1
Tê gotin ku helbestkar Ibn Sukkara helbest wiha pênase kiriye: "helbest, heke bixwaze şêweyeke axaftinê ya efsûnkar e û sûretan-dîtbariyê diguherîne. Li dijî nêrînên giştî derketinê û ji zorkirina pêşderaziyan natirse".
Tiştê di helbestê de tê ceribandin dikare di hunerê de jî bê ceribandin. Tevî vê yekê jî wek guherbara raz û sûretan huner bi xwe re der barê girîngiya sûret-dîtbarî ya di hunerê û wateya xewnê de pirsan jî derdixe holê.
2
Di îslamê de der barê mijara sêwirandin û sûret de dibê bêjim ku aliyekî wê yê metafîzîkî û olî heye. Mijar ne weku hin dihirizin, bi fikihê naye sînorkirin û ne jî wek hin dibêjin, ne di çarçoveya vegotineke teng a olî de ye.
Pûtperestî bi piranî xwe di sêwirandina peykersaziyê û kevaljeniyê de rave dike. Ji yekbûna xwedê bawer kirin bes jê bi dûrketina pûtperestiyê têrê nake, her wiha, heqîqeta hebûnê aşkerakirina uryantiya bedenê jî di xwe de dihebîne. Ravekirina bingehîn û sereke ya vê aşkerakirinê razberî ye û xwe dispêre alfabayê. Alfabe razber e yan jî hunera xetkêşana çak e; ew ne bo "cîhana real" e, lê xetkêşaneke ku bal zêdetirîn ne li "cîhana xeybê"ye jî.
Alfabe bi vî awayî bi tenzîla îlahî, bi tenzîla peyvan û bi îşaretên zimanî bi ahenga îşaretên îlahî ve rê dide vekirina qadeke vegotinê. Sedema vê yekê " xweda bi peyvê heye ne bi sûret" e. Xweda bi sûretî naye zanîn, çiku sêwirandina sûretekî wiha dikare bibe sedema şaşfamkirineke dîtbariyê ya derbarê Wî de. Ew bes bi rêya hiş an dilê razber tê zanîn.
Her wiha, hatiye gotin ku xweda wek "afirînerek, sûretbexşek" (el Mûsavvir) e. Li gorî vê mirov bo xwevegotinê bi qasî peyvê çima nikare sûret bi kar bîne? Bersiva vê yekê, di "bedenek sûret heye" de veşartiye! Ji lew, îslam ji ber sedema sêwirandina sûret dê mirovan ji rê derxe, xwedê ji heyîneke hestî-razberî bixe çarçoveya sûretekî bi şik. Bo wê jî îslam ferman dide ku ji pûtperestiyê dûr bê sekinîn û bal ne li ser hêmayê li ser wateya manewî ya razberî be.
Çiku sûretê îlahî ne hêma ye. Heke weke hêmayekê bi sûretekî bê sêwirandin ew sêwirandin wê li şûna xwedê bibe tiştekî jê re rêz tê girtin, tekane û perestî; ango pûtperestî. Bo wê jî, ji ber xetereya sûret dê dewsa xwedê-afirîner bigire bibe perestiyek-pûtek, di îslam de bi hêmayan sêwirandina tu tiştî, çêkirina sûretê afirînerê pîroz an yê însên xweş naye pêşwazîkirin.
Li gor van destnîşankirinan em dikarin lihevkirina peyv û îşaretên zimanî yên min rave kirine fam bikin. Li gorî vê yekê, ravekirina bi peyvan nakeve dewsa sûret lê bo vegotina wateyê yan a heqîqetê rêyeke bêqusûr e. Çiku di îslamê de tiştê bedew ê naye sêwirandin e. Têgîn û famkirin ne li pey a xwedî beden li pey a xwedî wateyê ne. Bedewbûn berz û pîroz e. Di çarçoveya hêmayan de naye zevtkirin, bi hestan naye nirxandin.
Wateya vê yekê ya bo hunerê, nirxê estetîkî ne di sûret an şêwe di bedewiya wateya ya naye sêwirandin an a di teşenegirtina bêdawîtiyê de xwe rave dike ye. Bi gotinek dîtir, bedewî ew tiştê ku şerîatê ew wek bedew dîtî ye.
3
Em dizanin têgeha "sûretbexş-afirîner" (el Musavvir) jê yek ji navên xwedê yên mezin in.
Yê dirûv dide her tiştê heyî Ew e û yê wan ji yên heyî bêrî dike, dirûv û ciyawaziyeke cûda û pirengî dide wan jî Ew e.
Di her tiştî de sûretê Wî yê madî-û sûretê xuyayî-ez-hundirîn heye. Di sûretê tiştekî de li gor hin mirovan bes ne ji aliyê xuyayî ve bi sînor e, wateyeke wan a hundirîn-heqîqetî jî heye. Ango, dîtbariya tiştekî ya xuyayî-zahîrî (sêwirandina ya bi çavên me ve xuya dibe tê pêşkêşkirin û bi vê têr bûn kêm û ji rêzê ye, çiku ew pêşkêşkirin bes yek alî ye; sêwirandina ya xuya ye, lê aliyekî tişt ê ne xuya-batinî jî heye) çiku dema em tiştê xuya bes bi xuyabûnê ve bisiwêrînin em der barê wî tiştî de hêmayeke şaş-kêm disêwirînin. Bo em nimandineke rast bikin, divê em xwedî hestek rast a der barê wî tiştî de bin; yanê wî tiştî hem alî dîtbarî ve hem alî hundirîn ve baş binasin. Bi pênaseyek din, wek sofîstan gotî, divê em bi "çavê dilî" bibînin.
4
Min gotibû, heke em tiştekî dinimînin divê me karibe ew tişt bi her alî ve baş dahûrandibe. A di vir de wateya peyva zanînê(vision) dertê holê. Heke em bi xuyabûnê tenê têr dibin em bedenê baş nabînin. Yanê bes aliyê xuya-zahirî dîtin û bi wê şîrove kirin, famkirina cîhanê û navgînan nade dest me. Çiku dîtbariya tiştê xuya şiklî ye, tiştê em wek şikl dibînin ne ew tişt e û ne rasteqîniya wî tiştî ye jî.
Çiku em çiqas dîtbariya çîçekekê teqlîd bikin jî em nikarin çîçekekê binimînin. Ew ê bes ji nimandineke remzî wêdetir nebe tiştek. Helbet, hunermend azad e navgînên xwezayî di hunera xwe de bikar bîne, lê em jî xwedî maf in ku jê bipirsin, "tu dixwazî bi teqlîdkirinê çi bikî"? Gelo bes kopyekirinek e? Yan dixwaze bi xwezayê re bikeve qayîşkêşanê?
Divê hunermend bizane ku, tiştê ew dike ne taybetiyên mirovî yên ji jîndarên din bêrî ne. Çiku taybetiya ku mirov ji jîndarên din bêrî dike ne hêza kopyekirinê, hêza afirandinê ye! Kopye kirin ne hêza afirandinê zêde dike ne jî afirandin bi wê dubarekirinê bi pêş dikeve. Berovajî, cîhanê bêqîmet dike. Her wiha, hunermendek çiqas kopye dike bila bike, divê bizanibe ku kopyeya wî tu car bi qasî tiştê hatî kopyekirin ne xweser dibe ne jî bedew.
Meyldariya kopyekirinê delîlê bikarneanîna hêza hunerê ye; yan dibe ku bi vê redkirinê dixwaze kîn û ajoya xwe ya bi nakok veşêre.
5
Ahengdarî û şibandin ne nîşana afirîneriyê ye.
Wek ku Matîsse carek ji caran pirsiye "ta her hirgûliya wê, mebesta xêzkirina sêvê çi ye"? "Gelo çi fêdeya kopyekirina tiştekî ku xwezayê jixwe bêqusûr pêşkêşî me kiriye heye"?
Ya rast, kopyekirina tiştekî xuya-zahirî wî tiştî hê zêdetir dûrî heqîqeta wî tiştî dixe. Çiku şibandin xeyalî ye. Şibandin mînakeke xwezayê ya bê huner e.
"Gotina min ew teqlîd kir, an min ew kopye kir xwemikurhatina min rol kir e"
Teqlîd bi mebesta çalakiyek baş an gotinek qenc naye kirin, berovajî ew hewla kirêtkirinê ye. Ya rast, teqlîdkirin-kopyekirin kirêtî ye. Di asta herî kêm a hunerî de jî ew tişt kirêtiyê dinimîne. Tê gotin ku pêximber Mihemed gotiye, " teqlîdkirina gotin an kirinên kesekî qet kêfa min nîne.
Heke teqlîdkirina gotin û kirin-fiîlan kirêtî be, nexwe ya amûran hê zêdetir kirêtî ye.
Mirov ji ber bikaranîna xwe ya aqilî jîndarekî afirîner e. Ji loma jî mirov, hem mirovan hem xweza-amûran ne bi çavê teqlîdkirinê bi çavê aqilî yê afirandineke nû û nûkariyê lê dinêre.
6
Heke em li gorî hunerê bibêjin, "di nêrîn û têgihêştina me de heta jêbidûrketinek nekeve navbera aliyê xuya û hundirîn a navgîna hunerê hunera resen pêş nakeve. Yanê hunera xweser dernakeve holê. Ji ber ku huner xwe di bêmînakbûnê de dibimîne; ew dûmanê bê agir e...
Rast e, ji aliyê teknîkî û zanînê ve aliyê xuyabûnî-zahirî yê tiştekî dikare bê kopyekirin, lê belê ev kopyekirin ne huner e, destekarî-zanaat e.
Em mînakekê bêjin, kursiyê kevaljen xêz kirî beriya wê ew hatiye xêzkirin. Ango destekar têgeha kursî kopye kiriye û têgeha kursî bi wê kopyekirinê ve hatiye bisînorkirin. Yanê têgehek kursî heye "ya bi destan hatî çêkirin-mînak(nimûne) û ji nimûmeyê jî kursiyek hunerî heye ya hatî kopyekirin". Di vir de ya rastî ev e, "kevaljen bi rêya kopyekê kopyek çêkiriye". Xêzkirina di vê xebata kevaljen de sûret e; ji asta xwezabûna navgînê ve tiştê hatî kirin asta herî kambax e.
Li gorî teoriya vê hunerê xweza tiştekî ku dikare were teqlîdkirin û kopyekirin e. Lê berovajî vê teoriyê, xweza tiştekî wisa ye, "divê bal lê be, were kifşkirin û der barê de bi kûrahî bê hizirîn"
Zimanê hunerê ji bo rêveberên pêşengehan cîhanê ji xwe re ji nû ve saz bikin û aliyê xuya yê sûretan-zahirî dîl bigirin nehatiye dayîn. Berovajî, bo hêzdarkirin û azadkirina aliyê hundirîn-batinî ew ziman hatiye dayîn. Çiku bêdawîtî û çêbûna wê timî xwe di nimandina sûretên nû de pêk tîne.
7
Ji bo hunerê, cîhan dîtbariyeke xapîner e. Ji bo hunerê, cîhan ne di nava cîhanê de ye, di pişt wê de ye.
Zêdetir, wekî yê sûretçêker bo çêkirina sûretekî din sûretê çêkirî jê dibe ye, ango razber e. Yanê dema jê dibe ji baldayîna aliyê xuya zêdetir hewla avakirina wateyê, hesta aramiyê û destpêdana zelaliyê ye. Ji ber ku wate û hest bêsînor in, ew balê dibe ser wê yekê.
8
Hunera ereban a xetkêşanê mînakeke baş a vê hesta bêdawîtiyê ye. Ne disêwirînin ne jî teqlîd dikin. Ibn Abbas hunera xetkêşiyê wek diayeke ji destan be tê xwendin pênase kiriye. Çiku ew huner bo bi aşkerayî bêdawîtiya wate-maneyê binimîne hemû şiklên sûretan ji holê radike. Ev yek ji girîngiya bedewiya berz û hesta bedew tê. Divê tê gotin ku, Îmam Elî gotiye " xetkêşiya çak heqîqetê zêdetir ber bi çav dike.
Lê wiha jî dikare bê gotin "bedewtî, nirxê heqîqetê bi awayekî diyar zêdetir dike".
9
Bilêvkirina peyvê ya bi erebî mûennestir; xas e û bi hêzên afirîner ducanî ye. Ew tîne me timî dibe asoyeke bêdawî. Dema tîp tên veguherandin xetkêşiya bedew dikeve erdnîgariyeke bêsînor; çivan dide xwe, pêldar dibe, bi xwe re digihîje hev, bi xwe re rû bi rû tê, dibe helqeyeke dirêj, ser tevgerînê digire û hemû îşaretan li hev dicivîne.
Weku sûret ji heqîqeta divê em bikevin nav re bûbe perde.
Eger guherîna gerdûnê ya timî li ber çavan bê girtin, dîtbarî tim winda dibe. Tamîrkirin an rû bi rûpoşkirina vê "winda bûnê" ne karê afirîner e. Çiku bi vê yekê karê dike aşkerakirina tiştê aşkerabûna wî ne pêwîst e pêve ne tu kar e. Li gel vê, erka wî ew e ku "bi rêya şêwe û ahengdariyê rû bi rûkirina temaşevan a bi bêdawîtiyê ye".
Peyvek an jî her tiştê bi xetkêşiyê tê afirandin, heke ber bi ya ne xuya ve ne gavek be bi ya xuya ve ne têkîldar e, bes bi şikl ve têkîldar e.
Xet remzek e û şêweyeke din a peyvan e-her wiha, tîp jî remz in. Di heman demê de "bi bihîstina dengê rasteqîniyê û bi çêkirina hêmayên xeyalî" gelek şêwe dikarin bên afirandin. Yanê, xet bi ahengekê dikarin aliyên cîhana xuya yên ne xuyayî wek di eynikan de dixuyîn bide xuya kirin. Yanê, bi rêzkirina xet û peyvan a bi ahengdar cîhan wek pergaleke îşaretan tê dîtin.
Mirov bi xwe jî îşaret û remzek e. Navgîn û hemû tiştên heyî xetên em wan wek "cîhan an hebûn" e, bi nav dikin in.
Ji ber gerdûn timî xwe ji nû ve saz dike dahûrandina wê jî timî rastî derbxwarinê tê. Nimandina vê derbxwarinê bi reng û rûpoşan destnîşankirin û çarçovekirina sûretê vê derbxwarinê ne peywira afirîner e; ev yek kirin, jixwe ji aşkerakirina ya aşkera, ji vegotina ya ne hewceyî vegotinê pêvtir ne tiştekî din e.
Berovajî, erka hunermend "bo hêza di pişt derbxwarinê de maye bê dîtin divê xêzên jê re alîkar bin xêz bike; li pey famkirina heqîqet û razên cîhanê biçe".
Ango, bi şêwe û ahenga xwe ve erka wî ev e " divê timî temaşevan bi bêdawîtiyê ve rû bi rû bîne".
10
Ne hêsa ye mirov amûran wek mirovên dîtir jê bawer dikin bibîne.
Yên ji xwendin û "sûret'ên berê sermest bûyî, nava wan bi yên beriya xwe hatine bikaranîn tije ne.
Ev yek, wek cara pêşî hev dibînin şerê ji têkîliyên berê xilaskirina peyvê ye. Divê em bi pakîtiya çavên gelekên din amûran bibînin(li wan binêrin) da ku em karibin wan bi halê heqîqî û xav ve binivîsin, bisiwêrînin.
Ev yek dê me bibe tiştê ez jê re dibêjim "sofîtiya hunerê". Di vir de divê em vê hevoka min bi wateya olî û dîrokî ve tevlî hev nekin, em wê wek şênberbûna xewneke hunerî fam bikin.
14
Yewnanên antîk bedena xwezayê kopye kirin, lê belê, beriya wan Sûmeriyan, Babîliyan û Fenîkiyan der barê xwezayê de hizrên xwe xêz kiribûn. Yanê Yewnanî ji dewsa ku bi wate-maneya xwezayê re eleqeder bibin rabûn bi sûretê xwezayê re eleqeder bûn.
Hunermendên misilman bi awayekî ku berovajî amûran e anîn navgînên hunerê ji dewsa kopyeyê danîn holê. Yên beriya wan ku bi sêwirandinê cîhanek bi gewde kiribûn hunermendên misilman jî dixwastin li wê cîhanê cîhaneke din ava bikin.
Eleqeya sereke navgîn in lê eleqeya sereke ya hunermendên misilman afirandin e; ji ber ku navgîn îşaret bi têkîliyekê dike, bi serê xwe ne hebûnek e.
Beriya îslamê hunermendên ereb bi çavê bedenê dîdîtin lê bi îslamê re bi çavê dilî dest bi dîtinê kirin; yê pêşî cîhan bi giraniya wê ya madî ya danîne ber wî ve fam kiriye yê diduyan cîhan wek hebûneke bi hilwastokê ve yan hebûneke taloqkirî fam kiriye.
Prespektîfa yê pêşî rê dide dubarekariya dîtbariyê ya navgîna li cihekî tê birin bo cihekî din; ango tiştê li xwezayê tê dîtin dikare li ser keviran, kaxizê yan bi textikan were çêkirin-kopyekirin. Lê prespektîfa yê diduyan berovajî yê din, rê dide ku ew maneya di pişt navgîn de ye bibîne. Yê pêşî bi hebûna berdest re eleqedar e, yê din bi (öz) esasê hebûnê re eleqedar e.
15
Yê xêz dike "çavê dilî ye" û beden ji şahidekî vê yekê pêvtir ne tiştekî din e. Ji ber hunermend bi çavê dilî li cîhanê dinêre wê wek tiştekî ku bi hêmayekê naşibe tiştekî, wek şiklekî ne tiştek e disêwirîne. Bi rêya berhema xwe hewl dide cîhanê ber bi ya raz e ve bizivirîne. Weku erka xwe ya fîzîkî "di xuyaniyê de ya ne xuyanî, di tariyê de ya zelal" derxistin be.
Rast e, em di ya kifş de ya xuya dibînin û fam dikin, lê ev yek jî rast e; bi çavên xwe yên fîzîkî em ne di wê şiyanê de ne ku her tiştê di ya zelal de ye bibînin.
Ev prespektîf azadiyê dide hem ê dibîne hem a tê dîtin.
Ango, li gorî hunerê di kêliya mirina navgînê de jî gengaz e meriv bêje, ji nû ve çê dibe-tê dinê. Yanê kêliya dimire kêliya tê dinê-çê dibe ye.
16
Afirandina hunerî bes ne ya bi cîhanê re eleqeder e, ev mijareke divê li ser hunerê bê ceribandin e. Heke em di afirandina ereban de behsa hunera plastîkî dikin divê em pirsa "dîtinê û wate-maneya sûret" dubare dubare bipirsin.
***
*Ji pirtûka Adonîs a bi navê "Sofizm ve Sürrealizm" (Sofîzm û Sûrrealîzm)
Însan Yayinlari.
Wergera ji tirkî Welat Dilken.
Adonîs kî ye? Adonîs helbestkarekî navdar ê Sûriyeyî ye. Helbest û pirtûkên wî bo bi dehan zimanan hatine wergerandin. Ew wekî helbestkar xwedî gelek xelatên navnetewî ye.
Têbinî: Bo bala xwendeyan! Di vê gotara Adonîs de ji ber di vegotina mijarê de tevlihevî çêdikir min beşên bi jimare 11-12-13 wernegerandin.
Têbiniya Diyarnameyê:
Welat Dilken berî vê ji Adonis wergerandibû. Ew jî ev e:
- Poetîka xwendinê
Têbiniya Diyarnameyê:
Welat Dilken berî vê ji Adonis wergerandibû. Ew jî ev e:
- Poetîka xwendinê