logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

TRT kurdî dê çi li jiyana min zêde bike?

  • Dîrok: 25/12/2008

 

Li ser TRT Kurdî, bi navên din Heşt TV, yan jî Şeş TV gelek tişt têne gotin. Nav ku hê nediyar e dê çi bibe, çi dibe bila bibe ji ber ku xîtabî kurdan dike, di heman demê de xîtabî min jî min dike, çend gotinên min jî li ser hene.

1-
Ji kasetek kurdî heta TRT Kurdî
Ez zarok bûm. Niha ez nizanim ez çend salî bûm, lê li dor 10-12'an bûm. Nedihiştin em derkevin derve; digotin eskeran avêtiye ser gund û gundiyekî me ji ber ku kaseteke bi kurdî li mala wî bûye ew birine.
Ez pê nizanim lê gelek mezinên me gotine, 'Ji ber ku bi kurdî axivîne cezaya pereyan xwarine.'
Her wiha di salên dawî de ez dizanim ji ber peyveke kurdî em bibêjin ji ber 'merheba'yê yan, ji ber tîpeke kurdî kesan ceza xwariye.
Em ji binçavkirina ji ber kasekete kurdî hatine vê derê: Dewlet televîzyoneke bi kurdî vedike.
Yên ku li dijî vê televîzyonê derdikevin jî, yên ku piştgiriyê didin jî kes nabêje: Kurdên Bakur ev bi dehan salan in têdikoşin, bi têkoşîna wan rewş guheriye hatiye vê merheleyê.
Kes nabêje, ger kurdan bi têkoşîneke xurt doza mafê xwe nekirina dê îro tişteke wisa neba.
Vekirina TRT Kurdî dê hemû qalibên heyî bide nîqaşkirin, di serî de qaliba 'Yek ziman'...
Di beşa yekem de fikra min ev e.

2-
Ez ji TRT Tirkî nerazî me, lê ji TRT Kurdî?
Ez rojnamegerekî kurd im. Hem ji bo agahiyên ji bo xwe, hem jî ji bo dinyayê bişopinim ez gelek beşên çapemeniyê dişopînim. Ji înternet, rojnameyan bigere heta TV'yan. (Divê ez bibêjim ku ez kêm li radyoyê guhdarî dikim)
Di vê şopandinê de helbet ez carinan li TRT'ê jî dinêrim, lê bi giştî divê ez bibêjim ku ez ji weşanên TRT'ê ne razî me, bernameyeke TRT'ê ku her ez bişopînim nîn e. Mînak bernameyên nîqaşê yên di televîzyonên taybet de, rêzefîlmên wan ku ez dişopînim hene, lê di TRT'ê de tişteke wisa ku min her ber bi xwe ve bikişîne nîn in. Tenê roja yekşeman serê sibê bernameyeke taybet (bi navê Politik Açilim) heye, ger dema min hebe ez carinan lê dinêrim; hew. Mînak bernameya nûçeyan a TRT Tirkî qet bala min nakişîne, jixwe bi awayekî objektîf li kurdan narêne. Di dema ku ez li TRT Tirkî temaşe nekim, ew qas pere ji bo TRT Tirkî têne veqetandin nikare bala min bikişîne dê TRT Kurdî çawa bala min bikişîne?..
Di nav jiyanê de bi giştî ez li dû zewqa xwe me. TRT Kurdî nikaribe min tatmîn bike, karê wê zor e.
Xala diduyan ev e.
Û ez hêvî dikim TRT Kurdî bikaribe bala min bikişîne.

3-
Kurdî di RTUK’ê de nîn e
Pirsgirêka sereke, pirsgirêka qebûlkirina navê kurdî bi xwe ye. Di zagona RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê) de qala zimanekî kurdî nayê kirin. Di rêziknameyê de wekî 'zimanên herêmî' tê gotin. Yanê hê bi awayekî fermî 'zimanê kurdî' nehatiye pejirandin. Berî her tiştî divê ev yek bê guhartin û kurdî bê pejirandin. Vekirina TRT Kurdî dibe ku vê yekê biguherîne, bi gotineke din divê miheqeq biguherîne. Bi vebûna TRT Kurdî re di vî warî de jî miheqeq nîqaş û guherîn dê pêk bên.

4-
Meseleya tîpan
Heta niha tîpên wekî 'w', 'q', 'x' ku li Tirkiyeyê wekî tîpên kurdî ketine rojevê nehatine qebûlkirin. Nehiştine kurd bi van tîpan nav li zarokên xwe bikin. Nehiştine em "Newroza" xwe bi 'w'yê binivîsin. Helbet emê binêrin dê TRT Kurdî van tîpan bikar bîne yan na?
Mesela carinan dê jêrnivîs bêne nivîsandin û helbet emê li van tîpan jî binêrin.

5-
Aliyeke din a meseleyê 'çima îro' ye?
Di dema ku DTP'ê biryar daye 'berendamên wan divê bi kurdî bizanibin' de, di dema ku wisa diyar e DTP li gor hilbijartina tîrmeha 2007'an dê li herêmê li hin cihan zorê li AKP'ê bike; gaveke wisa ya AKP'ê tê fêmkirim. Helbet AKP niha desthilatdar e û helbet dixwaze; belkî jî mafê wê ye bi gaveke wisa li hemberî DTP'ê bikeve nav tevgerê.
Helbet ez baş dizanim hikumet vê gavê dê li hemberî kurdan, bi taybetî jî di vê hilbijartinê de li hemberî DTP'ê bikar bîne. Em kurd jî, hem yên ku çûne di televîzyonê dixebitin, hem hilbijêr, hem jî rêveberên saziyan miheqeq divê bi vê bizanibin; dibe ku dizanin jî.
Fikreke min a wisa jî heye: Heta hilbijartinê ev TRT Kurdî dê bi awayekî xurt bê bikaranîn, di hilbijartinê de ger AKP li herêmê li hemberî DTP'ê têk biçe dê xebata TRT'ê jî sist bibe, bi paş ve here. Lê ger AKP bi ser bikeve, ji bo ku hinekî din pişta têkoşîna kurdan bişkînin dê xebatên TRT Kurdî bi vê gurahiyê bidomin.

6-
Derûniya civakê
Meseleya psîkolojîk a meseleyê heye. Di nav civakê de bi awayekî fermî vebûna kurdî dê tesîreke mezin li civakê bike. Ji niha de aliyên neteweperest dibêjin 'hikumet Kurdistanê çêdike'. Aliyên kurdan jî pê nerazî ne.
Û ev yek jî dê derkeve holê: Kurdî bi TRT'ê dikeve nav rewşeke cihê, êdî rêyeke din li ber kurdî ye.
Tesîreke wê li min jî heye: Ez dem adi Azadiya Welat de dixebitim ez diçûm min nûçeyeke dişopand, dema navê rojnameyê û kurdî dibihîstin ecêb diman, hinan xwe bi paş ve dikişandin. Niha ez dema diçim ciheke li ser navê Diyarnameyê ez diçim, dîsa heman tişt ne zêde be jî heye. Bi vebûna TRT Kurdî re dibe ku kurdî jî bibe zimanekî ji rêzê, zimaneke ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin. Ger wisa bibe karê me rojnamegeran dê rehetir bibe. An erênî yan neyînî miheqeq dê tesîreke li psîkolojiya civakê bike.

7-
Tu nekî dê yekî din bike
Rêxistinên kurdan ên ku heta niha bi tirkî karê xwe dikirin, ji niha û pêde êdî dê nikarin bi tirkî karê xwe bikin. Dê mecbûr bimînin bi kurdî karê xwe û weşana xwe bikin.
Mesele ev e: Tu nekî dê yekî din bike. Ev ji bo dewletê jî derbas dibe. Dewlet neke, ji xwe yên din waye dikin jî (bi ser dehî re televîzyonên bi kurdî hene).
Di vê xalê de tişteke gelek kêfa min tîne: Dê reqabet çêbe di nav televîzyonên kurdî de...

8-
Meseleya aborî.
Bi qasî sê mehan berê (wê çaxê xebata TRT Kurdî hê ew qas ne xurt bû), li Stenbolê şîrketeke (ez naxwazim navê wê bidim) li min geriya ka em bi çiqas pereyî dublaj û wergerê dikin. Ez çûm, me xeber da, min buha jêre got. (Ji ber ku min heta niha bi sedan xêzefîlm, bi dehan rêzefîlm û fîlm dublaja wan kiriye tevî hevalên xwe, ez bi meseleyê dizanim... Ji ber ku min qet nexwestiye ez derkevim pêş, min qala vê yekê nekiriye, min nehiştiye kesek din jî li ser navê min qal bike. Kesek bi taybetî agahî bixwaze ez dikarim bersivê bidim.)
Dema wê şîrketê ji min buhaya dublajkirin û wergera tekstan kir, min buhayeke ku 'kurdî ne erzan e' da wan.
Careke din li min negeriyan.
Min dixwest vê nîşan bidim: A- Kurdî ne tişteke erzan e. B- Ger ez vî karî bikim jî divê ji piyaseyê zêdetir ez ji vî karî qezenc bikim. Ger na, ez vî karî nakim.
Dûre şîrkete din jî geriya (vê carê dema xebatên TRT Kurdî gur bûbûn), dîsa min buhayeke bilind da wan, ne bi dilê wan bû û em bi hev re nexebitîn.
Gotineke din: Hin hevalan ji min pirsî 'ka ew biçin di nav xebatên TRT Kurdî de bixebitin yan na', bersiva min her ev bû ji bo wan û niha jî ev e: "Em her kes dizanin, dixwazin vê kanalê li hemberî kurdan, têkoşîna wan, di hilbijartinê de li hemberî DTP'ê bikar bînin. Digel vê yekê jî, hûn biçin jî, neçin jî miheqeq ev kar dê bê kirin. Ger hûn pereyeke pir zêde jê kar dikin herin, ger pereyeke hindik, an bi qasî piyaseyê kar dikin neçin."
Ew kanal bi bacên ku ez didim vedibe, ew bac divê ji bo min jî, yanê zimanê min jî bê bikaranîn.

9-
TRT kurdiya berê û ya niha
TRT Kurdî ya ku hefteyê carekê (bi kurmancî û zazakî) û TRT Kurdiya niha çiqas dişibin hev?
TRT'ya ku hefteyê du rojan bi 45 daqîqeyan bi kurmancî û zazakî weşan kir bi kêrî tiştekî nehat. Kesî guh nedayê û di nav jiyanê de winda bû çû.
TRT Kurdiya niha jî ger li ser heman fikrî, heman weşanê bidome dê ew jî bide ser rêya TRT Kurdiya berê.
Ji bo ku TRT Kurdî bê temaşekirin divê klîbên wê ji MMC'ya kurdî baştir bin, bernameyên wê ji Roj TV bi serketî bin, bealî bin û gelek tiştên balkêş pêşkêş bike. Nexwe, ji niha de em bibêjin: Ewê jî bi avê de here.

10-
Gotina dawî:
TRT Kurdî çi dibe bila bibe, çi bikin bila bikin emê bişopînin. Ger tişteke baş bikin ez ji niha de bibêjim li ser navê xwe ezê ji bo wan li çepikan dim, ger tişteke baş nekin miqeqeq dê rexneyên me  li ser wan bin.

Û bi vê peyvê ez dawî lê bînim: Pêdiviya min bi kurdî heye. Pêdiviya min bi berdewamiya, parastin û pêşvebirina kurdî heye. Bi awayekî jidil kî vî zimanî pêş ve bibe emê jêre li çepikan din. Helbet piştî hilbijartinê.
Di vê hilbijartinê de deh TRT Kurdî vebin jî ferq nake; diyar e em dê rêya xwe bidin kîjan partiyê.

Têbiniyeke biçûk: Ez ji nivîsên dirêj aciz im, lê ez mecbûr mam vê nivîsê dirêj bikim. Biborin.

cemilo@diyarname.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Tirkên Kafkasyayê bo alfabeyê komîsyon çêkirin, kurdan çi kir?

  • 30 Rezber 2024

Pirs ev e: Çi eleqeya tirkên Kafkasyayê û kurdan heye? Belkî eleqe nîn e, lê heta ji me bê ka em îzah bikin. De kerem bikin. "Komîsyona Alfabeya Hevpar a Cîhana Tirkan", bala xwe bidinê Cîhana Tirkan, Komîsyona...

Ji kurdên Başûr pirsek li ser Amerîkayê

  • 22 Kewçêr 2024

Li Başûr gelek kompanî hene. Pêşî mînakek: Serokê TISÎAD'ê (Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Iraq-Tirkiyeyê) Nevaf Kiliç wisa gotiye, "Niha nêzî 1500 kompaniyên tirk li Herêma Kurdistanê kar dikin, li temamê...

Danberheva Katalonyayê û Başûrê Me

  • 15 Rezber 2017

Li Başûr 25’ê vê mehê referandûm heye, li Katalonyayê jî serê meha 10’an. Me xwest li ser her du aliyan danberhevek çêbikin û di dawiyê de...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nehiştin endamên Saziyên Sivîl herin Sirûcê

ad

Fransa 11'ê gulanê hin gavan diavêje

ad

HEDEP bû DEM Partî

ad

Bajarê bê mekan wêjevanê bê bajar

ad

Zêdetirî 1500 xwendekarî serî li Zanîngehên Rojava da

ad

Dîmeneke ji Culemêrgê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname