logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

"Divê Tirkiye vîna kurdan nas bike"

Endamê Desteya Bilind a Kurdan Aldar Xelîl diyar kir ku wana di civîna xwe ya li Hewlêrê de li ser al û şêwaza rêxistinî

  • Dîrok: 31/07/2012
  • Beş: Nûçe

Abdullah Bîlen – Hewlêr

Endamê Desteya Bilind a Kurdan Aldar Xelîl diyar kir ku wana di civîna xwe ya li Hewlêrê de li ser al û şêwaza rêxistinî ya rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiriye. Xelîl bal kişand ser serdana Davûtoglû ya Hewlêrê û diyar kir ku dê Herêma Kurdistanê bersiva pêwîst bide Davûtoglû. Xelîl got; “Li gorî ku me jê fêm kir; Kurdên Rojava ji bo we ne xeter in, em mudaxeleya Rojava nakin. PKK li wir tune ye. Lê rastiyek heye, ger li welatek din li kêleka me, li parçeyek din a Kurdistanê pirsgirêk çêbibe, em bixwazin, nexwazin bandorê li me jî dike. Lê em li wê derê tune ne, Kurdên Rojava xwe bi xwe bi rê ve dibin.

Di van rojên dawiyê de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê civîn û hevdîtinên girîng pêk tên. Desteya Bilind a Kurdan a Rojavayê Kurdistanê li ser vexwendina Serokatiya Herêma Kurdistanê hat Hewlêrê. Tam di van deman de tê diyarkirin ku Serokê Encumena Niştîmanî ya Sûriyeyê (ENS) Ebdulbasit Seyda jî hatiye Hewlêrê û xwestiye bi kurdan re hevdîtinek pêk bîne. Lê hevdîtin pêk hatiye yan na, haya kesî jê nîn e.

DAVÛTOGLÛ TÊ HEWLÊRÊ

Piştî van hevdîtinan, serdaneke din a krîtîk ji bo Hewlêrê pêk tê. Vê êvarê an jî sibê dê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû were Hewlêrê û der barê rewşa rojavayê Kurdistanê de hevdîtinan pêk bîne. Endamê Desteya Bilind a Kurdan Aldar Xelîl ev pêşketin ji bo ANF’ê nirxand û diyar kir ku ew bawer nakin ku Davûtoglû bi Desteya Bilind re hevdîtinê pêk bîne. Xelîl got ku dê Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de peyama pêwîst bide Davûtoglû û destnîşan kir ku dê Davûtoglû nerehetiyên xwe bîne ziman.

BARZANÎ BI DESTEYA BILIND RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ

Xelîl ragihand ku ew li ser bangewaziya Serokê Herêma Kurdistanê hatine Hewlêrê û hevdîtin bi Barzanî re pêk anîne. Xelîl got; “Di civînê de aktîfkirina biryarên Desteya Bilind a Kurdan û planên li pêşiya wê, her wiha hin planên ji bo dema bê bi giştî hatin gotûbêjkirin. Wekî civîna bi rengê pîrozbahiyê ya ji bo avakirina desteyê bû.”

CIVÎNA ME YA LI HEWLÊRÊ BERDEWAMA CIVÎNÊN QAMIŞLOYÊ BÛN

Xelîl got ku wan piştî hevdîtina bi Barzanî re civîna xwe ya sêyemîn a Desteya Bilind a Kurdan pêk aniye û ev agahî da; “Piştî ku civîna me ya bi Serokê Herêma Kurdistanê re qediya, em jî di nava xwe de ji bo gotûbêjkirina hin mijarên sereke, civiyan. Ji ber ku ev civîn li Qamişlo hatibû plankirin. Civana me ji bo civînê hebû, me xwest em karê xwe li vir berdewam bikin, heta ku em vedigerin. Ji ber vê me civîna siyemîn a desteyê li dar xist. Me li ser plansaziya civîna li Qamişloyê pêk hat gotûbêj kir, hinek mijar hatin rojevê.”

JI BO EREB Û SÛRIYEYÊ PEYAM

Aldar Xelîl destnîşan kir ku di van demên dawiyê de di raya giştî ya herêmê û cîhanê de wisa hat nîşandan ku tu dibêjî qey kurd parçebûnê dixwazin û an jî kurd dê ji bo cîranan bibin xeterî û got; “Li hemberî vê yekê me daxuyaniyek da. Me got ku kurd ji bo cîranan ne xeter in. kurd ziyanê nadin cîrana. Her wiha me xwest raya giştî ya ereban û Sûriye jî bizane em ji bo herêmê ne xeter in û em parçebûna xaka Sûriyeyê naxwazin.”

AL Û NASNAMEYA ROJAVA HAT GOTÛBÊJKIRIN

Endamê Desteya Bilind a Kurdan der barê naveroka civînê de ev agahî da; “Her wiha daxwazên Kurdên Rojava hatin gotûbêjkirin. Divê gelê kurd li Rojava hemû bi hev re bi yek daxwazê derbikevin pêşiya xelkê, ne ku her aliyek tiştek bixwaze. Desteya Bilind gotûbêja li ser van daxwazên kurdan kir. Bi taybetî ji bo rojavaya Kurdistanê alek hat gotûbêjkirin. Ji ber ku alên parçeyên din ji bo me pirsgirêk in. Em parçeyên din ên Kurdistanê yek dibînin. Lê pirsgirêk ew e ku ger ala parçeyek din a Kurdistanê li vir bê bilindkirin, di nava hêzên navneteweyî de cuda tê nirxandin. Wisa nîşan didin ku wekî ku ev parçe bi mudaxeleyên parçeyên din tevdigerin. Em jî dixwazin nîşan bidin ku bi rastî jî rojavaya Kurdistanê polîtîkayek xwe ya taybet heye. Bi rastî jî wisa ye. Lê dîsa jî gelê me di aliyê hestyarî de girêdayî hev in. Lê divê Rojava jî xwedî nasname û alekê be.”

BERDEVKÊ RAGIHANDINÊ HAT DIYARKIRIN

Xelîl got ku hin mijarên din ên wekî; rengê rêxistinkirina herêmê (rojava) û komîteyên din hatin sazkirin. Xelîl diyar kir; “Mînak me di nava desteyê de berdevkê ragihandinê hilbijart. Birêz Ehmed Silêman ji niha û pêve berdevkê ragihandinê yê desteyê ye. Tiştên ji bo ragihandinê bên dayîn dê bi rêya wî pêk bên. Jixwe di nava me de komîteyên wekî maliye û yên pêwîst hatin sazkirin.”

DAVÛTOGLÛ ÇIMA TÊ HEWLÊRÊ?

Xelîl der barê serdana Davûtoglû de jî ev nirxandin kir; “Davûtoglû dibe ku were bixwaze vê meseleyê vê fêm bike, an jî nerehetiya xwe ya li hemberî vê rewşa Rojavayê Kurdistanê bîne ziman. Dê nerehetiya xwe ya li hemberî kurdan li Rojava bîne ziman.” Xelîl got ku ew bawer in ku Davûtoglû dê bersiva pêwîst bigire û got; “Hebûna kurdan li Rojava heye, divê mudaxeleyê wir nekin, Kurdên Rojava jî mudaxeleya karên Tirkiyeyê nake. Divê Tirkiye îradeya gelê kurd li rojavayê Kurdistanê nas bike. Çawa ku Erdogan dibêje bila Beşar Esad rêzê nîşanî vîna gelê Sûriyeyê bide, em jî Erdogan û Davûtoglû re jî dibêjin ku hûn jî mudaxeleya vîna kurdên rojavaya Kurdistanê nekin. Jixwe ev yek ne heqê we ye hûn mudaxele bikin.”

DAVÛTOGLÛ DÊ ÇI PEYAM BIGIRE?

Xelîl der barê peyamên ku Davûtoglû ji Herêma Kurdistanê werbigirin de jî ev pêşbînî destnîşan kir; “Dê ji Davûtoglû re were gotin ku em ji bo Tirkiyeyê tu xeterî çênakin. Desteya Bilind a Rojava ji xwe ev daxuyanî daye. Dê were gotin ku jixwe li wê derê PKK tune ye, tişta ku li wir heye, Kurdên Rojava bi xwe ne. Ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin. Ev yek jî tiştek xwezayî û rewa ye.”

Xelîl bal kişand ser helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî û got; “Li gorî ku me jê fêm kir; dê Birêz Mesûd Barzanî bêje ku Kurdên Rojava ji bo we ne xeter in, em mudaxeleya Rojava nakin. PKK li wir tune ye. Lê rastiyek heye, ger li welatek din li kêleka me, li parçeyek din a Kurdistanê pirsgirêk çêbibe, em bixwazin, nexwazin bandorê li me jî dikin. Lê em li wê derê tune ne, Kurdên Rojava xwe bi xwe bi rê ve dibin.”

AKP BILA PÊŞÎ PIRSGIRÊKA 25 MILYON KURDAN ÇARESER BIKE

Xelîl pêşniyar kir ku hikûmeta AKP’ê pêşî pirsgirêa 25 mîlyon kurdên di nava xwe de çareser bike û got; “Em îhtîmal nadin ku Davûtoglû bi kurdan (Kurdên Rojava) re hevdîtin pêk bîne. Lê bila Tirkiye berî her tiştê meseleya kurdên di nava xwe de çareser bike. 25 mîlyon kurd li wir hene, wana înkar dike. Kurdan li wir hin çalakiyên demokratîk pêk anîn, Erdogan dîn bû.”

Xelîl, xwepêşandanên bi heybet ên ku roja yekşemê bi diruşma “Desteya Bilind nûnera min e” li seranserê rojavayê Kurdistanê jî silav kir û got; “Gelê kurd roja yekşemê di xwepêşandanên li rojavayê Kurdistanê pêk anîn de peyam û bersiva pêwîst da her kesî. Gelê kurd ji bo yekîtiya Rojava pir bi biryar e. Ji bo avakirina Desteya Bilind a Kurdan pir kêxweş bûne. Ev yek jî nîşan dide ku barek mezin dikeve ser milê me. Em jî hewl didin ku hêjayê vî gelî bin.”


 

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li ser komkujiyê belgefîlmê “Niştimanê Çîrokan” hat nîşandayîn

ad

Divê gotina 'Ciwan hêzên parastina zimanin' bikeve jiyanê

ad

Li Amedê operasyoneke din a siyasî

ad

Vane 'welatên herî baş'

ad

Koçyigit: Zarokên kurd ji mafê perwerdehiyê mehrûm têne hiştin.

ad

Samî Evren bû Serokê KESK'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname