logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

DEMOKRASÎ Û EKOLOJÎ

  • Dîrok: 10/09/2013
Demokrasî û jiyana bajarî, bajarvanî, heya heyamê geşedanên teknolojîk yên bê ser û ber, du têgeh bûn ku bi azadiya takekes re seknekê der dibirin. Li dû geşedanên teknolojîk û qewimînin cuda, girîngiya pirdengiyê a di demokrasiyê de derket pêş, pê re jî têgeha mexdûriyetê xwe da der; bi wê têgehê re rastiya nasnameyên cuda derket meydanê. Êdî azadiya takekes bi tena serê xwe ne bes e, azadiya nasnameyan yek ji şertên jiyana bajarî an jî demokrasiyê ye. Ev rastî ku bi têgehên wekî pirhêlî-pirdengî tê derbirîn, bi saya ragihandinê, rê da pirsekê; jiyaneke çawa? Ev pirs ji bo mirovê di nav bêtonê de dijî, ji alî aborî ve li jêr an jî li navberê ye, pirseke muhîm e ku pirsê rê da bê dorhêl ji bo wî/wê çiqas muhîm e. Bi gotineke din bi qasî nan û avê însan hewa û hêşînahiyê jî muhîm dibînin.
Li gorî lêkolîner û zanyaran problema herî mezin a ku mirovahî di demên pêş de pê re mijûl be problema dordorê ye. 
Li ciyek ku problemên mezin hebin problemên din piçûk têne dîtin. Ev rastiyek jiyanê be jî divê em ji bîr nekin ku problemên piçûk bi demê re mezin dibin. Ji lewre bi daxwaza demokrasiyê re gavên ji bo dorhêlek xweş muhîm in.
Hin gav û pratîkên jiyanê hene ku, bi awayek suriştî û xweş, teşe didin zîneta însan. Mînak, li gund bi çi mebestî be jî ger di malekê de pisîk bê xwedî kirin an jî kûçik were xwedî kirin, bi awayek zarokên wî malê jî bi wan ajalan re mezin dibin û ji ajalan hez dikin. 
Ev ji bo daran jî wisa ye; ger li pêş malê aj hebin zarok pê re mezin dibin. Gelo dar ajotin an jî aj çinandin di pratîkê de çiqas ji bo me problem e? Texmîn dikim ku hin kesên biha dibêjin, tu li derdên ku li vê erdnîgariyê xwe didin der binihêre, tu li babetên ku nivîskarên me mijûl dikin binihêre! Ne me got ev rastiyek jiyanê ye ku bi problemên mezin re yên piçûk jî hene. Bi qasî çareserkirina problemên mezin pêşîlêgirtina problemên piçûk jî muhîm e. 
Gelo, her malek hema sê ajên mêweyan biçine ê îstatîstîkek çawa derkeve pêşberî me? Ji bo vê têkoşîn jî ne lazim e, ê zarok û aj pev re mezin bin. 
Ji bajarvanî û demokrasiyê madetir niha ekolojî û demokrasî li hev dikin. Ji bo nifşên pêşerojê yek ji standardên demokrasiyê ê nêzikahiya li ekolojiyê be. Nêzikahiya li ekolojiyê ya rast wê tehemilê jî bi xwe re bîne. 
 
cihanacirokan@hotmail.com 
Hin Nivîsen Nivîskar

Serhevdeya nîşeyan

  • 20 Kewçêr 2008

                            Pirî caran pirsgirêkên ziman û...

ŞÎRETFIROŞ

  • 12 Rezber 2015

Em takekesên civakeke şîretfiroş in; di çîrçîrokên me de li bazarên me şîret jî hatine firotin! Civaka adetî û di çanda devkî de...

Min îşev ziqûm xwar

  • 14 Avrêl 2008

 Hê wext ji nivîsa min re heye. Me ev nivîs wekî nivîseke di navberê de lê kir. Ji jana jinekê, ji jana qezayekê û ji jana hin rastiyan xwe da der. Bi hêviya...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vê hefteyê 10 fîlm hene

ad

Roj 6 salî ye

ad

Juriya Xelata Seyfî Teoman diyar bû

ad

Rutkay Azîz xelata xwe da TTB'ê

ad

PSK'ê li ser hilbijartinê helwesta xwe eşkere kir

ad

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li TÎHK'ê dan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname