Li zanîngehan bo temamkirina xwendinê ya beşê rêbazeke heye; lijne projeyeke dide xwendekar, xwendekar piştî projeya jê hatî xwestin amade dike tîne datîne ber lijneyê, lijne lê hûr dibe, piranî dibêje nebûye; ji xwendekar re dibêje here cihên nebûyî, kêm teva bike hingê were, lê ji xwendekar re nabêje ka ku der an çi yê projeyê nebûye, dibê bi xwe bibîne.
Xwendekarê reben îcar diçe li ser hûr dibe, gelo ku der û çi yê projeyê nebûye…
Lê berevajî hin lijne jî gazî xwendekar dikin dibêjin, a ev der ew der nebûye. Bi wê nîşandayînê xwendekar pê dihese ku çi yê projeyê nebûye, lê vedigere kêmasiyên projeyê temam dike.
Lê piranî ji xwendekar-amadekarê projeyê re nabêjin wan ji ber çi proje nepijirandine yan ji ber çi pijirandine; bes dibên bûye an nebûye…
Li qada hunerê jî kêm zêde rêbazên wisa derbasdar in; muzîkjen komek stranên xwe dibe dide ber produktor, nivîskar dosyeya xwe dibe dide weşanger, senarîst senaryoyê xwe dibe datîne ber xwediyê şîrketa fîlm çêkirinê yan derhêner…
Li vê qadê jî dosye, senaryo, stranên bên xwendin-strandin tên ecibandin an nayên ecibandin. Yanê ji hunermend nivîskar re dikare were gotin xebata te bûye yan nebûye, balam çi yê wê bûye çi nebûye; meriv nizane dosye ji ber çi aliyê xwe ve hate ecibandin an ji ber çi hate redkirin…
Li zanîngehê ew rêbaza proje pejirandinê an nepijarindinê dibe rêbazeke akademik be lê li qada hunerê-wêjeyê nabe; çi ku dosye-metna wêjeyî, amadekirina hunerekê li ser daxwazeke-sparîşekê nayê amadekirin, ew ne proje huner e...
Helbet ez ne weşanger im ne jî xwediyê şîrketeke prodoksiyonê, lê qasî wan nebe jî ji bazarê bi hay im, carinan şertên bazarê dikevin pêşiya hunerê, ne huner firotin dibe xem...
Bo ne weşanger im nivîskar im ez ê empatiyê nekim, ne li gorî tercîhkirina wan lê li gorî hunerê, gorî cihê ez lê, ez ê li meseleyê binêrim.
Dosyeyeke wêjeyî, lêkolonî, berhevkirî, amadekirina albumekê, senaryoyek li gorî çi tê erê kirin an red kirin? Kî lê dinêre û biryara erê yan nayê dide; weşanger, xwediyê prodîksiyonê yan şêwirmend???
Ji ber ku weşanger nikare bi her karî re rabe asayî ye dosyeyên têne ber dest bo binirxînin dide kesên pê bawer an edîtor, şêwirmend û piranî gorî nirxandina wan biryara xwe dide.
Baş e, gelo şêwirmend an jî edîtor dîrokzan e, romanûs e, helbestkar û çîroknûs e? Yan jî prodîktor muzîkjen e yan zanayê hunera sînemayê ye? Krîtera erêkirinê yan a redkirinê çi ye, kî dide, û li gorî kîjan zanînê?
Pirs ne çima ew mekanîzma heye, jixwe bêyî wê mekanîzmayê nabe, lê pirs ev e, di nirxandin û biryardayînan de ew kes an mekanîzma çiqas objektîf e, krîterê erêkirinê-derkirinê çi ye; naverok an nav-darî?...
Dikarî dosyeyeke wêjeyî yan a lêkolînî-dîrokî-berhevkirinê bidêyî, piştî demeke ne diyar dê vegerin bêjin nebûye! Çi nebûye? Ev xal, ev dane û hwd. Kê gotiye nebûye şêwirmend an kesê pê bawer! Baş e li gorî çi gotiye nebûye li gorî ya pê dizane…
Yanê zanînek din nabe, zanîna wî-wê teqez e, pîvan e, krîter e!
Balam, nabe ji ber ku gotineke min a derveyî zanîna wî/ê heye min nivîsandibe?..
Çima şaş e, gelo te-we ji min pirsî, we go te çima wiha wiha gotiye-nivîsiye? Belkî li ber destê min çavkanî û delîl hebin ku bêjim bo vê vê wiha ye, min nivîsandiye! Belkî romayî hatibin xewna min metnek danîbin ber balgiyê min û ji min re gotibin ‘em beriya Sasaniyan hebûn Sasanî derewan dikin, binêre me bi çavê serê xwe dî û me nivîsand-tomar kir, kerem ke rastiya meseleye ev e!..’
Çima tiştên bi we wekî şik hatine hûn ji min napirsin… Bo romanê jî wisa, bo helbest û çîrokê jî divê heman danûstendin were kirin.
Yanê dosye tê erêkirin xwediyê dosyeyê nizane ji ber kîjan aliyî wê yê hunerî-wêjeyî ew hatiye tercîhkirin, tê redkirin dîsa nizane ji ber çi hatiye redkirin!..
Helbet tesarûf a weşanger e, ya produktor e weşandin an neweşandina dosyeyekê, albumekê, senaryoyekî, an jî xebateke din, lê belê mafê xwediyê xebatê ye ku bizane ka ji ber çi hatiye weşandin, ka ji ber çi hatiye redkirin!
Bi ya min di navbera aliyan de danûstendineke wisa dê her du aliyan hem serwext bike, hem jî ji nîqaşê her du alî dê jê fêdê bibînin.
Çi ku nebe di seriyê xwediyê dosye-xebatê de pirs dimînin, xwe bi xwe dibêje “ev xalên gotine şaş in hincet in, bi awayekî kubar ne dosyeya min lê navê min red kirin, ger ne wisa bûya wê bi min re nîqaş bikirina, belkî ji pirsên wan re bersivên min hebûn”.
Erê dibe ji ber navdariyê, ji ber çanda popîlertiyê ne naverok ‘nav’ werin tercîhkirin, hingê jî meriv dikare bêje, baldariya wê/wan dezgehê ne li hunerê lê li eleqeya bo nav-dar a li bazarê ye.
Wekî mînak, bi min tu berhemên Ciwan Haco bi qasî Amînayê ne jidil û ne serkeftîne lê Ciwan Haco îro çi bişîne ber destê produktor wê bike album, çima ku li bazarê problema eleqeyê tune, yanê ne ast û hunera di albumê de, nav kar dike!
A nivîskaran jî wisa ye, ya hinan êdî ne naveroka metna wan navê wan tê tercîhkirin.
Lê krîterên hunerê, yên wêjeyê!?
Loma gelek muzîkjenên ez, hûn, em nas dikin hene; gotina wan, tembûra wan, gîtara wan, strandina wan, dengê wan ji ya pirên em nas dikin hunerîtir e, lê ew di quncê xwe de dirizin.
Çima dernakevin holê? Çi ku ew ji hunera xwe bi paş ve gav navêjin, ew ne ji bo trîbûnan ji bo hunerê hene. Loma navê wan bêyî min û te û wî kes nizane lê yên arabeskiya şoreşgerî, yên dawa xwe rakirî halan halana wan e.
Çima? Ji ber ku ne naverok-huner, ji ber ku nav û şertên piyaseyê li ber çavan hatine girtin, ên bi huner tune ne yên bêhuner hunermend in.
Yan jî wisa tê hizirîn, ew nav tim kar dike, huner-wêje nebe jî dibe…
Bo wê, dibêm şansê yên nû destpê dikin pir kêm e; ku bi dosyeya xwe, bi stran û bi honeka xwe ger lûtke jî borandibin, mixabin qedera wan di destê edîtor-şêwirmendekî de, bi du gotinên prodîktorekî ve girêdayî ye.
Ji loma, kî dizane ka çend dosyeyên piştî sedsalan werin kifşkirin di bin çeng de derî bi derî digerin…
Ji loma, meriv nizane, di çend sandoq û çekmeceyan de çi metnên hunerî-wêjeyî, di nav şêrîta bandeke berî zemanan bi amatorî hatî tomarkirin de çi deng û kilam riziyan e, dirizin.
Têbinî: mebesta vê nivîsê rêbaz, mekanîzma ye, ne tu weşanxane-weşanger, ne tu produktor-produksyon in, nêrînek li ya giştî ye.


