logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Goristana nivîskarên kurd!!!

  • Dîrok: 27/09/2020
Ev çîroka yên karîne du peyvan bînin cem hev û li ser serê me bibin nivîskar. Dema peyvek, hevokek, hizrek  ji xweşiya hinan neçe, li neteweyên wekî ya me dibêjin “ew in du peyva tînin cem hev li ser serê me dibin nivîskar”.
Jixwe jî wisa ye; yên karin du peyvan bînin cem hev, heke di wan du peyvan de wekî xwê piçekî jî hizrek û hunerek hebe, pê dibin nivîskar. 
A ew ên wisa dibêjin jî, ji bo nikarin du peyvan bînin cem hev nikarin û tu car nabin nivîskar.
Li cîhanê li welatên ji qîmetdayîn û qîmetzanîna ew ên karîne du peyvan bînin ba hev, bi wan du hevokên wan ên anîne ba hev pê civaka xwe xweşik kirine, rihê xwe xweşik kirine, pê nemane dîsa bi wan du peyvan çand, ziman, huner, wêje xwe îhrac kirine; pê xwe dane nasîn, zimanê xwe dane hezkirin, çanda xwe dane ecibandin, pê ji xwe re îmajek û estetîkek li xwe zêde kirine û hwd. 
Bi wê jî nemane rabûne gorên wan kirine cihên ziyaretgeh malên wan kirine mûze; piştî mirina wan wekî berhemên wan di pêşketin û dewlemendiya çanda wan civak û neteweyan de têrê nekiribe ji gor û malên wan jî pere bi dest dixin… Ew wîzyone helbet!...
 Îro roj ji nîvê kurdên bakur bipirse, giş dizanin Kafka ji ku ye. Teqez ên ling danî welat û bajarê wî dê çûbûn ser gora wî jî çûbûn mala wî ya veguherandine muzeyê jî, û ji wê serdana xwe ya tûrîstîk gelek wêne jî di vir de wê de li ber çavên me xistine, da em pê zanibin çûye wir...
Ma di navdariya bajarê Viyanayê de ji xeynî Wezneyên wî welatî kî dikare para Mozart hesab bike?  Heçî gora wî ye, rûn lê ke vexwe… Li wê cîhanê bajar û taxên bi navê nivîskarekî/ê deng dane-tên nasîn em giş pê dizanin.
Ma wekî vê mînakê li Brîtanyayê gor û muzeyên wisa tune ne; li Îtalyayê, li Spanyayê, li Yewnanistanê, li Rusyayê, heta li Tirkiyeya em naecibînin; her kurdê pir hindik xwende wêje û huner hez dikare ji carekê re ji van welatan bi dehan navên nivîskar û hunermendên wan ji me re rêz bike. 
Belkî kurdên serdana gor û malên wan ên bûne muze kirine ji kurdên serdana gora Arjen Arî kirî qat qatî zêdetir in; ne bo çendikên zanin, bo pirên her tiştî zanin dipirsim, heqet gora Arjen Arî, ya Dost Çiyayî, ya Mahmûd Baksî li ku ne!?
Dema wekî tûrîst diçî welatekî katalogan didin destê meriv ku cihên serdana wan îlam were kirin lê nivîsî ne û di wan katalogan da îlam gor an mala nivîskarekî/ê hunermendekî/ê ya êdî muzeye jî heye…
Salane bo her bajarê li bakurê welêt bi hezaran gerok-tûrîst serdena wan bajarên me dikin; ka katelogekê em bidin destê wan bo biçin serdana gor an mala ew ê me yê nivîskar ku me veguherandiye muzeyê jî bibîne!.. 
Dev ji biyaniyan jî ber didim, salane bi sedhezaran xort û keçên kurd ên dibêjin haya me ji kurdîbûna me heye ji zimanê me heye bo ger û geştê serdaneke tûrîstîk û ‘siyasî’ ya bajarên wekî Amedê dikin; erê dizanim gora Arjen Arî bo girtina wêneyên tûrîstîk qet ne fonekî xweş û tew agûstîka wê jî tune ye; ya Uzun jî çendîn xweşik çêkiribin jî ew jî wisa ye; ya Dost Çiyayî em nizanin li ku ye û ya Baksî, min nediye lê dibêjin ew jî li Amedê ye!…
Helbet sûrên Amedê bo wêneyekî trûstîk an Cafeyeke li Xana Hesenpaşa ya alatûrkayî û otantîk xuyayî ji goristana Yenîşehîrê bedewtir e…
Haya min jê heye, li ser navê Arjeno pêşbaziyek tê lidarxistin lê li ser gora wî çend destegul tên danîn? Lê malên wan, lê ode, mase û kursiyê ew lê rûniştînî û xebitînî; li wir du peyv anîn cem hev û pê li ser serê me bûyîn nivîskar!!!    
Lê pênûsa wan, lê lênûska wan, lê pirtûkxane û sakoyê wan, lê şimik û destmal û heman taximê kincan ê ku bi dehan salan bes bo rojên hevdîtinan li xwe dikirin, lê hesteyê wan ê pê cixarek pê dixistin, lê tizbî, lê pirtûka dawî dinivîsandin an dixwendin???
Ka di mala me çendan de wêne-afîşeke Arjen û yên din daliqandiye, pirtûkxaneya me pê xemilandiye?.. Gelo qayûm tê wan jî ji wir dadixe?
Çendîn mirin bo hemû mirovan be jî, çendîn hin di nav nivîna xwe de dimirin, hin bi nexweşiyekê, hin bi karesatekê koçî bin axê dikin jî, dibe mirina nivîskaran jî ji awayan ji wan awayan yek be, lê ma giş ev e!?
Her mirovê ku xeyalekî xwe nebiribe serî dibên dema mir çav vekirî bûn, bi çavên vekirî çû…
Lê ya nivîskarê kurd? Ma çavên wan jî ne vekirî ne, ew jî bi çavên vekirî namirin? Çima, sedem, ji ber çi..?! 
Bo wê dibêm mirina wan ne wekî ya her mirovî ye; ew dema xweş in jî çendîn car birîndar dibin, bi derd û sewdayan dikevin, bi xweşî dimirin, bi xweşî tên kuştin; bi mirina her peyveke kurdî re nivîskarê kurd carekê dimire, bi mirina her xort û keçeke kurd a li ber tahtekî bêgiyan dikeve re nivîskarê kurd car din dimire, bi her zarokekî kurd ê ji kurdî kêm dibe ji tirkî zêde dibe nivîskarê kurd çend carên din jî dimire…
Ji loma, ku mirina her mirovî kêm zêde bişibe hev jî, lê ya nivîskaran cuda ye. 
Bo ku cuda ye xelkê gorên wan kirine cihên serdanên gerokan, malên wan kirine muze; çi ku ew ne welatiyên ji rêzê ne; ew bîra wan welatan in, ew bîra wan netew û zimanê wan in jî…
Me dev ji qîmetdayîna dema hê sax in berdaye; çi ku me edet e dema hê sax e, bo fikra wî/ê, bo pirtûka wî/ê, bo gotin, an jî bes ji ber tiştekî pir însanî em wan bêqîmet dikin, bin lingên xwe de dipelçiqînin (lînc dikin) û wan bi xweşî dixin tirbê! 
Loma ne li pey wê teqdîrkirinê yan jê re rêzgirtina medenî me…  
Kurdan gotiye: “mirov dimirin gulsor dibin” Min dev qîmeta hê sax in tê dayîn berdaye ez li pey wê dema ‘Gulsor’ dibin ê me… 
Ka bêyî salyadên wan ku ew jî ji tiliyên destekî derbas nakin çend kes serdana gora wan dikin; bêyî ku bêjin ‘de em ji vê jî kêm neminin (maksat dostlar pazarda gorsun)’ bi rastî çend kes jidil hest pê tînin û wan di hesabên xwe yên medyatîk û artîstîk de ji bîr tînin?
Bila hin dîsa jî bêjin: “kê karî du peyvan bîne ba hev li ser serê me dibe nivîskar” 
Jixwe nivîskarî ev e; karibî du peyvan bînî ba hev, e… 
Jixwe serborî û rêwîtiya nivîskariyê bi wan du peyvan dest pê dike û pê re pê re bîra neteweyekê ava dibe. Jixwe ew du peyv in ên dibin belaya serê wan, wan dike nivîskar…
Gotine: “dengê daholê ji dûr ve xweş tê; erê dibe navê nivîskariyê romantîk were, lê ew payeya bi afirandinê, bi honadineke hêja belkî piştî salan tê bi destxistin bes ji yên nivîskar ji xwe dide, feda dike tê-hatiye bidestxistin.
Helbet ew bo minetê nakin; ew bo xwe dikin bo yên hêjayî wê Bîrê dibînin dikin; bêminet in; lê û belê…!!! 
Erê, çendîn niha ew bi bedenî ne di nav me de bin jî, ew bi wan du peyvên xwe zindî ne, jîndar in; ew ên dibêjin bi du peyvan li ser serê me bûn nivîskar ê bimirin, lê ew ên bi wan ‘du peyvan xwe’ dê her hebin…
Helbet dizanim mîna xelkê kirî em nikarin bikin; ku derfetên me hebin jî mixabin şiûra me, vîzyonê me ya dê têra vê yekê bike tune ye û yek jî şertên derveyî me belkî nehêlin ew qas were kirin(!) Qey em jî gorî ew werin hilweşînin tiştên ku em nikarin biparêzin ava nakin? Çima yên bi hêsayî em biparêzin em saz nakin? (qey kuçuk şeyler bizi kesmiyor abê) 
Gor vî halê me, dibêm qey a layîqî me bê dîtin dê ne ji ya wan zêdetir be! Ango encam û gora me gişan wê wekî ya yên em aniha behs dikin be; para me bes gorek û gorîçeyek e; ku ne fona wê ne agûstîka wê dê ne hêjayî lê wêneyek were girtinê be û ne jî navnîşanek, qesrek, ne jî qonaxeke me yekî/ê heye da piştî me pênûsa me lê were nîşandan; war û mala me pagekî wêran e….
Çendîn ên nivîskar li pey xwe dihêlin ‘Bîr’ bin jî, lê yên dixwazin bîr bikin; pêdiviya wan bi Bîr’ekê tune ye!!!
Çendîn hin nivîskarên kurd ên ‘siza û tawana xwe, mişk û mirovên xwe, tenêtiya xwe a sedsalî, 20 helbestên xwe yên evînî nivîsandibin jî, lê îlam ji wan tê xwestin ew eynî wekî Dostoveskî, Nerûda, Marquez û John Steînbeck binivîsin! Baş e, em bêjin wekî wan nivîsandin, ma qedirzanîn-wefa ne ev e?! Nexwe çi hewce dike..!    
Ez wisa pê dizanim; zimanê kurdî ewilî dibe nexweşiya nivîskarê kurd, paşê dibe nexweşxaneya nivîskarê kurd û dawî jî dibe goristana nivîskarê kurd… 
Yanê zimanê kurdî goristana nivîskarê kurd-î ye; ew ne di muzeyan de ne di gorên bûne ziyaretgeh de;  ew di ziman û berhemên xwe de demande nemir in.

Hin Nivîsen Nivîskar

We kîjan Kurdistan divê?

  • 20 Rezber 2020

Li cihê ew cewherê bi nirx; estetîk lê tuneyî hovîtî lê desthilat e, bi hêz e!Li ser rûyê vê dinê kesên wiha, komên wiha, civakên...

Modernîte û sîmûlasyon!

  • 19 Berfanbar 2021

Medeniyet-şarîstanî; a jiyan û sazûmaniya civakî ya civakên ji alî çandî, dadî, bawerî, aborî, hunerî û estetîkî ve dişibin...

Îzzet Altinmeşeyên wêjeyê

  • 31 Gulan 2020

Destpêkê de vê bêjim; heke netewa kurd jî wekî netewên din xwedî dewlet û statû bûya; wekî netewên xwedî dewlet nasname, ziman û...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Rojnameyek nû 'Ozgurlukçu Demokrasî' derket

ad

Çîroka berxwedanê: Çayan Demîrel

ad

Ji Enstîtuya Kelepûrê Kurdî 8 pirtûkên bi kurmancî û zazakî

ad

DVD'ya 'Zer' derket

ad

TRT'ê di du hefteyan de çend deqe cih da BDP'ê?

ad

Stêrkên Hollywoodê xwe li Festîvala Fîlman a Venedîkê nîşan dan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname