Peyva ewilîn a ku li ber pênûsa nivîskêr dadirije ser kaxizê, pê re pê re goşt digre dibe hevok û bi bervî çîrokê ve wekî bejna spîndarê bejn dide. Di vê pêvejoya lêkirina dîwarê honekê de xwînerê kêliya yekem a metnê, nivîskar bi xwe ye. Her çiqas ê/a ku dîwarê honeka çîrokê lêdike, ku nivîskar be jî, lê ew di pêdeçûna çîrokê de ne carê, bi dehan caran dibe xwînerê yekem ê/a metna xwe. Lê piştî ku wî/wê hevoka dawî nivîsî û wekî çîrok ku di navbera du bergan de metna xwe bi firê xist, êdî xwînerê wê metnê ne nivîskar xwînerê li derve yê ku nivîskêr di dema lêkirina honekê de xwe dixist dilqê wan. Lê çi dem, ku metn kete nava du bergan, nivîskar êdî di dilqê dayika, ku kur an keça wê gihaye temenê zewacê, ku dikeve tatêla‘gelo hinin ên ji malzaroka min in jî biecibînin, bixwazin’? guh didêre derdora xwe da yek an çend kes behsa-pesna yên ji wê peyda bûne jî bikin-bidin.
Di qada wêjeyê de pesindar xwîner e, ku hebe yek jî jê rêxnegir e. Lê yê ku bala rêxnegir dibe ser metnê jî xwîner e yê ku bala nivîskêr lê ye jî xwîner e. Û bê şik û guman, ê ku ji dîrokê ta îro bi destên metnê re girtiye û ew aniye asta îroyîn, dîsa xwîner e.
Wêjeya ku piştî serboriya bi keft û left a bi sedan salan li pey xwe hişt, îro di nav civakan de gihaye cihekî bi xwedî xatir, pê re di serdema îroyîn de bûye yek jê diyardeya herî popîler, ku bi mîlyonan mirovan wekî xwîner li pey xwe radikşîne. Bi wê popîlertiyê re îro dema meriv bala xwe dide girseya xwîner, a ber bi çavên meriv dikeve, tê dîtin ku du cure xwîner li dora metnê û afirînerê metnê nivîskêr civiya ne!
Ji wan xwîneran ê yekem xwînerê metnê-berhemê ye. Lê yê duyemîn, ê ku bi çanda popîlerîzmê re peyda bûyî, xwînerê nivîskêr e!
Ango cudahiya xwînerê yekem û duyem ew e; xwînerê yekem eleqeyê nîşanî berhema nivîskêr dike lê xwînerê duyemîn ê ku li ber bayê popîlerîzmê ketiye, ji dewsa berhemê ew bûye aşiqê çîroka şexsî ya nivîskêr û aforîzmeyên nivîskêr ên dervayî metnê û nivîskêr bi xwe. Bala wî/wê ji berhema nivîskêr bêhtir li ser wî/ê û jiyan û magazîna nivîskêr e.
Xwînerê/a yekem; xwînerê berhemê ye. Têkîliya wî/ê ya bi nivîskêr re bes metn e. Bêyî berheman, nivîsan, gotûbêjan, şopandina çalakiyên wêjeyî û mizgîniya berhemeke nû, nivîskar ne di bala wî/ê de ye; li ku rûdine, çi dixwe vedixwe, bi kê re radibe rûdine, çi li xwe dike, qeşeng e yan na, qet ne di bala wî/wê xwînerê de ye. Ku ew bi serborî, kesayetî û hinekî bi çîroka jiyana nivîskêr zanibe jî, lê ew vê yekê di devê xwe de nake benîşt nacû, nade cûtin! Bes, ew di berhemê de li zevqa wêjeyî digere, bi xwendinê dixwaze çêja wêjeyê werbigre. Heke ku nivîskêr ew yek bexşî wî/ wê kiribe ew dibe nivîskarê wî/ê. Û heke ku ew xwînerekî/ê bi wêjeyê re eleqeder be, ku derfetê bi dest bixe bi wêrekî, zanayî û bi nefsbiçûkî dikare pirs û rexneyan jî li afirînerê berhemê bike, û ewqas!.
Ew e xwînerê ku qîmet, nirx û xatir dide wêjeyê û nivîskêr û tiştekî girîng tevlî wê wêjeyê dike . Nivîskar him gelekî ji wî/ê hez dike û him jî ji ber ku ew xwînerê rast e jê ditirse jî. Bes, di destê wî/wê xwînerê/î de ji dewsa çepikên şelafiyê berhem heye… Ew xwînerê ku aleya wî zimanî û wê wêjeyê li berzebanan dalidiqîne…
Xwînerê/a duyem; bi xwendina berhema yekem re dibe aşiqê wî/wê nivîskarê. Ew xwîner bi xwendina berhema nivîskêr a yekem re wî/wê dike nav nivîskarên xwe yên bijare. Li gorî wî/ wê xwînerê, nivîskêr di berhema xwe de emerîka kifş kiriye; wekî berpirsyariya belavkirina vê rastiyê; ew xwîner îhaleya propagandeya wî/wê nivîskarê/î digre ser milên xwe. Di civat û sohbetên dostik û hevalan de, hew hevokên wî/wê ew in: Nivîskarê min wisa wisa nivîsî ye, awandgard e, tirtire ye, pêşeroja wêjeya vî gelî, vî zimanê û vê wêjeyê ye û hwd. Xwînerê îhale hildayî milê xwe, bê hed dide nav, ku carinan nivîskarê berhemê jî şaş dimîne, ‘gelo ew ê ku tê behskirin ez im’!?
Ew xwînerê xapandî yan ê ku xwe xapandî, êdî xwe dide bendê da ku nivîskarê/a xwe gotineke tirtire li ser zimanê xwe bipekîne da ew wê wekî aforîzmayekê li derdora xwe belav bike!.
Ew xwîner lixwekirinên wî/wê, xwarin û vexwarin, bi kê re rabûn û rûniştin, qeşeng e yan na, bi van tiştên nivîskarê/a xwe re gelek eleqeder dibe. Xwe dide bendê da bi wî/wê re wêneyekî bigre û belav bike. Peywira îhalegirtinê baş bi cî tîne. Ew xwînerê cefakêş dê bi şev û roj hewl bide, ku berhema nivîskarê belkî ji bajarê xwe, belkî ji herema xwe, belkî di nav komika xwe ya hevalan de ye, rade çavên derdorê: berhem wisa wisa berze ye û hwd!
Ango di şelafiyê de kêmasî nabe! Ta kengê, ta ku nivîskêr ew şelafiya wî/wê textîr nekiriye. A hingê, wê bi hêrs û bi rikeke dijminane (wekî evîndarê/a hatî rêdkirin) dê nivîskarê ku li ser destê xwe hildaye ber esmanan, li jorê ku berd jêr, parçeyê mezin ê nivîskarê reben ku haya xwe ji vê işqa xwîner tune ye, dê guhê wî/wê be! Ew ne xwînerê rast ê wêjeyê û berhemên wê ye. Ew aşiqê çîroka şexsî ya nivîskêr e. Tişta ku bandorê li ser dike ne berhem bayê çanda popîlerîzmê ye. Belkî, hebûna wê/î xwînerê ajoyên nivîskêr biwerimîne, lê tu xêra xwe ji wêjeyê re tune.
Ji lew, di destê wî/wê de ne berhem çepikên şelafiyê û li milên wî/wê nivîskar sîwar e!
Lê xwînerê kurd! Gelo ew berhemê dixwîne yan li pey çîroka nivîskêr a şexsî-magazînî ye?
Têbinî: 21’ê Adarê roja Newrozê di heman demê de Roja Cîhanê ya Helbestê ye jî. Bi hêviya ku hemû qadên Newrozê bi bihîstina dengê helbesta kurdî bixemilin bicoşin, roja helbestê bi germahî û ronahiya agirê Newrozê pîroz be! Newroz pîroz be, Newroztan pîroz bit, Nûroz mubarek bo, Newroz pîroz bo!