Nasnameyên bajaran yên dîrokî û çandî gelek muhîm in; hin mîrate û mayînde ji gelek hêlan ve wekî hefizeya mirovahiyê ne. Cizîr jî yek ji wan bajaran e ku wekî mekan ji mîrate û mayîndeyan re bûye cîwar. Bi tevî mîrateya neteweyî (ji alî destan, mîrekiyan ve) ew mekanek wisa ye ku ji alî ilmî ve jî bi navûdeng e ku bajarê El Cizîrî ye ku ew bavê Sîbernetîkê tê qebûlkirin.
Ajansa nûçeyan a dewletê “AA” (Ajansa Anadolu) nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hatiye destnîşan kirin ku dê Muzeya El Cizîrî li Stenbolê were vekirin. Gelo ciyê wê muzeyê ne Cizîr e? Avakirina muzeyekê li Cizîrê ferz e. Ew mûze bi qasî xatirê El Cizîrî dikare hêmaya hezkirinê jî bide der ku di heman demê de cîwarê Mem û Zîn e jî.
Şer û tundî bi qasî jiyana siyasî bûne sebeb kultur, huner, dîrok û aliyên din yên jiyanê jî di tariyê de bimînin; avakirin di heman demê de ew e ku hilberîn, gavên çandî û kulturî bikevin meriyetê ev jî bi aştiyê dibe, bi tundî û şer nabe.
Wextê ku mûzeya El Cizîrî ne li Cizîrê li Stenbolê were avakirin ev dibe sebeb her kesek li wê cografyayê biêşe û pirsek basît xwe bide der; çima?
Xeletiyên siyasî heya niha her hatine destnîşankirin û şîrovekirin, kes li ser gavên şaş yên di warên din de bes ranaweste ku bê ew gav çi bandorê li rih dikin, ji alî hestiyarî ve bûne xwedî çi tesîr û texrîbatê. Çerçawa her kurdek ji ber ku bi zimanê xwe perwerde nebûye, ziman lê hatiye qedexekirin ji alî rihî ve birîndar e gavên wisa jî dibin sebeb ji alî hestiyarî ve însan birîndar bin, birînên hestiyarî wisa ne ku hûn çiqas hewl bidin aqil derxin pêş jî feyde nake.
Ya rast ew gav ji alî mantiq ve jî ne gavek li cî ye, pirs were kirin bê çima qerarek wisa, bersiva vê pirsê tune, hebe jî inxec wê xwe ji hincetan bide der. Sibe, dusibe welew wextek din wê aştî pêk were, wî wextî em giş li cografya, bajar û ciyên wêran nenihêrin, ev cografya ji alî mîrateyên dîrokî û kulturî ve jî di heman demê de winda dike, heyf e… Heskîf hê jî jan dide.
Ji Palmîrayê bigirin heya Heskîfê, ji Cizîrê heya Bergamayê, ji Hatuşaşê heya manastira Sumeleyê giş mîrateyên şaristaniyan in, ji bo mirovahiyê muhîm in.
Heke ev cografya hê jî bi şer e, mercên demokrasiyê kêm in, çand, huner, ilm bes nakeve rojeva me sebeb jê yek ew e ku em bi çavek piçûk li wan mîrateyan dinihêrin, qedir lê nagirin. Yan jî her wextî meseleyên desthilatiyê mohra xwe li rojevê xistiye.
Nasnameyên bajaran di heman demê de têkiliyên mirovahiyê jî didin der; mîrateyên hunerî, ilmî, kulturî dibin sebeb têkiliyên dema me jî ji hêlekê ve bi reng bibin.
Her berhem, her mîrate û mayînde li cografya xwe bimehne ye, çîroka mayînde, mîrate û cografyayê jî balkêş e. Hêvî dikim wê ew Muze li Cizîrê were avakirin. Heke gavek wisa were avêtin qerarek şaş e ku muze hate avakirin kesên herin serdaniyê wê giş heman pirsê bikin, çima muzeya El Cizîrî ne li mekanê mezelê wî ye?
http://teknokurd.com/di-diroke-de-dahener-u-mekanikkare-ewil-endezyare-kurd-ismail-ebul-iz-el-cezeri/
http://aa.com.tr/tr/kultur-sanat/cezerinin-buluslari-cezeri-muzesinde-sergilenecek/547518


