Ez û navê xwe dudu ne, navê min n’aleta min e
Ji bo yek ji me karibe bijî, gerek yek ji me bimire.
Şemî – Di bîst saliya xwe de jî ne masûm bûm, niha jî ne masûm im – çimkî dinivîsînim. Nivîs ne masûm e. Nivîsîna her çîrokê, romanê, pronivîsê û hwd. lixwemikurhatinek be jî, xizmeteke bêpayan e bo nivîs karibe bigihîne armanca xwe. Nivîs ji bo nemasûmiyeta xwe veşêre, her çîrokê, romanê, pronivîsê û hwd, vediguhêzîne lixwemikurhatineke durû, yan rûpoşekî bêrû.
Ev gotinên niha ez di”nivîs”înim jî lixwemikurhatineke durû, yan rûpoşekî bêrû ye û qet bi masûmiyeta xwe ne ewle ne.
Tevî vê erk û karîgeriya xurt jî, nivîs tim dîktatoriyeke derizî û şikestî ye, mîna hemû dîktatoriyên dinyayê.
Çawa dîktator ji bo karibin serdestiya xwe li ser lingan bihêlin mecbûrî yaweran dibin, nivîs jî ji bo bi ser xwe de hilneweşe û tûşî têkçûneke mayînde nebe, rola sereke dide gotinan, an gotin bi hêz û hukmê xwe rola sereke ji nivîsê werdigirin û dest bi pînekirina nivîsê dikin.
Pirseke bêhnfireh ji bêhntengiya Blanchot dikim: “Ma ‘kêl tunebin qetandin pîne dibe?”
Fikrên hilweşîner ên ji radîkaliyê wê de ji awirên Blanchot dirijin ser klavyeya min û word sînga xwe ya gewr ji gotinên wî re vedike: “Çîma radîkaliya te evqas bi merhamet e, Kovan?”
Cixareya xwe di binê xwelîdankê de dieciqînim, merhamet ve-dimire, çirûskên gotinan tariya kaînatê dişewitînin, hilma gotinên Blanchot fireh dibe, radihêle dilê xwe yê rûken û di nava nivînên kitêba xwe de radizîne.
Li rûyê Adorno dinêrim, sarbûna Almanan rûyê wî kiriye çiyayê Alpê.
Pirsa xwe ji zikê rojê derdixim, destê min dişewite, ji wî dipirsim, sarbûna rûyê wî dişewite.
“Ben tune be ez ê çawa vê dinyaya qetiyayî bidirûm, kekê Adorno?”
Adorno berê xwe ji min diguhere û çavên wî ji qermîçekên pişt stûyê Todorov re qala çîrokên pirsê dikin, “Rastî di derzên nivîsê de asê bûye û Rexneya Rexneyê derzan pîne dike, ey rêheval Totorov.”
Todorov dibêje, “Sazûman bireseriyeke negatîf be jî hiş be Adorno, serkeftina nivîskarê hoste tim girêdayî zimên e!”
Dibêjim, “Çi cara qala romantîzmê û felsefê dibe alman tên bîra min. Di bîra min de romantîk xwe dikujin, felsefevan jî kesên ji xêndî xwe dikujin.
Berfa rûyê Adorno dihele û ji dêvla avê herf ji zimanê mîmîkên wî diherikin.
Stêrkên hemû gerstêrkan di serê min de vêdikevin. Nû fam dikim ez û nivîs û xweda û dinya ji malzaroka herfan çêbûne.
Ji bo ji rûyê xwe re rûpoşên nû çêbikim, dinivîsînim û nivîsa çiriyayî didirûm. Nivîs dibe rûpoş ji xwe re û ez bêrû dimînim.
Herf ditewin, gotinê bi xwe re ditewînin, wate diguhere û dibe tiştekî xêndî xwe.
Nivîs neçiriyayî ye, gotin nebûne pîne û ‘herf tim ji derewan re dibin ‘kêl.
Radihêlim rastiyê diavêjim qûtika tozê û vê derewa durist dikim berçavk ji çavên xwe yên westiyayî re.


