Ji bo guhdarîkirinê:
Duşem- Ez ji wan dixwazim ew wêneyan bixêzînin, ew tenê dixwazin bibin wênesaz.(Gombrowicz)
Gombrowicz vê yekê ji bo wênesazên Polonî dibêje. Gotinên Gombrowicz di cih de ne yan ne di cih de, zêde ne muhîm e. A muhîm van gotinên wî çi tînin bîra me, yan jî xumamiya kîjan quncikên hişê me ronî dike.
Min rojnivîska wî danî quncika masê, navê wî ma li jorî şebqeyê wî û berçavk ji ber çavên wî ketî. Min xwelîdank tevî cixareya pêçayî ya vêxistî danî ber wî û berçavka xwe ya xwendinê xist çavên wî.
Kerem ke bay Gombrowicz, îja ez ê binivîsînim û tu yê bixwînî!
Bêdengmayîna Gombrowicz vizîna gotinên wî di serê min de nebiland. Barana pirsan ji gotinên wî bariya - careke din jî ez bûm zimanhezekî bêwelat û bêwelatiya wî bû xwedîwelat.
Di paşxaneya hişê xwe de bi lezeke herî hêdî min mîkroskopa awira xwe li ser wêneyên wênesazên kurd gerand. Qîma min pê nehat, îja di ekrana Googleyê de min li holograma statîk a wêneyên wênasazên kurd mêzand, bi hêviya ez li hin îstîsnayên nû hay bibim. Lê û lê ez dîsa gihîştim encama 50 sal berê.
Gotinên min ên sî sal berê hatin bîra min: “Ji bo meriv karibe wênesaz û nivîskarên kurd nas bike, gere meriv tehamula wan bipîve.”
Erê, wê çaxê min tehamula wênesaz û nivîskarên kurd pîvabû û çipiskên bêtehamuliyê ez pengizandibûm vê bêbihuriya tehamulê ya cihê nivîskar û wênasêzên kurd ne li wê. Qilafetê neteweyê di neqeba min û wan de bi cî bû û êdî rimên entelektueliya bi hêrs rêya sînga min bi tûmerî winda kirin.
Min serê xwe ji ser klavyeyê rakir û dengê muzîka Copy Fetah hebekî bilind kir. Gava berê min ket rûyê wê, birûskên afirîneriya dêya Copy Fetah di hundirê serê min de vedan û min fam kir wênesazên herî xurt dayikên kurd in, lewma tabloyên wisa zindî û bedew diafirînin.
Strana Copy Fetah qediya û hişê min li nivîsê vegeriya.
Erê Gombrowicz, gotinên te û bejna wênesazên kurd ji gelek hêlan ve li hev difesilin.
Yanê rengîniya erdnîgara Kurdistanê laneta wênesazên kurd e. Wênesaz bi rengên cur bi cur rûyê kesên xêzandî dixeniqîne, lewma tenê reng di tabloyên wan de dibiriqin.
Ez îşev westiyam, bay Gombrowicz, rojeke din ez ê ji te re qala nivîskarên kurd bikim, bê çawa nivîskarên kurd ne dikarin bibin xwe û ne dikarin ji xwe xelas dibin.
Dengê Gombrowicz bi xew ve çûye û ariya cixareya venexwarî agir tefandiye.
Qedeha şerabê tê dikeve kefa destê min, devê xwe vedikim û perdeya çavê kompîturê dikişînim.


