Pirs her ev e; bi giştî huner, bi taybetî wêje bo çi ye, bo kê ye û kêrî çi tê; çima wêje heye, çi ava dike? Û beramberî vê pirsê angaştên li holê jî her ev in; wêje bo wêjekar e, bo kesan e, bo civakê ye, avakar e, yan bo xwe ye û hwd.
Ji hedê min zêde ye rabim pênaseyeke teqez jê re diyar bikim, gotinê ji devê yên serê xwe bi vê pirsê re êşandine bigirim.
Ev pirseke ku bi derketina holê ya wêjeyê re li bersiva xwe geriyaye û heta wêje hebe ev pirs wê her were pirsîn, wê her li pey bersiveke ku pirsyarên xwe têr bike be…
Lê heke derbarê vê pirsê de gotineke min hebe, bêyî xwe bavêjim paş gotinên xwedan gotinan ez ê bêjim kêm-zêde rast-şaş derbarê vê pirsê de hizir û gotinên Welat Dilken ev in:
Piştî heyamên mirovahiyê yên nekarînê û kêm derfetan ku gihîşte asta karînan û derfetan pê re hest bi xemilandin xweşkirin û zengînkirina hest û giyan anî. Bi heyama karîn û derfetan re derfeta luksan jî çêbû; çawa ku seyarê, xaniyê dubleksî, hesabên bankeyî, stendina cil û bergên zêde, derketina gereke bo cîwarên dûr, xwendina beş û pîşeyên bo debarê ne pêwîst lê bo hest pêanîna kes a xwe temamkirinê pêwîst luksek e, wêje jî luksek e!
Wêje jî wekî gelek diyardeyên din luksek e, lukseke xweş a mirovê wêjekar bexşî xwe û mirovên din yên pêwîstî bi lukseke giyanxweşkir heye ye.
Û helbet, bikaranîna navgîna wê ya wekî zimên, wêje tevî xweşkirina giyanê xwende karkeriya wêjekar a xemilandin, lêzêdekirin, lê ber û aso firekirin; li gorî demê ji nû ve bi kiraskirina zimên e jî…
Lê li aliyê din angaşteke ku bersivê dide pirsa wêje bo çi, bo kê, kêrî çi tê, çi ava dike jî heye; ew angaşt angaşt dike ku wêje civak-neteweyê jî ava dike!
Ez bi xwe ne bi vê angaştê re me…
Mînak: Quran çiqas ji bawermendên wê re pîroz be, bi min ew metneke wêjeyî helbesteke kêmqusûr e jî, lê li civaka misilmanan ne naveroka wê hizra Mûawiye avakar e.
Ger wêje avakar bûya li Afganîstana ku amerîkiyan destlêwerdan lê kirî dê romanên Helît Huseynî yên wekî ‘Seydvanê Bafirokan û Hezar Rojî Bedew’ ên ku wekî sparîşên CIA xuya dikin da pê bingeha destlêwerdanê bikin wê li civaka Afganistanê tiştê jê dihate hêvîkirin ava bikira. Heke wêjeyê civakek ava bikira wêjeya tirkan a gihîştiye heya Nobelê wê ew civaka xwe biguheranda û medenî bikira!..
Heçî ya rusan e, ya fransiyan e, dibêm xeynî xweşiya qedehek şerab û wotkayê ya ku daye vexwar pêvtir di çarçoveya hizra li jor de tiştek nedaye civakên wan welatan, ku hemû fransî û rusiyên xwe wekî welatiyên dewlet û neteweya mezin a cîhanê dizanin, ji nav wan qasî tiliyên destan çend kes ne tê de, girseyeke bi ‘bandor’ a wêjeyê ava bûye derneketiye negotiye ‘me çi anî serê afrîkaniyan, an çawa dibe dewleta neteweya Dostovskî rabe Efrînê bifroşe tirkan’!
Ne bi hizra dibêje wêje civak neteweyan ava dike re me! Çiku tiştê civakan neteweyan ava dike ne huner-wêje aborî ye. Desthilata li ser wê aboriyê ava bûye bi rêxistina polîsan bi zagonên ji hêza çekê hatine pê civak-neteweyan ava dike, ne huner-wêje.
Û ew desthilat çawa polîsan, çekê, olê, dêr û mizgeftê, dibistanê, artêşê, kargehê, çûn û hatina trafîkê, sazkirina bazarên taxan ên pêdiviyan bo civaka sazkirî bikar tîne wêjeyê jî çi li dij an ligel bi wê mebestê bikar tîne; ew huner-wêjeyê ne wekî anîna pê ya civaka mitleq ew huner-wêjeyê wekî navgîneke propagandayê-aşkirinê-terbiyekirinê bikar tîne.
Tu wêjeya civakekê neteweeykê nebûye avakarê civak û neteweya xwe, ku ji loma ye li wan civak û welatan desthilat û girse rojbûn û salyadên pêşengên xwe pîroz dikin, wan bîr tînin, ne hunermend-wêjekaran…
Bo wê bi min wisa tê, hizra dibêje wêje civakê ava dike ne li gorî rihê huner-wêjeyê wê dibêje! Ew li gorî mebesta xwe ya olî, bîrdozî, neteweyî, çînî wê hizrê dibêje û diparêze. Çiku rihê wî/ê ne rihê huner-wêjeyê, rihê wî/ê ji serdemên aloz-kaosî yên civakî netewî çînî ye.
Helbet, demên aloz-kaosî de, ku hêj jî wisa ye, çawa desthilateke zordest, neteweyeke mêtînger huner-wêjeyê bo xwe bikar tîne, civak, netew û çîneke bindest jî dê wê çekê bo heqîqeta xwe bikar bîne, tînin jî…
Balam, dibêm heke huner-wêje teqlîd, werger û vegotina xwezayê be, ez bi hesta beriya vê ya bi hezar salan di şikeftan de bi xêzkirinê çêkirina wêneyên karxezalan re me û bi hesta wê wextê ya bi heyranî li wan xêzan temaşekiriye re me…
Ger rihê huner-wêjeyê di wan şikeftan de bi teqlîd, werger û vegotina xwezayê re û bi heyranî lê temaşekirinê re za be, nexwe kêrhatina wê, hewceyî pêbûna wê, luksa wê bes ev e; di kêliya têkîlî pê danînê re bidestxistina hesta heyraniyê, xemilandin û mistana giyan e û heke bi hayjêbûna çîroka yê/a din re lêwerqîlînek xistibe nava hizir û hestên xwende, hêngê serkeftî ye.
Yanê yê/a civakê ava dike ne wêje ekonomî û desthilata ku wê ekonomiyê kontrol dike ye! Bo wê, çendîn metneke me xwendî dilê me rihê me zêde zêde xweş kiribe, bandor li me kiribe jî, lê dema em diçin dikevin marketekê yan AVM’yekê, yan di kirîn û firotinekê de em dibînin, li wir ne hikm, pîvan, exleq, sinc û têkîliyên îdalîzekirî yên wêjeyê, li wir hikmê ekonomiyê, sazkar û desthilatên wê bazarê derdikeve pêş me.
Ji lew, ji dervayî hemû lêbarkirinan jêbendewariyan, bi min bi giştî huner bi taybetî wêje lukseke xweş a jê heyranmayînê ya ku wêjekar bexşî rihê xwe û rihê yên pêdivî pê heye kirî ye.
Ango, wêje çi behs û vegotina êş û bedewiyê bike, çi banga rizgariyê, bi min yekane kêrhatina wê pêkanîna hesta heyraniyê ye û divê em hay ji vê xala huner-wêjeyê ya ‘nebe nabe’yê hebin, wê xala bivê nevêyî nekin qurbana armancên dîtir.
***
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:


