Di cîhana zimanê kurdî de, ligel gelek pêdivî, kêmasî û pirsgirêkên din, kirûyeke ku bi lezgînî divê bê standardkirin, rastnivîs e.
Heta di vî warî de, nîqaşên zanyarî pêk neyên, heta konferanseke çareseriyê ku hemû saziyên zimên, kovar, rojname, zimanzan û rêvebirên weşanxaneyan tê de cihê xwe bigrin pêk neyê û encameke hevpar, vîneke neteweyî dernekeve holê; dê her kes li gorî zanîn, dîtin û kêfa xwe tev bigere. Ku ev zanîn, dîtin û kêf bi piranî heta bi devok û şêweya gundê kesê nivîskar, di zimên de xwe dide der.
Dibe ku hin kes bibêjin, ma hemû pirsgirêkên zimên çareser bûn, rastnivîs tenê maye. Ku em li rewşa heyî binêrin, bawer dikim lezgîniya mijarê pir beloq e. Çi ye rewşa heyî?
• Hin weşanxane û hin nivîskar, dengdarên hişk û nerm, bi riya tîpdubarekirinê çareser kirine (dikin). Lê piranî li hemberî vê yekê ye.
• Hin nivîskar, bi tevayî yên li Swêdê, berî dengdara –y- yê, dengdêra –î- yê bikar tînin. Piranî li hemberî vê yekê ye.
• Hin navdêrên nêr ku li gelek herêman êdî nayên tewandin lê divê bêne tewandin natewînin û hin ditewînin.
• Li hin herêman, hin peyvik (por, gore û hwd) nêr in, li hin herêman jî mê ne.
• Hin nivîskar, navên ziman û neteweyan mezin dinivîsînin, hin jî piçûk dinivîsînin.
• Hin kes, bi taybetî Dêrika Çiyayê Mazî û der û dorên wê, kesê duyem ê yekjimar, wekî kesê sêyem ê yekjimar bikar tînin.
• Hin kes qertafên ku piştî hejmaran tên, bi dabirê vediqetînin, hin kes venaqetînin û dabirê bikar nayînin.
• Hin kes navdêrên ji zimanên din wekî reseniya xwe û hin kes jî wekî taybetmendiyên kurdî dinivîsînin.
Bêşik mijarên ku di qada nîqaşê de ne, ne ev tenê ne. Ji bo van û belkî jî ji hemûyan bêhtir, ji bo xwendineke herikbar, ji bo têgihîştineke rast, ji bo sererastbûn û têkûzbûna zimên ev kirûyeke jêneger e.
Banga min ji saziyên mîna enstîtu û akedemiyên kurdan (Enstîtûyên Kurdî yên Stenbol û Amedê, Kurdî Der, Akedemiyên Aram Tîgran û Cegerxwîn) ku bi alîkariya Kongreya Civaka Demokratîk, bi beşdariya weşanxane, rojname, kovar nivîskar û her wiha li gorî derfetan mamosteyên zimanê kurdî; konferansek bê lidarxistin. Berî konferansê, di malpar, rojname û kovaran de nîqaş dest pê bike, komên xebatê pêk werin ku di konferansê de encameke rast û teqez bi dest bikeve ku pêvajoya standartkirina zimên jî bi awayekî dest pê bike.
Na na, ne nîqaşên di vî warî de bi dawî dibin û ne jî standartbûna ku her kes dixwaze dest pê dike.


