Cihê ku tu hatibûyê di newalekê de bû ku ji Xwedê û pê ve tiştek ji we ve nexuyabû. Siya ku bi tava sibê re xwe avêtibû newalê bi hatina karkeran û dengê makîneyan re teyê bigota qey cih li ber herimî bû û ji jêr ve qiyame dibû û diçû.
Te xwe dabû benda şefê konkasorê. Te nizanîbû bê ka teyê çi kar bikira. Lê cihê ku tu hatibûyê konkasor bû ango ji bo rêyên xam taht bi dinamîtan dihat perçekirin û ew perçeyên ji taht diketin bi mekîneyan dihat hûrkirin û ji bo ku li rêyê gundan bê rijandin, li kamyonan dihat barkirin. Herder di nava tozê de mabû. Hema ku ba biliviya tozê xwe li nav guhê derdorê dixist.
Roja te ya ewil bû. Tu li bende bû ku şef bê û karê ku tuyê bikî ji te re bibêje. Li ber dîwêr yek dipeyivî yek jî li ber peyva wî di xew re diçû. Paşiya yê ku dipeyivî bi te ve bû. Gava ku te çû qedehek av vexwar û tu vedigeriya te dît ku yê dipeyive ji herdu çavan jî kor e. Bêhemd piqîn bi te ket. Te nema karîbû bi xwe û tu keniya. Heta ku hêsir ji çavên te hat tu keniya. Yê kor carê dinurquçand yê di xew re diçû û jê dipirsî bê rast e yan na. Wî jî teyşî xewê digot, “ erê wek te ye” û dîsa radiket.
Kenê te nedisekinî. Ji kena tu lal bûbû û te digot; “ez pir keniyam Xwedê xêr ke.” Tu li ser vê peyva xwe difikirî bê çima wek civak hûn ditirsiyan ku piştî ken tiştekî ne li rê biqewime.
Hê tu wilo bi vana dikeniya û pê re jî tu difikirî bê çima civak piştî ken dibêjin, “Xwedê xêr ke,” Raad hat, bang li Cemal kir û got: “ Ka here wan petêxê di baxaca teksiyê de ye derxe û bîne!” Cemal him digot: “ te em bi van petêxana xenê kirin” û him jî diçû. Raad got: “ Biner bê ewê çi bibe. Ez herroj petêxan tînim le îro surprîzek min heye.” Hê wî nuh peyva xwe qedandibû bahrîn ji Cemal çû û li ser piştê dirêj bû. Bi çend satilê avê bi ser hişê xwe ve hat. Tu nabêjî surprîza wî kûçik e! Vê sibê ji dêvla petêx kûçik xistiye baxacê, ku Cemal vekiriye kûçik xwe li nav guhê wî xistiye.
Hûn li dora Cemal civiyabûn. Herkesî ji hêlekê ve peyv diavêtinê, Xeto jî hat ket govendê. Çend kesan gotin: “ Kuro Xeto, Hemdîn serserî li te digere, te çi kiriye jê? Ku te bigre çû ji te de.” Xeto keniya û got: “ Kuro wî kûçikî, do min henekek pê kir bajar giştik li me vehewand. Ez û xatûna xwe – yek li vira xeberek nayê nivîsandin ji Xeto û xatûna wî re dide ew jî dikene- em ji mêvantiyê dihatin em li vî tûleyî rast hatin. Wî li hal û wextê min pirsî min jî henek pê kir û min got: ‘ Law aha tu vêya daye dû min dibînî ez pê rê hetikîm. Bûye wek xirekê nema tê ser hemdê xwe. Ez dibim ser tixtoran, ez dibim hinda şêx û meleyan kar nake. Ez têde betilîme, ma ka tu nayê em jinên xwe pev biguherin vay ya te jî bi te re ye?’ Jina wî got: ‘ Wî rebenê te viyê dîn ji ku kir emelê serê me’ û Hemdîn da xeberan û xarî kevira bû. Te digot qey hêj bûye. Heta wî çend kevir di newqa min de lêxist min xwe çeng kirê û min ew zîzkir û ez ketim ser dilê wî. Kî di wira re çû li me vehewiyan û xwestin me ji hev veqetînin. Min got: “ Law viya bigrin ez xwe bi xelasê bixim, dîn e!!!” Wan ew girtin herçiqasî wî xwe radikişand jî ji bo tişt jê xera nebe wan ew berneda. Xuyaye hê li dû heyfa xwe ya do ye.”
Dahwet ji wan re xweş bûbû û gotin: “ Way Hemdîn xwe tahzî kiriye, bi tena derbîkê binî ye û raketiye. Divê tu herî henekek din pê bikî.”
Xeto soz ji wan stend ku ewê nehêlin Hemdîn xwe bighîne wî. Xwe tahzî kir û çû ket paş Hemdîn û ew firkand.
Hemdîn bi xwe dihese û dinêre ku Xeto wî difirkîne, çi xeberê ku ro nedibûn dibêje û xarî kêrê dike. Xeto radihêje kincê xwe û direve. Yê rûniştî xwe digihînin Hemdîn.
Tu li wan û henekên wan û ehleqê wan şaş dimînî.
Tu niha difikirî bê tuyê li vê newalê çawa di nav van dînan de îdare bikî.
Bawer bike ez jî nizanim.


