Diyarname
AKP'ê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û navçeyen wê berendamên xwe diyar kir.
Di hilbijartina 29'ê adarê de partî hêdî hêdî berendamên xwe diyar dikin. AKP'ê ji bo berendamên Amedê dawiya vê hefteyê bi beşdariya baskên jin û ciwanan û rêveberên xwe neqandineke bi dengdayînê pêk anî.
Li gor nûçeya ANF'ê di vê neqandina AKP'ê de ji bo berendamtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Omer Serdar Çimen derketiye pêş. Ji bo navçeya Sûrê Ahmed Mikdat Guneş, ji bo Kayapinarê Omer Serdar Çimen, ji bo Baglarê M. Veysi Malkoç derketine pêş.
Hate gotin ku AKP di 15'ê vê mehê berendamên xwe yên şaredariyê eşkere bike.


