Li welatekî, prensesa wî welatî di şevekê de bikeve navbera du mêran û bi wan re bikeve cîhana pevşabûnê qet ne xema min. Ew bi dilê xwe ye û jiyan jî ya wê ye. Bixwaze bi dudiyan re, yan bi sisêyan re, yan jî bi yekî tenê re… Ji min re çi...
Lê dema ev dîmen bandorê li civatê bike wê çaxê rewş diguhere.
Li welatekî rayedarekî mezin ê welatekî, em bibêjin serokwezîr, yan jî cîgirê wî… Di malekê de, xwe bi du keçikên delal bide girêdan û bixwaze ew keçik bi qamçiyan, bi çovan li wî bidin… Di dawiyê de zewqa wî kesî bigihîje ezmanê heftan ber guhê Xwedê… Qet eleqeya min jê nîn e, çi dike bila bike.
Lê dema ev zewqa wî tesîrê li jiyana hemwelatiyên wî welatî bike wê çaxê ez jî, hinên din jî dê bibêjn: Hêy, ka bise tu çi dikî?
Li welatekî rayedarên mezin, em bibêjin midûrê ewlehiyê li kêfa xwe binêre di şeve bi vî rengî de dibe ku em bibêjin ji me re çi, lê ew bi karên kirêt re rabe, ruşwetê bigire û bi vî awayî tiştên wisa bike dê her kes pêşî lê bigire.
Hûn dixwazin em bi awayekî din li van binêrin: Prensesek li ser pevşabûnê be û hin wêneyên wê bikişinin bêşik dê pê şantajê bikin.
Rayedar di dema bi cezweketina çovxwarinê de be û wêneyên wî bikevin destê hinan dê bi şantaja van wêneyan bikaribin her tiştê xirab bikin.
Û mînakên bi vî rengî.
Encam: Li welatekî wisa, dema pevşabûnên wisa dest pê bikin, kes nikare bibeje min eleqedar nake. Dema got min eleqedar nake, wê çaxê li wî welatî êdî qirêjiya ku dest pê kiriye bûye avzêl û dê her kes di vê avzêlê de noqav bibe.
Di “The Bank Job” de jî wisa dibe.
Cih Îngilistan e. Ya ku pevşabûnê pêk tîne prensesek e. Rayedarên din jî rayedarên mezin ên welat in.
Di dema zewqên bi vî rengî de hinên din wêneyên wan kişandine û dema rayedarekî dest bavêje karên wan ên qirêj dê vê şantajê derxin holê.
Ev wêne di kaseyên bankeyê de veşartîne. Di heman demê de pereyên ku em nikarin hejmara wan bînin ser ziman jî di wê bankeyê de ne.
Sal 1971 e. Li Londona Îngilistanê, li Kolana Baker rojekê banke tê şêlandin. Ev ne şêlandineke ji rêzê ye. Wisa şêlandineke ku piştî vê şêlandinê hemû bêehlaqiya welat, hemu ruşwet û qirêjî derdikeve holê û qirêjiya welat paqij dibe.
Wêneyên prensesê derdikevin holê, wêneyên giregirên din. Pornociyê ku ruşwet daye polî
san yek bi yek derdikeve holê. Di encamê de ji sisêyan yek siyasetmedar û rayedarên din ên welat ji mecbûrî îstîfa dikin. Welat hêdî hêdî ber bi paqijiyê, ber bi demokrasiyê ve diçe. Şêlandina bankeyeke dibe sedema derketina holê ya demokrasiyekê. Li ser vê şêlandinê fîlmekî bi navê “The Bank Job” hat kişandin. Fîlmê ku niha li Tirkiyeyê jî di vîzyonê de ye hêjayî temaşekirinê ye. Bi aksiyon, bi mijar û bi lîstina serketî ya lîstikvanan hêjayî temaşekirinê ye.
Li wî welatî bi şêlandina bankeyê her tişt guherî. Li Tirkiyeyê bi qezaya kamyonê ya li Sûsûrlûkê gotin, “Dê her tişt biguhere” lê mixabin neguherî. Piştre gelek tiştên din derketin dîsa tişt neguherîn. Û niha “Ergenekon” derketiye holê. Ka vê carê dê çi biguhere emê bi hev re lê binêrin.
Banka İşi / Karê Bankeyê / The Bank Job
Derhêner: Roger Donaldson
Lîstikvan: Jason Statham, Saffron Burrows, Daniel Mays, David Suchet...
Cure: Hêrsdarî
Sala Kişandinê: 2008
Lêborînek: Ji ber hin sedeman, dibe ku ez paşê qal bikim ev du hefteye min nikarî quncikê xwe binivîsim. Dîsa her roja yekşemê emê di vî quncikî de bi hev re bin.


