(Nivîsa ku li Îsa û Mûsayê xwe digere)
Ez xweziya xwe tînim û hêvî dikim; bi mereqek sivik mereq dikim gelo emê çi wext nivîsekê lê bikin ku bikaribin wê nivîsê li dîwarê odeya xwe hilawêsin…Nivîsek ku di nav rengê dîwêr de sayakî bimîne, nivîsek sivik, nivîseke per bi dilê însan ve bîne, nivîsek ku piştî însan bixwîne bikaribe bi nav xeyalan bikeve, nivîsek bibe deng, nivîsek ku bibe riyek dûr û kûr, nivîsek ku bi hevokekê bikaribe pirsan ji nivîskar jî bike…Nivîsek ku mîna masiyê bê dasî* bi çêj be... Nivîsek ku bibe nivîsa her dem û dewranan. Nivîsek ku navan nehewîne lê bi sedan navan bi bîr bîne. Nivîsek ku nehêle em ji hêviyên germ bibin, nivîsek ku me ji gotinên mezin bike. Nivîsek ku berf be ne spî be, nivîsek ku newa be, bêyî gotin be, nivîsek av be bêyî erdnîgarî be. Nivîsek ku bi bîr bîne jiyan şîr û şekir e. Nivîsek ku ji jehra jiyanê re bibe jehrkuj.
Nivîsek bi gotinên nebihîstî serpêhatiyên çavan bi bîr bîne. Çavên xaîs, ên li ser berfê leylan dikin. Çavên nehatine xwendin. Çîrokên bîbikên ku navê rengê xwe ji kesî re nabêjin.
Nivîsek bêyî peyva naletê vehewîne, karibe naletê li cûtinê bîne, li dilên bi xezeb, li zordariyên bûne leke li jiyanê. Nivîsek nebe ayet û nivişt, bi qasî kenê dergûşekê zelal, vekirî be. Nivîsek bibe bagera ji ar û axînan bişewitîne. Nivîsek ku bi rengekî xeyalî bi bîr bixe ku, her kes dixwaze hez bike lê her kes di heskirinê de bisernakeve.
Nivîsek ku av be, ji hemî olan, ji pirtûkên edebî, ji gotinên servekirî dapale. Nivîsa ku ji dil û hiş re bibe sî, siya siyê. Siya hemî nivîsan. Siya nivîsên nelêkirî. Siya dengên bi nefesa dawî re li tîpan digerin.
Nivîsa ku bi avşoya hemû nivîsan avdayî, nivîsa ku ji bo baranekê bibe xunav. Nivîsa ku deriyên dadayî vebike, deriyên ne hewce hilweşîne. Nivîsa ku xwendevan haydar bike bê çavên nivîskar heftreng in, dilê wî/ê dilekî parsek e, parsekê heskirinê.
(Li sikakên metropolan nêrînên zarokan dibînim; ew nêrînên ku bi heft agiran hatine şûştin û bi heftê mifteyan hatine kilîtkirin, nêrînên ku mîna sermaya Serhedê hikum li cîgera însan dikin, nêrînên ku ji topa asîman* * bihikumtir…) nivîsa ku nêrînan bike deng, dengek bi sewt, newayî hinek hêwirzeyî û bi hêvî…
Nivîsek ku peyvên wê havên hevokên wê hevîrtirş be. Nivîseke ferîşteh ne li ser milan bin, ferîşteh li dil bibin mêvan. Nivîsek ku biken be, çavên wê reş bin, biriyên wê qeytan, destên wê bi bayê berbangan şad bûbe, nivîsek ku li sikakan gotinên şarwerî yên evîndaran vehewîne. Nivîseke bi qasî deqîqeyekê nehêle nivîskar bi tenê bimînin. Nivîseke pêxwas, servekirî, tazî, virnî, şerbetî. Nivîseke bikaribe ji axê bêhtir meytan veşêre, meytên ku vedişêre jî di qatên şevan de bi rih û can bike, bi nav sohbetan keve. Nivîseke ku bi bîr bixe bê deriyê mirinê ji pelê cixareyê ziravtir e. Nivîsa ku bi bîra me bixe çi kesên, bêyî gotin li xwe biqedînin û biçin şîret û temiyan li me nahêlin, peyv û gotinên xwe li asîman bibask dikin, dengekî didin dilê me û pirsekê servekirî dihêlin… Nivîsa ku şîn vede, ji rengê asîman wêdetir, şîn bidin nivîs, şîn bidin da em navê Şînda li wê bikin.
Nivîsa ku xwe bi me bide maçîkirin. Nivîsa ku nehêle em xwe bi heft avan bişon, nivîsa ku bibe heft av! Nivîsa ku ji dilê wê de gul bipişkivin. Nivîsa ku derewan bike xunav. Nivîsa ku peyvên zimanê me bi rih û can bike. Nivîsa ku peyvên di devê şûr û mertalan de bûbûn bênamûs di paşila xwe de vehewîne.
Nivîsa ku, Îsa û Mûsayê xwe winda kiribe*** Nivîsa ku li dara dinyayê bibe dara bêkesan. Nivîsa ku bi dengê mexdûran re hilbe, hilbe heya qatên asîmanan. Nivîsa ku karibe nivîskarê/a xwe bi nav xewnek sivik bixe. Nivîsa şîr be lê nivîskarê/a wê nebe sedem ku ew biquse. Nivîsa bi çil derî, nivîsa çilreng, nivîsa payîzê, biharê, nivîsa heyamên dem û dewranan… Nivîsa ku karibe hew peyvekê, hevokekê an jî gotinekê li nivîsên hatî lêkirin zêde bike…
Nivîsa ku bibe kêr û bi devê birînên me bikeve. Nivîsa ku nehêle em peyvan ji bîr ve bikin, peyvên hezkirinê, peyvên ji dilê me re derman, ji hêviyên me re sebra axirzeman… Nivîsa ku lezê, gavê, saetê, deqeyê bi bîr bixe, bibêje, însan, însan, însan! Nivîsa ji nav lehiyan de şîn were…
Nivîsa ku bi herikîna lehiyan re dibe wêne; wêneyê ku kes nikare jê re navekê bibîne. Nivîsa ku robaran veşêre ji bo zarokan! Bila dengan bîne, dengên di geliyan de tevlî xişîna pelan bûne, bîne ji şevên tenik re… Nivîsa ku ne fedîkar be; neşibe fedîkariya kalepîrên li metropolan ku bi şevê bi dengên nizm kilaman dibêjin. Bila şîroveyên kelam ên qedîm bimîne ji pirtûkan re. Nivîsa ku nakeve pirtûkan, nivîsa ku mîna kêliyek di sînga bedewek de bi dawî dibe, bêrî nivîseke wanî dikim.
Temen çil û çar.
Dil di kêliyên şevê de li xem û xeyalan şiyar dike. Bêhna tûtinê ji bo bêrîkirinê ye lê ne besî bêrîkirina nivîsê ye. Ciyek bi kenê zarokan. Ciyek wanî tê ber çavan. Nivîs ji ciyê bi ken bi dûr dikeve.
*Masiyê bê dasî. Ev li devera Varto ji bo xwarinên herî xweş tê bikaranîn. Wekî tê zanîn li welatê me xwarina masî mîna xwarinek luks tê dîtin. Zivistanan zor e. Havînan jî nayê xwarin. Bêhtir derê biharê û payîza dereng hinek tê xwarin.
**Topa asîman jî li heman deverê ji bo, brûskê, tê gotin.
***Wendakirina Îsa û Mûsa biwêj e. Wexta tiştek gelek muhîm hatibe wendakirin, bêhtir li ciyê ku ne mimkûn e ew tişt bê dîtin wê çaxê ev biwêj tê bikaranîn.


