Tê bîra min, dema em hê gundî bûn-li gund bûn ji şevbihêrkan bigre ta dawetan, ji şîna bigre ta pêvçûnan û ta çend ciwan û kalepîr li beroşkekî dihatin cem hev, qal û meseleyên bo kenînê giş tinaz, biçûkxistin, rûmet şikandin, henek pêkirina kesan bû; kî bûn ew kesên tinzapêkirinê; gavanê gund bû, şivanê gund bû, kulekê gund bû, piştxûzê gund bû, lal û laloteyê gund bû, kerrê gund bû, dînikê/a gund bû, kinik û pir dirêjê gund bû, xizan û bêkirasê gund bû, jinika bêkes bû, mala bi teşikekê û firaqekê bû, xortê sal ji ser zevaca wî re derbasbûyî bû, keçika di mal de mayî bû, û hin pîrên gund bûn û hin kalên gund bûn, poz dirêj bûn, birêveçûna hinan bû, binavtêdana (laqab, mexlas, kodê hinan û hwd.
Helbet dema me zarokan xwe dida tengala wan û ew tinaz û henekpêkirin dibihîstin dibû tîqe tîqa me jî û bi devekî qasî devê şikeftê vekirî em jî xav xav dikeniyan…
A xwe bêjim; îro, her cara tê bîra min di ber xwe de fedî dikim, çawa bi xwezayîbûna kesan a “bi dirûvî, şemal û kemayiyeke bedenî ya mirovî” ez jî keniya me… şerm dikim.
Helbet hêngê mîzah û komedî tişta em dikenandin bû, navgîn û qisûrên kesan ên bedenî û xwezayî ne xema me bû, helbet ne xema kesên ew ji xwe re dikirin çîrok û meselokên pêkenînê jî, çimkî ya girîng kenîn û dan kenandin bû, wekî din…!
Pişt re em daketin bajaran helbet li wir jî pêdivî bi kenînê hebû, lê di kovar, tv û şanoyan de me dî meriv bi tiştekî din dikenin, ne bi kêmasiya bedenî û xwezayî ya hin mirovên din… Me dî ku xelk bi hunera mîzahê tiştên komîk dike, dinivîse, dilîze û yên dixwînin, temaşe dikin an dibihîzin jî dikenin; xweş bû, çimkî dilê kesî nedişkest, nedima (!)
Tabê ew hunera xelkê dikir bi zimanê xwe dikir û bi rêya navgînan derdiket pêşberî me jî, em jî pê dikeniyan û pişt re em hîn bûn, ku mîzah ne tinazpêkirin e, hunerek e!
Îro li ser dikê û di navbera rûpelên kovar û pirtûkan de kesên bi hunera mîzahê re radibin didim alîkî! lê hin caran li ser hin rûpelên medya sosyal, di nav nîqaş û gengeşiyan de dibînim, çavê min jî lê dikeve ku hinên xwe jîr û biqail dihesibînin, xwende ne jî haaa! bi xwendin û peyva kurdî re jî eleqeder in, lê rêbaz, navgîn, mijar û asta mîzahê digrin dest hêj ew a li gund li beroşk dihat kirin e. Lê ew ne mîzah tinazpêkirin e. Bi zanîn an nezanîn bi çi tinazên xwe dikin, bi navê pirûkekê, bi navê nivîskarekî, bi hunera muzîkjenekî, bi nûçeyekê, bi rewşeke civakî, bi taybetiya herêmeke welêt, bi devoka herem û bajarekî û hwd.
Heta hinan bi navê skeç û komediyê rewş aniye asta vîdeo çêkirinê jî; bi devoka derekê, bi pozê yekî/ê xar, bi şêweza axaftina herêmekê, bi kincekî bi pîne pê yên di asta xwe de dikenînin; me bi bêestetîkiya me ya bindestane didin kenandin.
Ne ku em ew qas mîzahî ne ha, xêr, tinaz bi xwe kirin çorsitiyeke bindestan e, loma.
Heyra, heke ji we heye, ger hûn pir jîr û zekî ne fermo mîzaheke ku tê de huner heye bikin em jî pê bikenin û li ser piyan ji were bidin çepikan! Çimkî bi rastî pêdiviya me bi mîzaheke bi huner heye, lê ne bi tinazan.
Ha, ger we dil heye bi vê tinazpêkirinê asta hunera pirtûk, muzîk, wêje û hunerê derxin holê, fermo rexne û nirxandineke wêjeyî û hunerî bikin da xwediyê wê wêje û hunerê jî jê sûdê werbigire, em ên din jî....
Na, ger aqilê we yê wê tune, hişê we têrê nake xebateke hunerî re bêjin, me xwend û veçiran lê tu huner tê de tune bû û vaye ev jî analîza me ye..!
Lê ka ew marîfet? Nexwe huş bin, rêzdar bin.
Çimkî asta hunerî li aliyekî, lê heke tu huner jî tê de tune be, qe nebe dema xwediyê/a wê kitêbê, wê muzîkê ew afirandiye çendîn ku nekariye hunerekê derxe holê jî (erê yên bêhuner hene û pir pir in…) lê dîsa jî li holê kedek heye, qe nebe ji wê kedê re piçekî rêzdarî, lê ne tinazpêkirin.
Lê divê vê jî bêjim, li gor dîtina min deriyê vê bêhedî û bêedebiyê mixabin dîsa xwediyên wan ‘huneran’ ji we re vekiriye. Yanê ew ‘nivîskar û hunermendên’ ku cihê xwe nizanin, bo kesek behsa navê wan bike ew ên ku xwe ew qas berling kirî, bûne sedem ku ‘ewka’ hinên xwe nizanin rabe…
Bi tirkî ji vê re dibêjin ‘tiye almak’ lê tiye almak aqilekî, jîrekiyekê dixwaze, balam ya we ne jîrekî, baqilî ye ‘ewk rabûn e’.
Kê ewka ew rakiriye? Helbet yên ku doh we ewka wan rakirî…!
Dema vê tinazpêkirina qaşo bi hewesa mîzahê tê kirin dinêrim-dibînim ew a li ber beroşkê li gund dihat kirin tîne bîra min! Yanê di van bîst-sî salên borî de me di xwe de tiştek neguherandiye, zêde nekiriye…
Hingê jî em gundî bûn îro jî wisa ne.
Hingê jî em bindest û kolonî bûn îro jî em wilo ne.
Hingê jî em qebe û barbar bûn; diyar e, îro jî em hê winga ne.
Nizam! gelo destnîşankirineke sosyolojîk a wiha heye; ‘serdest tenê bi riyeke dikare bindest di bin serweriya xwe de bigire; bi neguherandina aliyê bindest ê barbar, bi pesndayîna barbariya bindest’ ?!
Çimkî bindest bi kêmayiyên xwe yên bedenî û dirûvî, bi yên xwişk û birayên xwe, bi yên dê û bavê xwe, bi yên çand û zargotina xwe dikare bi awayekî tinazwarî bikene.
Çimkî ji dervayî ‘dirav-pere’! bindestê barbar tu tiştê aîdî xwe yê pêşketinê, çandî, hunerî, estetîkî, keleporî, dîrokî û kevneşopî… heta meseleya azadî û serbestîye jî, cidîîî na-gi-reee(!)
Çimkî bindestî bi barbarîzma xwe ya ku degirkar pê pişta wî mist dide ‘şa’ dibe.
Loma, barbarî her bindest mayîn e...


