaşe dikim. Di wê bernameyê de skeça Apê Şêro ku bi derewên bê kiras henekan dike, gelek caran me dikenîne. 
Bi nivîsa li ser dîwarekî hatî nivîsîn bimînin nav henekan de: “Rojekî em ê henekekî wisa bikin ku dê faşîzm ji kena bimire.’’

Hin Nivîsen Nivîskar

Dîwanxaneyeke nenas

  • 03 Berfanbar 2023

Dîsa êvareke hestmij û dilek lîlanî, xwe li ser giyanê min qure dikin û hêdî hêdî dilê min diguvêşin. Ez neçar dimînim; berê xwe...

Mîrza Ronî kî ye?

  • 19 Adar 2021

DiyarnameNivîskarê ji Cizîra Botan Mîrza Ronî bi nivîsên xwe beşdarî qunciknivîskarên Diyarnameyê dibe. Ewê li ser tevna Botanê, binivîse. Hinek...

GENIM

  • 29 Gulan 2021

Pêvajoyên her roj; a rast her kêlî tên gûhartin û mirov li pey xwe dibezînin, dibin sedem ku gelek caran mirov hay ji xwe namîne. Keft û lefta rojane, evîn,...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kurdekî bû Serokê Meclisa Baselê

ad

W'ya nû derket

ad

Mîtînga ziman li dar ket

ad

Festîvala Şanoyê dest pê kir

ad

Kişandina fîlmê "Cîran" temam bû

ad

Zlatan Ibrahimovic dibe hevalê Asteriks û Oburiksî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname