KOBANÊ
Komîteya Alîkariyan a girêdayî Deteya Karûbarên Civakî li herêma Kobanê hemû alîkariyên ku di sala 2014'an de gihîştin destê wê belav kirin. Niha depoyên wan hema hema vala ne. Rêveberê Komîteya Alîkariyan Silêman Xelîl da zanîn ku depoyên wan ên alîkariyan niha vala ne û bang li rêxistinên mirovî yên navnetewî kir ku alîkariyan ji koçberên herêmê re bişînin.
Rêveberê Komîteya Alîkariyan a girêdayî Deteya Karûbarên Civakî Silêman Xelîl diyar kir ku wan li herêma Kobanê ji destpêka rêbendana 2014'an ve 9 hezar û 797 pakêtên madeyên xwarinê, 14 hezar û 500 cil, 3 hezar û 197 betanî û hezr û 400 Isfenc ji rêxistinê mirovî, ku ji gelê Bakurê Kurdistanê û BDP'ê, wergirtibûn, li koçberê ji bajarên wekî Munbic, Cerablus û hwd... belav kirin.
Xelîl, di berdewama axaftina xwe de da diyarkirin ku wan hemû madeyên ku ji destpêka sala 2014'an ve gihîştin ber destê wan belavkirine û wiha dom kir: “Alîkariyên ku digihên herêmê kêm in û têra pêdiviyên koçberan nakin. Niha depoyên me yên alîkariyan vala dibin.”
Xelîl, di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî yên navnetewî kir ku alîkariyan ji bo koçber û xizanên herêmê re bişînin.
Ji aliyê xwe ve berpirsyarê depoyên alîkariyan Ehmed Îsmaîl jî hemû aliyên ku alîkariyên mirovahî ji wan re şandine spas kirin. Îsmaîl teqez kir ku depoyên wan vala dibin û wiha got: “Pêdiviya me piranî bi madeyên xwarinê heye.”


