Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê amade ye
Diyarname
10'emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê îsal dê 30'ê vê mehê dest pê bike û 6'ê sermawezê bi dawî bibe.
Festîvala ku cara pêþî di sala 2005'an de dest pê kir, îsal 10'emîn car li dar dikeve. Festîvala ku dike fîlm, belgefîlmên kurdan pêþkêþ bike îsal dê fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlm bi temamî 37 berheman pêþkêþ bike. Êvana 30'ê mehê li Zeise Kino bi pêþkêþkirina konserek dê dest pê bike û heman êvarê dê fîlmê Caroline Fourest ê bi navê "Sister's in Arms" bê nîþandayîn. Fourest fîlmê xwe li ser jinên þervan ên dijî çeteyên DAIÞ'ê þer kirine amade kiriye. "Arian", "Di navberê de", "Biryareke Zor", "Çinara Spî", "Xwebûn", "Hêvî", "1994", "Stride", "Navber", "Kavil", "Salveger", "Zagros", "Berfîn" hin fîlmên ku dê di çarçoveya festîvalê de bêne nîþandayîn in.
Ji bilî nîþandayîna fîlman dê ligel derhêner û lîstikvanên kurd gotûbêj jî li dar bikevin.
Fîlm dê li salonên Zeise Kino, Studio Kino û 3001 Kino bêne nîþandayîn.
J ibo bername û agahiyên zêdetir: www.hkff.de