logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Seqetiya danûstendinên me

  • Dîrok: 16/04/2009

Fikir “raman“ li cem kurdan tune ye:

Di danûstendinên ku di nav nivîskar û rojnamegerên kurd de çêdibin, her dem û her gav asta danûstendinê ji qada raman û fikrên ku cihê nakokiyan e, dadikeve qada kesan e û mîna şerekî şexsî ku di nav du sê kesan de be ew danûstendin berdewam dibe yan jî tê bidawîkirin. Dema mirov ramanekê bibêje yan bixwaze wê ramanê bike cihê danûstendinê, yekser yê li hember te berê xwe dide te wekî ku kes, bê tu çi dikî, tu li ku derê disekinî, nimra pêlava te çiqasî ye, dê û bav û eşîra te kî ne û tu dostê kî yî, hevalê kî yî û her wisa. Piştî ku digihîjin encamekê, wî mafê nivîsandina ramanê û gotina wê ji te distînin, qala ramanê bi xwe nema tê kirin û mijar bi temamî dibe ez, ew, tu û şerê şexsî dest pê dike. Dibe di vî şerî de qala hesûdiyê bibe, qala kîn û nefret û dijminayiyê bibe, qala cih û rengê porê mirov û dirûvên wî bibe, lê her û her qala wan ramanên ku divê bibin cihê danûstendinê nabe. Di danûstendinên kurdan de her dem raman dibe qurban.
Dibe ku ji ber vê be, heta niha kurdan bi sedan nivîskarên baş, rojnamegerên baş, hunermend û siyasetmedarên baş ji nav xwe derxistine, lê yek “rewşenbîr”ê bi vê wateya ku ramangir(mufekir) be ji nav xwe dernexistine. 
Ez ê mînakan ji her sê nivîsên xwe yên vê dawiyê bidim:
- 18.1.09 - Min li ser romana Firat Cewerî “Ez ê yekî bikujim” nîvisand û min deh xalên hevbeş ku ji çîrokeke min hatibûn girtin hejmartin. Bersiva Cewerî ew bû ku navdariya wî bûye bela serê wî û ev nivîs ji hesûdî ye. Bi gotineke din, meseleyeke şexsî ye.(1)
- 12.3.09 – Min li ser girîngiya zimanê kurdî li Bakur nivîsand û min rexne li tevgera siyasî ya Bakur kirin. Yekser Adil Zozanî ew nivîs wekî erzankirina xwîna şehîdan li qelem da, nexasim ku ez li Roj TV kar dikim û ew jî dezgeheke ku bi xwîna şehîdan ava bûye û ava nivîsa min herikand ber bi cihoka dewleta tirk ve. Bi gotineke din, mesele bû meseleyeke şexsî û ma girêdayî wan xisletên xerab yên li cem min hene û mijara zimên û rola wî winda bû. (2)
- 13.4.09 – Min li ser helwesta rewşenbîrî ya ku ji rewşenbîr û nivîskarên miletekî bindest li hember siyaset, pilan û dezgehên dewleteke dagîrker tê xwestin, kiribû. Birayê me Bûbê Eser dev ji ramana bingehîn a nivîsê berdaye, zend û bendên xwe hildane û dest bi pirsên şexsî kiriye. Berê xwe daye min û xwe û Roj TV, wekî ku meseleyek şexsî ya min û wî be. (3)
Ez ê di vê nivîsê de, danûstendina me ya cihê nakokiyê, careke din zelal bikim û bersiva çend pirsên ku ji min kirine, bidim.

Îsraîl, Tirkiyê, Kurdistan û Filestîn:

Xala bingehîn di nivîsê de ew bû ku TRT 6 dezgeheke dewleta tirk e û tenê ji ber ku ziman kurdî ye, mirov nikare vê dezgehê wekî dezgeheke kurdan bihejmêr e û doza xwedîderketinê lê bike. Televîzyoneke ku bi “Îstiklal Marşi” dest bi weşanê bike nikare bibe dezgehek ku rewşenbîr an nivîskarekî kurd xwedî lê derkeve. Nexasim ku ev dewlet hem welatekî bi navê Kurdistanê dagir dike, hem jî kurdan wekî milet û zimanê wan jî wekî zimanê perwerdê qebûl nake. Eger em tang û top û firokên “Jet” ku rojane mirinê bi ser serê keç û xortên kurdan de dibarînin deynin aliyekî, dîsa jî di destûr û qanûna bingehîn a vê dewleta xwediya TRT 6 de ne kurd û ne jî zimanê wan nayêne naskirin.
Birayê me Bûbê Eser, gotina rastiyên wiha wekî “bilindkirina pêla dijminatiyê li Bakur” bi nav dike. Her wisa dixwaze di ser vê rastiya tal re ku Kurdistan jî mîna Filistînê welatekî dagîrkirî û bindest e, bi yek hevokê meselê biqedîne” her gel û miletek li gor şert û mercên têdene dijîn” bêyî ku bibêje ka ew şert û merc çi ne yên ku dihêlin bi dehan nivîskar û “rewşenbîr”ên kurd xwedî li dezgeheke dewleta tirk derkevin, ji ber ku bi kurdî weşanê dike. Di heman demê de, rewşenbîrekî fîlistînî bi tenê nayê dîtin ku li dezgeheke dewleta ku welatê wî dagîr dike, tev ku bi zimanê wî jî weşanê bike, xwedî derkeve û wê wekî dezgeheke xwe bibîne.
Eger cudayî di navbera her du aliyan de hebe, ew jî ew e ku helwesta dewleta Îsraîl li hember filistîniyan ji helwesta dewleta tirk a li hember kurdan bi gelekî çêtir e. Hemû hikumetên Îsraîlê hetanî bi mafê dewletbûnê ji bo filistîniyan dipejirînin.
Birêz Eser ji anîna mînaka Îsraîl û Filistînê matmayî dimîne, wekî ku rewşa Tirkiyê û Kurdistanê bi awayekî din be. Eger bîr û baweriyên wî ew bin ku bakurê Kurdistanê ne di bin dagîrkeriya dewleta tirk de ye û kurd li wê derê ne bê maf, bê nasname û bê “hebûn” in, divê kerem bike ji me re bibêje. Yana çawa televîzyoneke vê dewletê, ji ber ku tenê bi zimanê kurdî ye, dikare di ser televîzyoneke kurdan re bê girtin, yan jî mîna televîzyoneke kurdan bê nirxandin. Ev “tirs” ê ku “ji ber ku bi kurdî ye” tê hildan, bêyî ku bingeh û xwediyê meselê bê destnîşankirin, nikare tu kesî biparêze.
Zimanê kurdî wekî ku dikare bibe çeka hişyariya neteweyî, di heman demê de dikare, di destê dewletê de, bibe çeka jiholêrakirina kurdayetiyê û binaxkirina navê Kurdistanê û xerakirina nirx û hêjayiyên neteweyî û pêşêrînkirina tirkayetiyê.
Baweriya min ew e, erkê tevgera siyasî ya kurdan, nivîskar û “rewşenbîr” û hunermend di nav de ew e ku, rê li ber vê yekê bigrin. Ne ku alîkariya dewletê bikin di projeyên wê yên sexte, ne qanûnî û bê bingeh de.
Dema mirov romana “Gardiyan” ya Bûbê Eser dixwîne, mirov têdigihêje bê nivîskarê wê bi xwe çiqasî ji destê gardiyan û işkencekarên vê dewletê kişandiye. Lê di heman demê de Bûbê Eser dibe mêvanê bernama “gulên edebiyatê” ya Latîf Epozdemir di TRT 6 de û tê de TRT 6 wekî mafekî xwe dinirxîne ku ji bo wî û hemû kurdan hatiye dayîn û spasiya xwedî û kesên ku ev kanal çêkirine, dike. Baweriya min jî ew e ku şaşîtiyeke mezin di vê dîtinê de heye. TRT 6 ne bi destê kurdan tê meşandin û tu maf ji bo kurdan û zimanê wan li Tirkiyeyê nehatiye dayîn. Dezgeheke wisa ye ku dewletê ji bo pêkanîna pilan û siyasetên xwe çêkiriye û kurdan tê de dide xebitandin. Ez bi tu awayî ne dijminayiya wan kurdên ku di wir de dixebitin, ne jî dijminayiya mêvanên bernameyên wan, dikim. Ez hewil didim bîr û baweriyên xwe di der barê vê rûdana ku qelsbûn û belengaziya helwesta hinek nivîskar û “rewşenbîrên” kurd derxiste holê, li ber çavan raxînim û rexne bikim.

Roj TV, TRT 6, bername, mêvan û sansûr

Di nivîsa xwe de Bûbê Eser heqaretan hem li min û hem li televîzyona ez tê de kar dikim, Roj TV, dike. Destpêkê ez dixwazim vê yekê bibêjim ku beramberiya di navbera Roj TV û TRT 6 a ku Bûbê Eser heyranê wê ye, bi tu awayî, nayê qebûlkirin. Eger beramberiyek hebe, mirov dikare Roj TV bide beramberî Kurdistan TV yan jî Kurdsat û hetanî bi Zagros TV û Kurd 1.. û her wisa, lê TRT 6, li gor dîtina min, nikare têkeve vê çarçoveya kurdewarî. Ji ber ku Eser bi zihniyeta TRT 6 û xwediyên wê difikire, xeyala wî ew ajotiye nav gumanên ecêb. Yek ji wan ev e:
“Dibe ku karê wî ji dest nere hinan li ser wî ferz kiribin ku ew li dij nivîsakarên li Swêdê yên heta niha xebata wan ji bona zimên bûne, binivîsîne. Eger nenivîsanda dibe ku ji kar bihata avêtin. Loma ez dibêjim karekî wiha bi yekî xwe rewşenbîr bizanibe nakeve. Ji bo diravekî, ji bo karekî bê qîmet divê mirov neheqiyan û dûvikên ji derwan li nivîskar û rewşenbîran neke.”
Bi rastî ev gotinên “komîk” in bi hewceyî bersivê ne. Lê wisa xuyaye ku mesela dirav û kar û talîmat û ev atmosfera ku TRT 6 bi xwe re anî ye û ji çand, exlaq û awayê jiyana me xerîb e, heta radeyeke mezin bandora xwe li ser Bûbê Eser hiştiye, ji lew re mijar û fikra cihê danûstendinê mesix dike û dadixîne vê asta şexsî û biçûk.
Ji bilî van tawanbariyên ku mirov tenê dikare bi wan bikene, diçe û tê û qala nerastiyên ku min nivîsandine dike: “Îcar ez fêm nakim ku ev brader çima weha nerastiyê dibêje.” Ka em binêrin bê ev nerastî çi ne? Ji bo nerastiyên min piştrast bike, vê pirsê dike:
 - “Gelo wî bangî kîjan nivîskarên ne PKK’yî an jî dostên wan bûne, kirî ye?”

Yê “nerastiyê” dibêjî ki ye, wê di bersiva vê pirsa wî de xuyanî bike. Pîvanên gazîkirina mêvanên bernama “Gava sêyemîn” pîvanin wêjeyî û edebî ne. Di nav derdora du sed mêvanên ku heta niha hatine bernamê ji hemû alî, îdeolojî û partiyên kurdan û ji her çar perçeyên Kurdistanê hene. Her wisa bi dehan nivîskarên ku ez tiştekî li ser fikra wanî siyasî nizanim hatine. Bername li ser berhem û mijarên wêje û edebiyata kurdî ye. Ji ber ku mînak pir in, ez ê tenê çend nivîskar û wêjevanên ji hin alî û partiyên kurdan yên cuda bidim:
(Beşîr Mizûrî, Ismaîl Badî, Muhsin Qochan, Enwer Mihemed Tahir …PDK)- (Seîd Osman, Hemîd Bedirxan,…YNK)- (Dr. Kamîran Bêkes – Partiya yekîtiya kurd – Sûriyê) – (Cemşîd Evdilkerîm – partiya hevgirtina gelê kurd li Sûriyê)...
 (Keça Kurd, Heyder Umer, Elî Cafer, Qado şêrîn,Nezîr Palo, Cankurd (Rojava)
 – Zinarê Xamo, Bedirxan Epozdemir, Azad Avci, Ahmet Aras (Bakur)
- Haşim Ehmedzade(Rojhilat)
- Seîdê Dêreşî, Salimê Casim, Abdurehman Mizûrî (Başûr)... Ji bilî Celîlê Celîl û şahînê Soreklî û bi dehên navên din ku ez nizanim ji kîjan partî û aliyên siyasî ne.
Bûbê Eser xwestiye ez navan bidim.
Vaye min çend nav dan ku, li gor agahiyên min, ew ne PKK’yî ne û ji derdorên siyasî yên cuda tên. Gelo çawa dikare nav û berhemên van nivîskaran hemûyan bi PKK ve girê bide?. Gelo kî “nerastiyan” dibêje?
Ez li vê derê naxwazim Roj TV û awayê karê wê binirxînim yan jî biparêzim. Jixwe her tişt li ber çavan e û mijara me ne ev e. Roj TV dezgeheke kurdanî ya girîng û bi nirx e, karkirin û nekarkirina min di wir de tiştekî ji vê rastiyê naguhere. Girîngiya wê di civata NATO ya bilind de jî diyar bû, bê çiqasî ji bo xwediyên TRT 6 girîng e ku vî dengê kurdanî ê bi hêz ji holê rake û bide fetisandin.
Bûbê Eser hetanî bi mafê rexnekirinê ji min distîne, ji ber ku Roj TV bi salan e Şivan Perwer dernaxîne. Min û Roj TV ya min a ku li gor wî “dijminatiya kurdan dike” li hev bimbarek dike.
Ji bo derxistin û nederxistina Şivan Perwer, ev pirs ne ji min tê kirin. Ev pirs dikare ji rêveberiya Roj TV û ji Şivan Perwer bi xwe jî bê kirin. Roj TV wekî hemû dezgehên ragihandinê li cîhanê xwedî birêveberî, qanûn û rêbazên xweser e, xwedî pilan û siyaseteke weşanê ye. Dikare bi dehan kêmanî û şaşîtiyên wê jî hebin, lê bi her awayî wan xisletên ku me gotin diparêze.
Anîna mînaka Şivan Perwer jî hewildaneke perîşan e ji bo vekirina rêyên ber bi hemêza TRT 6 û xwediyên wê ve. Eger Roj TV heta qirika xwe di nav “xerabiyê” de be, dîsa jî ev nayê wê wateyê ku TRT 6 “baş e” û mirov li ser “xerabiya” televîzyoneke kurdan dîtina xwe, ya di rewakirin û pesindana televîzyoneke dewleta tirk de, ava bike.
Madem Bûbê Eser mînaka Şivan Perwer tîne, çima guh nade helwesta bi rûmet ya Şivan Perwer ya li hember vê televîzyona ku nikare tê de navê welatê xwe bibêje?. Çima helwesta wî ji xwe û yên wekî xwe re nake mînak?
Di vê dîtina derbasbûyî de xala herî girîng ew e ku çavkaniya nakokiyê zelal dibe, ew jî ev e: “Ew Roj TV wekî dezgeheke dijmin dibîne û TRT 6 wekî dezgeheke xwe dibîne”

Wisa xuya ye ku raxistina nirxandin û dîtinên me, ne ji bingehekê tên, belê ji du çavkaniyên cuda tên. Çavkaniyek xwe dispêre dewletê û li pilanên wê xwedî derdikeve, ya din jî xwe dispêre hêzên kurdan ên dijber. Ev danûstendin vî dîmenî dide pêş, lê baweriya min ew e ku mebest ji vî dîmenî kûrtir û aloztir e.

Gera li naveroka rast a mijarê

Dîtina ku mirov lê digere, di rastiya xwe de, ji çarçova hêzên kurd yên siyasî firehtir e. Ez bêhtir dixwazim bal bê kişandin ber bi wê çarçova kurdewarî ya berfireh de ku, dikare “rewşenbîrî” be û dikare hêzên siyasî jî hembêz bike, lê bi wan bi sînor nemîne. Hewcedariya me bi van helwestên wiha neteweyî, rewşenbîrî û xwedî ast heye. Helwesta hêzên siyasî çi dibe bela bibe, carna bi wê çarçoveya neteweyî re digunce, carna jî nagunce. Lê helwesta ku ez qal dikim berî ku xwe bispêre şert û mercên siyasî û helwestên vê hêzê û wê hêzê û ya din, xwe dispêre aliyê wijdanî û rewşenbîrî ku layiqî şerefa afirandin û nivîskariyê ye, nexasim ku ew nivîskar lawê miletekî birîndar û welatekî baskşikestî mîna Kurdistanê be. Hewcedarî bi eniyeke “rewşenbîrî” heye ku hêzek be, ne li hember pilanên dewletê yên xapînok, belê li hember hêzên siyasî yên kurd jî gava ku şaşîtî û çewtiyan di derheqê ziman û nirxên neteweyî de bikin. Helwest û bûyerên ku vê dawiyê rû didin, mirov dajon ber wê baweriyê ku çêbûna eniyeke wiha hîna ji çarçova xewnan derneketiye.

***

(1) http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=471
(2) http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=532
(3) http://www.netkurd.com/?mod=author&option=view&id=192

helimyusiv@hotmail.com

***

 

Nivîsa Helîm Yûsiv a din: TRT 6 û dengê Îsraîl

 

Hin Nivîsen Nivîskar

'Repinekî keskoyî' li keviya wêjeya kurdî

  • 11 Sermawez 2012

Roj 30.10.2012 bû. Li Amedê, dilê helbestvanekî rawestiya. Pê re jî, hêza gera me ya rojane, ya li pey netiştekî, rawestiya. Çend kêlîkên ji...

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

  • 11 Tîrmeh 2022

Tu çi li vir rûniştiyî, diponijî û behsa gotinên mezin û bê wate dikî bavê min? Geh tuyê behsa mafê mirovan bikî, geh tuyê behsa mafê...

Cînayetên dijî pirtûka kurdî, Cînayetên weşangeran-1

  • 01 Sibat 2008

 Hetanî ku pirtûk derdikeve di gelek qonaxan re derbas dibe. Emê vê carê, bi kurtayî be jî, li ser cînayetên weşangeriya kurdî rawestin.Hemû...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kanala televîzyonê M1'ê lêborîn xwest

ad

Festîvala Kurtefîlman dest pê kir

ad

Baluken: Tirkiye bi teslîmkirina 6 YPG'yî ji bo El Nusra sûcê şer kir

ad

Romana 'Mirîşka ku divîya bifire' bi kurmancî derket

ad

Mungan: Tirkiyeyê ne tenê ziman, wijdanê xwe jî winda kir

ad

Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qayûman paşve bikişînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname