logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Tirkên Kafkasyayê bo alfabeyê komîsyon çêkirin, kurdan çi kir?

  • Dîrok: 30/09/2024

Pirs ev e: Çi eleqeya tirkên Kafkasyayê û kurdan heye? Belkî eleqe nîn e, lê heta ji me bê ka em îzah bikin. De kerem bikin.
"Komîsyona Alfabeya Hevpar a Cîhana Tirkan", bala xwe bidinê Cîhana Tirkan, Komîsyona Alfabeyê? Erê we şaş nexwend. Erê yê hemû welatên tirkan alfabeya wan heye, lê niha gavek din avêtine. Gaveke çawa? Gaveke ji bo YEK ALFABEYA TIRKAN. Ev komîsyona navborî vê mehê li Bakuya Azerbaycanê civina xwe saz kir. 20'ê vê mehê jî li ser civîna xwe daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Wan li hev kir ku ALFABEYEKE HEVPAR ji bo cihana tirkan bê amade kirin ku ji 34 tîpan be.
Niha emê xebata wan û meyla me kurdan bidin ba hev.
De fermo:
- Tirk ku xwedî gelek welatan in, li welatên wan zimanê wan fermî ye jî dîsa tên ba hev û ji bo xwe li ser YEK ALFABEYÊ dixebitin. Kurd bê welat in, alfabeyên cuda bikar tînin, lê nayên ba hev ku ji bo xwe ALFABEYEK yekgirtî saz bikin.
- Di sala 1991'ê de zanyarên tirkan li gor pircureyiya fonetîka wan, alfabeyeke ji 34 tîpan amade kiriye û komîsyona wan niha bi ser vê re nîqaşên xwe dimeşîne. Yên me niha Ev nêzî sed salan e bingeha alfabeya Latînî hatiye danîn, lê tu komîsyonê ku vê li nav hemû kurdan belav bike, yan bi "Rêveberiyên Parçeyan" bide qebûlkirin tune ye.
- Wan li hev kiriye ku alfabeya wan li ser Latînê be, lê di tîpan de li hev bikin. Yên me ligel ku fikra piraniya kurdan hilbijartin û pêşvebirina Alfabeya Latînî ye jî tu gav û fermiyet tune ye.
- Komîsyona wan bang li hevkarên xwe kiriye ku piştgirî bidin Alfabeya Hevpar a Tirk. Yê me ne komîsyoneke wisa heye banga Alfabeya ji bo kurdan bike, ne jî kesî xwe daye ber vî barî. Hema wisa, her parçe li gor xwe, bi alfabeyên cuda karê xwe dimeşîne.
- Komîsyona wan biryar daye vê alfabeya hevpar li Welatên Tirk ên Endam û çavdêr belav bike. Yê me jixwe dewlet tune ye, û ji xwe komîsyoneke wisa jî tune ye, û bi ser de Rêveberiyên Xweser/Federe jî jixwe meyleke wan a bi vî rengî tune ye. Halbûkî rêveberiyên Federe/Xweser dikaribûn/dikarin li nava xwe, li herêma xwe alfabeya Latînî pêş bixin; yan jî karê xwe bi her du alfabeyan bidomînin heta ku yek zêdetir derket pêş.
Hûnê bêjin “Ma wisa nakin?” ezê bêjim na. Hê mehên borî pisûlayê dengdanê yên Rêveberiya Xweser a Rojava li Kobanî bi tîpên erebî bûn. 
Û mînakek din: Li dinyayê gelên ku bûne du parçe hene: Mînak Kore. Koreya Başûr û Koreya Bakur. Erê ew du parçe ne, heta cihekî neyarê hev in jî, du alên wan jî hene, lê YEK ALFABEYA wan heye. Yekî ji Koreya Bakur jî ji Koreya Başûr jî dikare romaneke ji parçeyê din bixwîne. Lê ê me, yekî ji Silêmanî nikare romana yekî ji Rihayê bixwîne; berevajî jî rast e.
Ha, ne ku ev nivîs armanc jê pesindayîna Komîsyona Alfabeya Hevpar a Cîhana Tirkan e; lê armanc ew e nîşan bide ku li dinyayê çi diqewimin, û em çi dikin… 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • 28 Berfanbar 2025

Pirs ev e: 10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan? Ger hûn bêjin, "ka bila bên berdan paşê emê bifikirin çi bikin”, wê çaxê vê nivîsê nexwînin. Lê ger hûn meraq bikin ka pirsgirêk...

Pêdiviya Başûr bi Salih Muslim heye

  • 18 Kewçêr 2017

Ev tiştên ku ez niha binivîsim bi îhtîmaleke mezin dê bi kêrî tiştekî neyên. Lê dîsa jî werin em bi hev re li van sernavan û notan binêrin. Ha,...

Şanoya kurd çi dike û xîtabî kê dike?

  • 05 Tebax 2008

 Di nav kurdan de şanoya kurd heye?Helbet dê şanogerên kurd bersiva vê pirsê bidin. Ez dixwazim li ser çend vê yekê çend xalan pêşkêş bikim.Li...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2021: 25 jinên herî bi bandor ên salê

ad

Uras: Di serê wan de derizînek heye

ad

Rexnegiran belgefîlmên berendam eşkere kirin

ad

Peymana aştiyê îmze kirin, FARC dibe partiya siyayî û dikeve meclisê

ad

MHP'ê xwest mebûsiya BDP'yiyan bê betalkirin

ad

Tanrıkulu: Ez ne berendamê CHP'ê me

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname