Ji ber ku ziman bi her awayî neynika (awêne) dil û mêjî ye, ango derbirîna hest û ramanê, kesê zimanekî bizane, nas bike, bi riya zimên çand, nirx û hebûnên wî zimanî jî nas dike. Naskirin, ked, zanîn; hezkirinê, rûmetgirtinê jî bi xwe re tînin. Bi kurtasî kesê ku du zimanî, pirzimanî be yan ligel zimanê xwe, zimanine din jî bizanibe, zû bi zû nakeve nav rewşeke nîjadperestî. Ew tim dê dost û hezkarê zimanên din û her wiha neteweyên din be.
Fêrbûna zimanan bi çend rêbazan pêk tê. Yek jê zimanê zikmakî ye ku mirov, mecbûr, teqez, ji ber pêdiviyên jiyanê, bi awayekî sirûştî fêr dibe. Rêyeke din, di civakên pirzimanî, pirçandî de, bi riya têkiliya mirovane û civakî, pêdiviya hin zimanên din jî derdikeve holê û mirov dîsa bi awayekî sirûştî, mîna zimanê dayika xwe, fêrî wî/wan zimanî/zimanan dibe. Yeka din jî ku mirov bi mebestine taybet hewl dide xwe û fêrî zimanekî/zimanine din dibe.
Bêşik fêrbûna zimanine din, ligel hest û ramanên mirovane, gencîneyekê jî dide mirovî. Gencîneya zanist, raman, çand, tore û hwd. Asoya mirovî, bi fêrbûna her zimanekî firehtir û bilindtir dibe.
Jixwe wergera ku di wêjeyê de, di zanistê de, di hunerê û di qadên din de pêk tê bi saya kesên pirzimanî pêk tê ku ev kes di haman demê de, di navbera ziman û çandan de rista pirê jî werdigrin.
Niha jî bi şênberî, ez dixwazim qala lehengekî vê qadê bikim ku bi keda xwe fêrî gelek zimanan bûye û bênavber berheman werdigerîne.
Ew Tonguç OK e. Bi eslê xwe tirk e, ji bajarê Kayserî ye. Ev çardeh sal in ku di girtîgehê de, bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Girtiyekî siyasî ye û cezayê bêdawî (muebbet) a giran lê hatiye birîn. Ew di girtîgehê de, fêrî kurmancî, rusî, îngilîzî, spanyolî û îtalî bûye. Ew, di girtîgehê de, di hucreya xwe ya yek-kesî de, bêrawest berheman werdigerîne. Berhemên ku heta niha wî wergerandine ev in:
1. Marksîzîm û Zanist- ji îngîlîzî wergerandiye tirkî.
2. Di dîrokê de zanist, 2 berg (J.D. Bernal) – ji îngîlîzî wergerandiye tirkî.
3.Parastina Felsefeyê (conford) – ji îngîlîzî wergerandiye tirkî.
4.Manîfestoya Komînîst – ji îngîlîzî wergerandiye kurmancî.
5.Welatê min, Axa min û Gelê min - ji Îspanyolî wergerandiye tirkî
6.Rista Zanistê ya Civakî, 2 berg- ji îngîlîzî wergerandiye tirkî
7.Bîrdoziya Almanan (hemû berhem) ji îngîlîzî wergerandiye tirkî.
8.Ziman-Stalîn- ji îngîlzî wergerandiye kurmancî.
Piştî van agahiyan bi taybetî, ez dixwazim li ser wergerên wî yên kurmancî ramanên xwe vebêjim. Di wergerên ku ji tirkî li kurmanciyê hatine wergerandin, yên ji hêla kurdên li Tirkiyeyê dijîn hatine kirin de, çewtiya ku pir tê kirin ew e ku werger bi mantiqa tirkî pêk tên. Peyv, kurdî bin jî rêbaza ramanê tirkî ye. Ev yek him hest û ramanê xera dike, him jî herikbarî û estetîzma zimên xera dike. Lê ku em li wergerên birêz Tonguş OK ên kurmancî dinêrin, zimanekî herikbar û di tehma kurdî de derdikeve pêşberî me. Ev yek bi tena serê xwe dibe nîşaneya serkeftina wergerê.
Ji ber van xebatên hêja û keda pîroz a birêz Tonguç Ok, em spasiyên xwe jê re pêşkêş dikin ku bi her awayî dibe pira mirovahiyê di navbera ziman û her wiha neteweyan. Em ji lehengê zimên re dibêjin gelekî qewed be.


