ADONÎS*
Beyrût,1985
Wergera ji erebî: Mehmet Hakki Suçîn
Wergera ji tirkî: Welat Dilken
1-Rexneya xwendinê hema hema mijareke ji dervayî eleqeya me ya wêjeyî ye. Bi ya min, rexneya wêjeyî ne bi dirûvê rexneya rexneyê di heman demê de ji ber hebûna estetîka xwe ya taybet rewşek bivê nevê ye; heke xwendin nebe ya din wê heyî nebe.
Xwendina metna wêjeyî xwendinek wêjeyî dixwaze. Ji estetîkê wergirtin pêwîstî bi jêgirtineke estetîkî dibîne. Bi gotinek din, wêjeya nivîskêr hewceyî bi wêjeya xwende ye. Ji ber vê yekê, pirsa ji metnê wergirtin bi qasî pirsa şertên avakirina metnê girîng e. Ji erkên rexneyê jê yek qasî li ser metnê lê hûrbûn e li ser xwendinê jî lê hûrbûn e.
Pirsa "em çawa metna wêjeyî rexne bikin" bivê nevê pirsa "bo rexnekirinê em metnê çawa digirin dest" yanê "em metnê çawa dixwînin" di xwe de dihebîne.
Baş e, metn çi ye? Xwende kî ye? Çi dike? Tahrîf û tawanbar dike; wekî biyanî ye, hilweşîner e, sergirtî ye, pênase dike yan jî bingeh û cihê wê reş dike wan digire nava xwe û xwemalî dike. Di eslê xwe de, ji dibistana seretayî bigire heya zanîngehê, ji rêbazên perwerdeyê bigire heya hilbijartina metnên daxilî bernameyên perwerdeyê dikin û herî dawî, pîvanên rexnekirinê û di her astê de bikaranîna navgînên çandî bi vê nêzîkahiyê ne. Jixwe, behsa her cûre dezgehên wan ên medyayê jî nakim.
2
Di vir de ez vegotina xwe bi metna helbestê bi sînor dikim. Bidestxistineke aîdetî ya xusûsî ya metna helbestê heye. Ev xusûsiyet ji alîkî ve zimanî ye yanê xebateke estetîkî ye ji aliyê din ve ji ber şixulandina zimên kifşkirin û di zanînê de wekî rêbazeke zanyariyê pêk tê.
Lê belê, îro ro pirsgirekeke dîrokî û hunerî ya metna helbesta erebî heye. Dîrokî ye, çimkî di merhaleya veguherîn, guherîn û lêkolînê de hatiye nivîsîn û xwendin. Hunerî ye, çimkî di çarçoveyeke nivîsandinê û di helwestên cihê yên nakok û dijberî hev ên der barê cîhanê û mirovahiyê de derketiye holê. Vê pirsgiyekê, hem di nivîsandinê de hem di xwendinê de, bi pênasiya min, tiştê li ser çanda erebî bi bandor "fenomeniya rabirduyê" jî wek zanyariyeke teqez li xwe zêde kiriye. Di mijara rabirduyê de piştevaniyek derdora siyasî ya desthilat ya hem der barê nivîsandinê de (yanê ziman û estetîk) hem der barê xwendinê de (yanê agahdarkirin û bikaranîn) heye.
Lê belê, serdestiya rabirduyê, ne çarçove fireh û teqez e, nabe jî. Lê, nakokiyên civakê û pêvçûnên ji ber van nakokiyan rû didin, bo xwe ji serdestiya heyî xilaskirinê qadên piçûk ava dike. Di vê astê de em fam dikin ku ziman, nivîsandin û xwendin çawa vediguhere qadeke pêvçûnê ya çalak û afirîner a hunerî û bîrdozî. Eger ku em serdestiya rabirduyê wekî serdestiya derdora siyasî fam bikin, em ê bibînin ka ev a duyem bi rêbazên xwe yên taybet bo şêwazên xwendinê yên diyar çawa rêbazên standart ên nivîsandina helbestê ferz dike. Bi vî hawî di nav pêkanîna xwendin-rexneya serdest de metna helbesta ku bi hêsayî naye xwendin bi hêsayî naye famkirin dê li wê "keyseriya" çanda serdest bi hincetên vala bê sirgûnkirin. Metn dê bi tometa "ne li gorî mîrateya kevneşopiya me ya dêrîn e, yan metn xisarê dide pîvanên wê" dê bê tawanbarkirin. Yan jî metn dê bi hinceta " sergirtî ye, ne cemawerî ye, yan jî weku li dijberî berjewendiyên civakê ye" were sûcdarkirin.
Asta vê pergala standart a zimanî û estetîkî bi asteke din a nirxan ve têkîldar e. Rabirduparêzî tenê ne pergaleke hunerî ye, di heman demê de bi nirxên ehleqî û derûnî yên rê ji perjewendiyên der dora siyasî re vedikin re heyî dibe.
Ji ber vê yekê ye, ew her tiştê vê yekîtî û lihevkirina wan dihejîne, yanê ji alî wan ve hizr û ceribandinên nû, pirsyarkirin, wek marjînalî û dijber, an dê wek afirîneriya hêzên nûker bê dîtin. Ev yek, bes ne ku hewleke agahdariyê ye, her wiha bo zanyariyên xwe yên xweser bo hewleke veguherandinê ye jî ji bo wan xetere ye. Di vê xalê de rabirduya serdest bo xwe wek amûra bêqusûr a vegotin û zanînê nîşan bide dest bi çespandinan dike. Ji bo her tiştî û her pirsê teqez bersiveke xwe ya rast heye. Ev nêzikahî helwesta wê di nebersivandina pirsan û çaresernekirina pirsgirekan de diyar dibe.
Çi dike? Tahrîf û tawanbar dike; wek biyanî ye, hilweşîner e, sergirtî ye pênase dike yan jî bingeh û cihê wê reş dike wan digire nava xwe û xwemalî dike.
Yanê rabirduparêzî bi kesayetên xwe yên hunerî û siyasî tenê rê nîşanî nivîsandinê nade, di heman demê de rê nîşanî xwendinê, yanî nîşanî rexneyê jî dide.
Di vê xalê de, angaşta ku metna helbestê xwe bi awayekî aşkere pêşkêşî xwende (bi awayekî hemû xwende) bike angaşteke serdest e. Di vê yekê de tê fêm kirin: tu têkîliya xwendina metnan bi guherînên çêbûne, pirsgirekên der barê zanîn û heyamê, pîvan û têgehên estetîk û rexneyê yên rabirduyê û îro bi hev re tune ye.
Xwendinek wiha ne jîr, ji xeynî rasterast kifşkirina naveroka metnê û mebesta nivîskar pê ve bi tiştekî din re eleqedar nabe. Ew xwendin zimên ne wek navgîna pirsyarkirin û guherînê, ew xwendin zimên wek alîkarê ragihandinê dibîne û metnê jî bi zanîna hêmayan dixwîne. Li gorî vê, xwende metnê naxwîne, hişê xwe yî şexsî yê rabirduparêz-bîrdozî dixwîne. Bi vegotinek din, xwendinek wiha bi qasî ku metnê bikar bîne armanc dike xwendina wê armanc nake. Gelekî xwezayî ye ku bi vê xwendinê xwende ji metnê hêvî bike ku metn wî/ê bibe ser cihê ew dixwaze. Lê ku metn vê daxwazê red bike, ew ê metnê reş bike. Em dikarin ji vê xwendinê re xwendina bêhêvî bêjin. Ev yek bes hêviya metnê bêhêvî nahêle, pirsyarkirinê, ji nû ve hizirînê, hêz û çalakiya afirandinê jî sar dike. Yanê, bi kurtasî em behsa xwendina ku helbestê qels dike dikin.
3
Baş e, gelo rêbaza xwendina rabirduparêz bi çi bizdanê diheje? Bi şêweya metnê. Şêweya dijber a metnê ku "wate" yan jî "naverok"a pîvana hînbûyî a mîrate hatiye wergirtin xira dike. Dij derketina hêz û selefiyên rabirduparêz ji vê çalakiya "rûxîner" re xwezayî ye û tê fêmkirin. Lê belê, divê meriv ji dij derketina hêzên pêşverû yên bi bawerî bi zanyarî daxwaza guherîna têgehên dîrokî, pîvan û vegotinan dikin re çi bêje? Divê bê zanîn ku, her du alî jî di mijara şêwazên "nû" de bo şano, çîrok û romanê dibêjin erê lê dema dor tê ser helbestê dibêjin na. Hêzên pêşverû yên em behsa wan dikin jî şêwaza helbestê ya mîrate wek hebûneke paganî ya naye guherandin û veguherandin dibînin.
Ji dewsa ku şêwaza helbestê di nav zanîna çandeke diyar de wek cûreyeke wêjeyî binirxînin, tînin nivîsandina helbestê, jihevcihê kirin û nirxandinên xweser di nav neguherbariyê de bi sînor dikin. Ger wisa be, ev hêz nêrîna xwe ya helbestê bi kîjan çovê bi sihêr nûnertiya modeleke îdîal dikin?
Di helbestê de şêwe çi ye? Di helbestê de şêwe kifşkirina rastiyê û vegotina wê ye. Şêwe, ne di neguherîneke teqez de, di veguherîna dîrokê de pêk tê, xwe nû dike, diguhere. Girîngiya helbestê jî ji vir derdikeve holê. Yanê şêwe çi ji aliyê zanînê ve çi ji aliyê vegotinê ve textê ya serdest dihejîne. Ev taybetiya wê ya hejîner, ji naskirina rastiyê û ji helwesta wê ya dijber û guherîner tê. Di rastiyê de şêwe bi tena serê xwe naxebite, bi rêya dijderketinê yan bi lihevkirinê bi metnên beriya xwe û vegotinên din re dikeve nav danûstendinan.
Di vir de em dikarin bêjin ku, helwestên tund ên dijî şêweya nû ya helbestê ne ji ber helwestên helbestî ji ber şêwazên derasayî yên bi vegotinên xwe yên rastiyê dîtbariya ya serdest diguherînin tê. Helbestkarên nû yên ku heqîqet bi rêya hişmendiya serdestiya rabirduparêz nas kirine û bi wê şêweyê vedibêjin li çand û siyaseta wê keyseriya rabirduparêz hatine xwemalî kirin. Ji ber vê yekê, hem ji bo rabirduparêzan û çavkaniyên wan, hem jî ji bo rêbazên wan ne xetere ne; berovajî, parçeyekî vê pergalê ne. Di vê der barê de mînak pir in. Gelek helbestkarên nûker, helbestên helbestkarên wek Zuber bîn Ebî Sulma û Hassan bîn Sabît bi heman rêbazê dixwînin û dinirxînin. Karên xwendinê; jiyana helbestkêr, berhemên helbestkêr, mînakdayîna ji helbestan, wateya hin hevokan, taybetiyên retorîk, an jî xweşbîniyeke hêvîbexş, "wateyê" naxwînin, ji venêrînê naborin.
4
A di vê xalê de girîngiya xwendinê dertê holê. Metneke helbestê ya ji derî pîvan û estetîka rabirduyê bes dikare bi nêrîna pîvan û estetîkeke din rast were xwendin. Ev ne xwendineke ku dixwaze rasterast bigihîje naverok û wateya metnê. Armanca xwendina em behs dikin a dixwaze daxilî cîhana metna bi pirsyarkirinan ava bûyî bibe ye. Bi gotinek din; di pêvajoya xwendinê de ya bi kifşkirinan hevaltiya bi metnê re armanc dike:
a. Şêweya metnê ya bikaranîna zimên û şêweya avakirina wî
b. Rêbaza metnê ya zanyariyê û rêbaza guherînê
c. Zanyariyên din ên metnê
d. Çarçoveya estetîka metnê, daxilîbûna derfetên zimanî yên nehatine kifşkirin an baş nehatine kifşkirin.
Ev xwendin derfeta jê borîna gengeşiya sexte û bêast a helbestkar bo civakê dinivîsîne yan bo bijarteyan (elitan) dide me. Bi xwendineke wiha di cî de em derfeta jêborîna van gengeşiyan bi dest dixin. Ji bo afirandin û hunerê mesele ne helbestkar û civak e, mesele helbesta baş û helbesta ne baş e. Bi min, dibêm di bingehê qeyrana îro ya helbesta modern de ev nakokî heye. Navgînên serdestiya rabirduyê yên çespandinê rê li pêşiya xwendineke bi ast ya metneke bi ast digire. Belkî jî şêwe, şîmal û pêkhateya bingeha rûxandinê dinimîne loma azadiya wê ya afirandinê hatiye astengkirin. Îro gelek helbestên azadîxwaz bûne parçeyê rabirduya serdest. Wisa ku, gelek pexşanên helbestê bi wê pergalê re bûne yek, hemî weku yê dezgehekê û qalibekî bin erka xwe bi cî tînin. Ev yek jî di zanîn û şêwazên vegotinê de delîlê tunebûna nûbûnê ye. Çanda pergala rabirduya heyî ji mayîndebûna pîvanên nivîsandin û rexneyê kêfxweş e. Pergala em behs dikin şêwazeke wê ya xweser a xwendinê û xwendeyên wê hene. Bo naskirina vê "xwendinê" û vî "xwendeyî" piçekî din bi şopê de çûn divê.
5
Xwendeyê îro kî ye? Dixwaze bila rexnegirekî profosyonel be, dixwaze xwendeyê li pey derçûna berheman be, dixwaze bila xwendeyê ji rêzê be di çanda serdest a îro de perwerde, jê tahm girtin û nirxandin bi estetîka mîrate wergirtî ve, yanê wek hizrî û siyasî bi nêrîna bîrdozî ve girêdayî ne. Di hemû merhaleyan vê de çarçoveyeke civatî-cemeatî ya li gorî kesan û statuyan diguhere xwe dide pêş. A ev xwende, metnê weku bi xwe çêbûye, şêweyek xwe, zimanekî xwe, têkîlî û çarçoveyeke xwe heye naxwîne. Ya rast metnê naxwîne; ew li pey e, ka metnê ya di hiş an di dilê wî/ê de ye nivîsandiye yan nenivîsandiye. Erênî yan neyînî ew bendewar e ku metn di vê der barê de jê re bibe alîkar. Yanê ew çawa ku li dokûmentereke ji doza wî/ê re kêr bê, yan li dermannameyeke ji derdê wî/ê re bibe derman dinêre wisa jî li metna wêjeyî dinêre. Ew, ên ku derketine dervayî çarçoveya vê bikaranînê ya ji nedîtî ve tê, ya guhê xwe digire ku dengê wan nebihîse, yan jî bi rastî "ji wan metnan fêm nake".
Ev cûre xwende, bo bi rêya lêkolînê û pirsyarkirinê daxilî nava metnê nebe di serî de xwe ji hewldayînê dide alî. Berevajî, xwe wek xwendeyek xwedî çand û tam têgihîştî dihesibîne, loma li bendê ye ku metn were daxilî wî/ê bibe. Ji loma, metna ku dixwîne divê ji rêzê be û bi hêsayî bê fêmkirin. Ji dervayî vê, ew nivîskarê metna afirîner wek kesê ku nizane çi dibêje, hiş tevlîhev, an bi xweşbîniyeke din metna nivîskêr wek nixumandî û aloz tawanbar dike. Jixwe, dixwaze bila pesn be dixwaze reşkirin, mijara rexneyê ne metn timî nivîskar e. Û yê timî pak jî xwende ye. Diyar e ku, ev xwendeyê dixwîne dê wê metnê bêwate bike, yanê wê metnê berovajî nîşan bide û reş bike. Ev bêwatekirin ne ku metnê daxwazên "xwendeyê qaşo" bi cî neanîne, xêr, ji ber ku xwendin derfeta xwendina "yê" din e lê xwende ne yê din dixwaze xwe bixwîne tîne metnê tune dihesibîne.
6
Mînak, îro xwendina helbesteke serdema nezanînê tê wateya xwendina pirsa wê metnê avêtiye holê û tê wateya kifşkirina pirsnîşanên di metnê de heyî ne. Ji bo me ev zevtkirina asoyê metnê ye, ku wek xwende derfeta di nava metnê de metneke din heye dide me. Metneke wisa, çendîn ku kevn jî be bi pirsên xwe ji pirsên me re dibe pireyek; yanê "nû" ye, yanê dawî lê naye anîn. Bi vî hawî du aso daxilî pirsên me dibin û di nav hev de dikelijin. Bi ya min, wateya derdewamiya çanda mîrate maye di vir de ye.
Çendîn ku dibêjim berdewamkirina çanda mîrate maye guherandina wê jî qest dikim. Yanê xwendineke wiha metnê dide ber pirsan derfeta jihevcihêkirina du metnan jî dide me. Ya pêşî bi çanda serdest hatiye nivîsîn, "civak wê diafirîne". Ya duyê, di bin zextan de, wek dijber, bi çandeke marjînal hatiye nivîsîn, "ew civaka xwe bi xwe diafirîne".
Metnên wiha, bo pirsan berên nû vedikin an berên heyî yên serdest ên ji rêzê ne diguherînin. Bi vî rengî, coşa wê ya pirsyarkirinê ji pîvana guherînê ya nivîs û estetîka wê tê. Ev coşeke xwe rizgarkirin û azadiyê ye; bê şik, coşa teqînê û ya azadkirinê. Di vir de guherîn, aliyekî wê ya bi nêrîneke nû ji nû ve nivîsandina dîroka wêjeya nivîsandî heye. Her nifşê afirîner ê wêjeyê, bi xwendineke afirîner mîrateya ji nû ve xwendî ji nû ve dinivîsîne. Ev jî tê vê wateyê; nirxê metnê yê giran, ji aliyê wê yê bi tevger e tê. Tu wateya metna di destpêke de li ser biryar hatî stendin tune. Wateya metna afirîner bi her xwende re bi her xwendinê re xwe bi xwe bi nû kirinê tê. Bi gotinek din, du astên metnê hene; yek derfeta bo wateyên îxtîmalî ne, yanê li gorî asta wateyan asta metnê, ya duyê jî bi xwendinên cihê cihê lihev civandina wateyan re diyarbûna asta metnê ye. Di vê astê de, rexnegir, xwende şîrikên jê fêmkirina metnê ne.
7
Girîngiya tiştê em jê re dibêjin rexneya xwendinê yan jî estetîka xwendinê di vir de derdikeve holê. Bi vî hawî wek berwarî û tîkane em du xwendinan ji hev cihê dikin. Xwendeyê cûreyê pêşî metnê ji dervayî rengê dîroka zindî, metnê wek şêrîtekê dixwîne. Ev e tiştê dibe dîlê kêliya avakirina metnê. Xwendeyê cûreyê duyê jî metnê ji aliyê dîrok û çanda tîr bûyî ve dixwîne.
Lihevrasthatina di wê tîrbûnê de derfeta jê fêmkirina girîngiya metnê, rolê metnê û kifşkirina nirxê metnê dide dest. Ango, tiştê wateya metna bi tevger diafirîne jî ev tîrbûn e. Di vir de em fêm dikin ku, metna afirîner bes ne ya ku nivîskar bi çalakiya xwe dixwaze pêk bîne û bigihîne xwendeyan e. Metna afirîner ne ya pirsa, ka nivîskar çi agahî, çi hizr û çi siyaset neqil kiriyeye jî. Metna afirîner, projeya bi coş û watedar a ku nivîskar dixwaze xwende tevlê bibe ye. Nexwe, metna afirîner ne pêkanîna hewcedariyekê ye ne jî bersivdayîna wê ye; berevajî, vexwendine, pirs e. Xwendina metneke wiha bi metnê re têkîlîdanînê hewce dike. Ji ber vê, divê xwendin jî afirîner be. Yanê, metna afirîner ne dokumanter (belge) hevdîtina pirsekê ya bi pirseke din re ye, hevdîtina nivîskarê afirîner û xwendeyê afirîner e.
8
Wek şêrît an rûzemînekî rast nêzîkahî nîşanî metnê dayîn problema rexne û nirxandina kambax ya niha ye. Jê fêmkirina wateya neguherbar a helbesta erebî ya kevn jî ji vê nêzîkahiyê tê. Ev nêzîkahî pirî caran bûye sedem ku rexne req û stêwr bimîne. Dibê em bibêjin ku, diviya metna helbestên helbestkarên mîna Îmruul-Kays, Ebu Nuvas û yên hinên din li gorî guherînên dîrokî wateyên din bi dest bixistana. Lê belê, ev yek pêk nehat. Tevî guherînên dîrokî, çandî û civakî jî wateya van metnan her wek xwe ma. Di serî de li dibistan û zanîngehan, li nav çanda serdest hê jî wek xwe dimînin. Neguherîna wateyê çendîn ku di xwendinê de wek xwe man bê fêmkirinê jî lê di nivîsandinê de em dikarin behsa guherînê bikin. Metnên ku wateya ew metnên naguherin ji xwe re mînak nagirin jî hene.
Nexwe, di çalakiya xwendinê de bi awayekî gelemperî wateya metna helbesta erebî statîk e. Ji ber vê, statîkbûna rêbaza estetîkê ya kevn-kevneşopî ne surprîz e. Teoriya wêjeyî û helbestî, kompozîsyon, huner, çêkirin, kelûmalên helbestê, helbestaneyî, hizra helbestê, armanca helbestê, nirxên estetîkê, wek wateyên şayesandinan her metna helbesta ji dervayî çarçoveya xwe ji dervayî cîhana helbestê dîtin e. Di vir de nakokiya em balê dibin ser ev e, tevî pirbûna pîvanên teoriyên veguherîner-şoreşger ên nivîsandina helbestê jî statîkbûna behsa wê dibe berdewam dike. Ev nakokî, bo em li ser vê rewşa heyî rawestin me vedixwîne çalakiya hizirînê. Li saziyên me yên çandî yên divê li serî cî bigirin, zanîngehên me yên cihê xwenûkirinê ne divê pêşengiyê bikin. Di nav xwendeyên ku der barê wêjeyê de bûne pispor kesên metna helbesteke bi estetîkî û afirînerî dixwînin bi qasî tiliyên destekî tune ne.
Di asta rexneya wêjeyê de, yên pêşverû jî di tê de, di gelek pirtûkên rexneyê yên li bazarê heyî de em rastî rexneyên nivîskarên tên ku nikarin cûdahiya metna bi wezn û ya ne bi wezn ji hev derxin. Dema meriv li van nivîsan dinêre dibê qey di hizra nivîskarên wan de rexne û nirxandin bes hobiyek e. Wisa ku, meriv dibê qey ne bi daxwaza xwe lê çê-xirab wek pîşeyek bi dest xistibin an wek hosteyên destekariyê bin dixuyîn.
9
Bi kurtasî; îro roj rexneya "xwendinê" û ya "xwende" peywira rexneyê ya pêşîn e.
Divê rexne bi hûrgilî li ser cûreyê helbesta wek mîrate hatiye wergirtin a ku rê nîşanî xwendinê dide bisekine; xweşî, wate û rêbazên wê yên nirxandinê di ber çavan re derbas bike. Yanê divê meriv vê kevneşopiyê li pey xwe bihêle. Ev yek jî tê wateya redkirina xwendina serdest û pîvanên civakê. Metna helbestê ya afirîner çawa ku poetîka xwe diafirîne, xwendeyê xwe jî diafirîne. Li gor vê îro tiştê pêdiviya me pê heye hem di nivîsandinê de hem di rexneyê de hevdîtina bi estetîka xendina afirîner re ye.
***
***
ADONİS
***
*Têbiniya Diyarnameyê: Hevale me Welat Dilken di nav erdhejê de, di nav şertên zor û bi derfetên zehmet ev metin wergerandiye. Xwest em di beşa SERBEST de belav bikin, lê me got bila di quncikê te de be. Ji ber ku quncik her arşîvek baştir ku winda nabe.