AMED
Cemiyeta Rojnamevanên Azad a navenda wê li Amedê ye diyar kir ku piştî êrîşên li ser Kobanê zêde bûne û gelê sivîl dihat veguhastin 20 rojnamegerên Kurd hatine binçavkirin.
Cemiyeta rojnamevanan di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku di dema veguhastina sivîlên Kobanê de nêzî 20 rojnamegerên Kurd jî di nav de derbasî Pirsûsê bûne û hat gotin ku ev 3 roj in di bin çavan de ne.
Cemiyeta Rojnamevanên Azad diyar kir ku di hevdîtinên ku bi parlamenterê DBP’ê Îbrahîm Ayhan re pêk hatine hatiye gotin ku rojnameger ketine grevê û got: “Em dixwazin ku rojnamegerên Kurd ên Kobanê bên berdan. Em banga hestiyariyê li hemû rêxistinên pîşeyî dikin ku bikevin nava hewldanan.”
Navê rojnamegerên hatine binçavkirin wiha ne:
1. RANYA MIHAMED
2. DÎCLE ŞEXO
3. XEZNE NEBÎ
4. XWÎNAV ÎSA
5. SARA MAHMUD
6. NAZDAR ALÎ
7. EVÎN ALÎ
8. DÎLÎŞAN ÎBÎŞ
9. RANYA ALÎ
10. MIZGÎN KURDO
11. MUSTAFA FARÎS
12. MUSTAFA BALÎ
13. MUSTAFA MIHAMED ALÎ
14. AHMED ÎBRAHÎM
15. MUSTAFA ALÎ
16. PERWER MIHAMED ALÎ
17. MIHAMED ÎSA
18. EHMED MUSTAFA
19. HEYSEM MUSLIM
20. ÎSA MIHAMED