logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Merasima îmhakirina çekan bi dawî bû.
  2. Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin
  3. Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe
  4. Rêveberiya Xweser li Şamê ye
  5. PSG'ê pozê Realê şikand!
news-details

Di Tîroja nû de 'Hilbijartin, Pirsgirêka Kurd, Blok' heye

Kovara Tîrojê hejmara xwe ya nû derxist. Vê hejmarê de kovarê li ser 'Hilbijartin, Pirsgirêka Kurd, Blok'ê dosya çêkiriy

  • Dîrok: 07/07/2011
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Kovara Tîrojê hejmara xwe ya nû derxist. Vê hejmarê de kovarê li ser 'Hilbijartin, Pirsgirêka Kurd, Blok'ê dosya amade kiriye.

Kovara du mehane ya bi kurdî û tirkî Tîroj bi hejmara xwe ya 51'ê ya mehên tîrmeh û gelawêjî derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê di vê hejmara xwe de li ser hilbijartina 12'yê pûşperê û encamên dê li pêşeroja pirsgirêka kurd, bloka ku kete hilbijartinê dosyayeke amade kiriye. Ayşegul Devecioglu, İhsan Çaralan, Osman Ergin, Altan Tan, Gaye Yilmaz, Vahap Coşkun, Ahmet Yaşaroglu û Faik Bulut bi dîtinên xwe beşdarî vê dosyayê bûne.
Ji kesên ku di dosyayê de gotar nivîsandine mebûsê BDP'ê yê Amedê Altan Tan di sernavê "Ji bo krîterên demokratîk dê têkoşîn û berxwedan bidome" de gotiye ku di meclisa ku vîna gel lê tune be de dê meclise meclistiya xwe winda bike û ew meclis dê bibe wekî meclisa Sedam Huseyin û ya Hafiz Esad.
Faik Bulut jî gotigye ku Blok nîşaneya 'Em Tirkiyeyê bi hev re ava bikin' e.

Di kovarê de gelek nivîs, hevpeyvîn, helbest hatine weşandin. Di nav hevpeyvînan de, hevpeyvîna Çiya Mazî ku bi wênekêşê kurd Selmet Guler ku ew ji bo National Geographic dixebite hevpeyvîneke kiriye. Guler dibêje ku şanoger, sînemager û peykertraş jî dikarin ji wêneyan sûde bigirin.
Her wiha Lorin S. Dogun bi nivîskar Fawaz Husên, Salihê Kevirbirî jî bi nivîskar Bûbê Eser re hevpeyvîn kiriye û di nav rûpelên kovarê de cih girtiye.

Ji nivîsên kurdê Dr. Omer Uluçay di nivîsa xwe ya bi sernavê "Destana Temen 'Ax lê ciwaniyê'" de li ser temenê ciwaniyê û gotinên ku nivîskar, dengbêjan li ser vê temenê gotine rêz kiriye.

Cemil Andok jî li ser wergerekî tirk Tonguç Ok nivîsandiye. Tonguz Okê ku girtiye, li girtîgehê hînê zimanên wekî îngilîzî, spanyolî, îtalî û kurdî bûye. Ok wisa qala çîroka destpêkirina hinbûna kurdî dike: "Ez şaş nebim sala 2006'an bû; em hê girtî bûn û em di hucereyeke sê kesî de bûn. Li hucreya kêlekê girtiyekî ji doza PKK'ê hebû. Di voltayên êvarê de em bi deng diaxiviyan û bi ser dîwar re me dikir dengê xwe bigihînin hev. Rojekê ji ziman mijar vebû, Nedimê (Yilmaz) hêja hinek jî bi henekî got, 'Lo heval Tonguç, tu bi îngilîzî dizanî, îtalyanî dizanî, spanyolî tu hîn bûyî, te qet kurdiya birayên xwe meraq nekir?' Tiştek ku ez bibêjim tune bû. Min tenê karî ji heval Nedim re bibêjim 'Ma te pirtûk şandin ku ez hîn nebûm?'. Wê çaxê min dest pê kir."
Ok wisa dest pê dike û piştî ku bi ser dikeve dest bi wergera kurdî dike; Manîfestoya Konumistî (demek berê ji Weşanên Evrenselê derket) werdigerîne kurdî. Di nivîsê de li ser jiyan, girtin û xebata Ok nivîs hatiye rêstin.

Her wiha Sezai Sarioglu, Remziye Aslan, Arjen Arî, Bulent Falakaoglu, Mehmet Bayrak, Cemil Oguz, Handan Çaglayan, Cuma Boynukara, Nevzat Onaran, Sevda Karaca, Fehim Işik, Bariş Avşar, Guler Yildiz, Sennur Sezer bi nivîsên xwe;  Mihemed Avşar, Arjen Arî, Misto Tasîn, Zubeyde Eliaçik û Mesud Serfiraz bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Grok, der barê wê de lêpirsîn û doz vedibin?

news

Rengê Tîşortê Ocalan

news

Vatîkan û Laleş

news

Reşîdê Kurd, 'Kerwan'

news

Kadir Stêra: Por zerê, bêje kê we şewitand?

news

Yeqîn H.: Nexwende

news

Goçînî

news

Napolyon û Selaheddînê Eyûbî

news

Derhênerê 'Şêrê Çolê'

news

Salên 1878 - 1918 Qaxizman

news

Romana 'Kavirên Anarşîst'

news

Pêşangeha Geliyê Zîlan

news

32 hezar û 630 rûpel

news

Gundek, sînorek, bêxwedîtî...

news

Li ser Qazî Mihemed muzeyeke tê çêkirin

news

Çîroka wergerandina 'Efsaneya Çiyayê Agiriyê'

news

Li Qamiyloyê pirsgirêka avê

news

Qîmetdayîna nirxên kurdî

news

18 sal ji bo belgefîlman

news

Telefbûna Pirtûkên Kurdî

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 30 06 2025

Lauren Sanchez kî ye?

news
  • 30 06 2025

Der barê Lemanê de lêpirsînê dest pê kir

news
  • 27 06 2025

Di 24 saetan de 5 nûçeyên li ser rojnamegeran

news
  • 23 06 2025

Ji bo Efrînê klîba 'Emê vegerin'

news
  • 23 06 2025

Xatirxwestina piştî 16 salan

news
  • 12 06 2025

Pêşbaziya Xelatên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ev ziman nasname, dîrok û xeyalên gelê kurd hildigire

  • Hogir Berbir
news

Por zerê, bêje kê we şewitand?

  • Kadir Stêra
news

Hezîran û Veger 

  • Mesûd Qeya
news

Diranên Şêx Seîd

  • Cemil Oguz
news

Nexwende 

  • yeqîn h.
news

Çîroka Destanî ya Adilê Qetarî

  • Hogir Berbir
news

Çîroka ‘40 Heramiyan’ ji kurdan hatiye dizîn

  • Hogir Berbir
news

Gulan, Îsal zat çawa ye?

  • Mesûd Qeya
news

Zimanê dê û “zimanên dijmin”

  • yeqîn h.
news

Culemêrg an Colemêrg; koka wan ji ku tê?

  • Omer Dilsoz
news

Li Amedê ‘binpêkirina navên şaîran’, li Almanyayê rewş çawa ye?

  • Zekî OZMEN
news

Hiş Nebe Nowa

  • H. Kovan Baqî
news

Derwêşê Por Spî

  • Kadir Stêra
news

Melodiya di Bêdengiyê de

  • Hogir Berbir
news

Lêk-ve-kirin û jêk-ve-kirin 

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Ji Sony 50 hezar stran hatin dizîn

ad

Ber bi payîzê ve

ad

Şanoger Genco Erkal merd

ad

Erdogan dê ji bo pirtûka Şik jî lêborînê bixwaze?

ad

Wezaret dixwaze pêşî li Twittên Demîrtaşî bigire

ad

'Leylan', 'Wenda' û 'Natirsim' li benda we ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Merasima îmhakirina çekan bi dawî bû.

  • 11 07 2025
news

Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin

  • 09 07 2025
news

Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe

  • 09 07 2025
news

Rêveberiya Xweser li Şamê ye

  • 09 07 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname