Di rastiya xwe de, dîroka mirov ji hatin û çûyînekê pêk tê-hatiye pê;
Her kesî û her tiştî hatinek xwe ya cîhanê û pê re jî çûyînek xwe ya bi wext-bê wext heye!
Her wiha, di navbeyna hatina cîhanê û çûyînê de, wexta li cîhanê derbas dibe, di jiyana mirov de hatin û çûyîn bê navber berdewam in; êş û jan tên û diçin, şademendî û kêfxweşî tên û diçin; zengînî û xizanî, dost û heval, û evîn û yar…
Ango kes tên û kes diçin…
Belesebeb negotine: ‘dermanê her tiştî zeman e’
’Ji wan hatin û çûyînan hin kes û tişt dimînin, naçin…
Mîna adara kurdan e ew veguherîna çûn û hatinan; ‘16’ê Helebjeyê jî tê 21’ê Newrozê jî; ji yekê maye her êş, yek cejn û şahî ye her tim…’
Lê belê, ji mirov re ya girîng; jixwe yên çûyîn ji bîranînekê pêve êdî ne yên me ne, lê ya girîng ne yên çûyî, yên hatî ne…
Yên hatî, ku tu bi hebûna wan kêfxweş î, dewlemend î, bi hêz î, xwedan wateyên bedew î…
Çendîn ku yên meriv dixwaze berî demekê biçin meriv wan bîr bike hene û dê tim hebin jî…
Lê yên meriv naxwaze biçin, ew her bimînin hene û dê hebin jî...
Çimkî hebûna ew ên wisa derb li tenêtiyê dayîn e;
Ew meriv bi ser vê yekê ve dibin; ‘bi hatinê ne, bi çûyînê; heke yên bi xwe re nebî li pey bimînin hebin, ‘ev in çîroka mirov…’
Ji lew, heke bes peyvek were gotin; yên çûyî bila bi oxira xêrê de herin û yên hatî, bi xêr hatine, bila neçin, her û her bimînin bi xêr…
Da meriv çîroka xwe bi wan re temam bike, wê bihone bi bedewî…


