logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Ala kurdî û partiyên kurdan

  • Dîrok: 09/06/2012
Qonaxên dîrokî, mîna vê qonaxa niha ku Sûriyê bi ereb, kurd û hemû neteweyên xwe, têre derbas dibe, pirsên mezin yên hebûn û nebûnê bi xwe re tînin. Di van çend meh û salên pêşiya me de, Kurd li hember ezmûneyeke girêdayî hebûn an nebûna xwe ya di hundir vî welatî de ne. Ji nav gelemşeyên ku derketin, ji bilî perçebûna civaka kurd di navbera hêzên siyasî de, ku heta niha belawela ne, pirsa xalên hevbeş jî li ser du astan hate holê. Yek jê, li ser asta seranserê welêt ku welatê bi navê Sûriyê tê naskirin cihê hevbeş yê hemû neteweyane. Ya din jî, li ser asta kurdî ku ji bilî ziman, xala gengeşiya li ser ala kurdî û hevbeşî û nehevbeşiya wê di nav kurdan de, tevliheviyeke mezin bi xwe re anî ye. Di vê çarçovê de, gelek ji hevalbendên partiya karkerên kurdistanê, ku bi giştî li derûdora partiya yekîtiya demokratîk PYD civiyane, bi behaneya ku ev ala kurdî ala başûrê kurdistanê ye, yan jî ala partiya demoqrata kurdistana iraqê PDK ye, ew al hilnegirtin û aleke din ku ji sê rengan zer, sor û kesk pêk tê, hilgirtin.
Gelo ev al, bi rastî ala partiyekê ye, yan ala perçeyekî kurdistanê ye, yan jî ala hemû kurdane?

Di nivîsa xwe ya vê carê de, em ê li bersiva vê pirsê bigerin.

Ev al ji ku hatiye?

Li gor agahiyên ku di hin jêderên dîrokî de têne dîtin, ev al cara yekem di sala 1919 an de, ji hêla "Teşkîlatî îctîmaîye camiyatî"yê ve, hatiye sazkirin. Anku ji hêla komela civakî ya Kurd ve, ku di destpêka sedsala bîstan de, li Stembolê, li ser destên siyasetmedarên Kurdên ku piraniya wan ji bakur bûn, hatibû avakirin.
Rengên Alê: Sor li jor. Kesk li jêr. Spî û rokeke zer li ortê.
Ev al weku aleke neteweya kurd hate pêşkêşkirin. Di kovara Hawarê de, xwediyê wê Mîr Celadet Alî Bedirxan û nifşê wî, ji birêveberên tevgera siyasî û rewşenbîrî li bakur û rojavayê Kurdistanê, xwedî li vê alê derketin û ew weku ala miletê kurd pejirandin. Celadet bi van gotinan behsa ala kurdî dike "Her milet xweyiyê alekê ye. Al nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e. Zarowên her miletî ji bona bilindî û biqedirbûna ala xwe, xwe didin kuştin. Ala her miletî jê re beha ye…... Ala kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise." (Hawar-30.9.1932)
Ji bilî ku gelek nivîs û helbest, di Hawarê de, li ser vê alê hene, wisa jî bergê hejmara yazdehan ya kovarê bi vê ala kurdî, weku semboleke neteweyî, hate xemilandin.

Wateyên rengên alê

Li ser wateyên rengên alê şîroveyên cihê hene, ji wan:
Sor, rengê şoreşê û xwîna şehîdane.
Kesk, rengê siruşt û xweza ya Kurdistanê û xweşiya wê ye.
Sipî, rengê aşitîxwazî û aramiyê ye. Rengê pakbûna kurdan û dilsoziya wane.
Zer, Roka zêrîn, rengê ronahî, azadiyê û rojê ye. Semboleke çandî û olî ya kurdane. 

Al û desthilatdariyên kurdan

Di dîroka kurdan ya van sed salên dawiyê de, gelek şoreş û tevger û serhildan çêbûn, lê di encamê de, bi awayekî fermî, heta niha du caran Kurd bûne xwedî desthilatdariyeke fermî. Yekem car li Mehabadê û bi damezrandina komara Kurdistanê re bû-1946. Duyem car jî desthilatdariya federal ya hikumeta Kurdistana iraqê ye- ji 1991 û bi vir de. Balkêşe ku alên şoreş û partiyên serkêşên şoreşên kurdan her dem cuda bûn, weku mînak ala şoreşa Agirî. Lê Ala her du desthilatdariyên fermî yên kurdan, tev her yek li perçeyeke cuda, Rojhilat an Îran û Başûr an Iraq, bû, dîsa jî heman al bû, ew ala ku li perçeyê dîtir, Bakur-Turkiyê, hatibû sazkirin. Lê, dîsa jî her desthilatdariyekê li gor xwe xwestiye ku bandora xwe li ser bikaranîna vê alê bike û wê di bin mohra xwe de bihêle. Em ê, bi kurtayî be jî, vê yekê rave bikin. 


Al û komara Kurdistan ya Mehabadê (Rojhilat)

Dema mirov li ala komara Kurdistanê ya li Mehabadê dinere, diyare ku komarê heman al ji bo xwe pejirandiye, lê di heman demê de, çend sembolên biçûk li roka zêrîn ya ku di nav rengê sipî de cih digre, lê hatine zêdekirin.

Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Paşa), di bîranînên xwe de,van gotinan li ser vê mijarê dinîvisîne:
"Hikumeta komara Mehabadê biryar stend ku ala komarê heman al be, ew ala ku ji hêla komela civakî ya kurd ve, weku ala Kurdistanê hatibû naskirin. Ev komele di sala 1919ê li Stembolê hatibû damezrandin. Al jî heman ala Kurdistanê bû, lê li aliyekî rengê sipî li dora roka zer wêneyên du sinbilan hatibûn zêdekirin û aliyê din jî wêneyê çiyayekî û dara"sinoberê"û li dora wê bi awayekî girover (Dewleta komara Kurdistanê) hatibû nivîsandin."
r.232-233 ji çapa erebî-weşanên kombenda Kawa 1987.
Di hinek jêderan de, li şûna wêneyê darê, wêneyê pênûsê tê gotin.
Al û hikumeta Kurdistana iraqê (Başûr)

Ev al ji sala 2002 an de, ji aliyê parlemana herêma Kurdistana iraqê ve, weku ala fermî ya herêma Kurdistana iraqê hate pejirandin.
Lê ji ber ku desthilatdarî ya her du partiyên sereke PDK û YNK ê ye, al jî ji bandora nakokiyên di navbera her du partiyan de nefilitî.
"Hejmara Tîrêjên Alê li gel PDK 21 tîrêjin, lê li gel YNK 17 Tîrêjin." 
Bi vî awayî, li şûna ku her du partî li xalên neteweyî yên hevbeş bigerin û wan xurt û pir bikin, hewil dan ku vê sembola neteweyî, ya ku berê heye, ji hev cuda bikin û li gor taybetiyên partiya xwe, wê biguherin.

Al û tevgera siyasî ya biserkêşiya PKK (Bakur)

Ji destpêka tevgera PKK de û heta niha gelek al hatin bikaranîn. Ji alên sor ku di bin bandora çepgiriyê de hatin hildan û heta niha ku hem PKK û hem rêxistinên girêdayî wê, alên bi rengên kesk û sor û zer ku weku rengên kurdî têne pejirandin, hildidin, lê bi ti awayî ev ala kurdî ya mijara vê nivîsa me, hilnedane. Tev ku carcaran bi destên hin hevalbedan tê hildan, lê herdem ji vê alê bi mesafet bûn, nexasim piştî ku weku ala fermî ya herêma Kurdistana iraqê hate pejirandin. Wisa jî baweriyeke şaş hate belavkirin ku ev al ne ala herêma kurdistana iraqê bi tenê ye, belê weku ala PDK hat binavkirin. Vê baweriya şaş siya xwe avêt ser giringiya vê alê ya neteweyî û ew ji semboleke neteweyî ya hevbeş daxist û kir alaveke nakokiyên di nav partî û rêxistinan de. 
Ev bixwe paradokseke mezin û balkêşe. Ala ku li bakur çêbûye û ji kurdên bakur weku aleke neteweyî hate pejirandin, îro ro ji hêla kurdên bakur bi xwe ve nayê pejirandin û wê alê, weku ala başûr û ya rêxistineke başûrî dibînin û di heman demê de rengên wê alê weku rengên kurdî têne pejirandin!
Jiholêrakirina vê paradoksê jî çi qasî mezin xuya bike, ew qasî jî biçûçike û girêdayî biryareke siyasî ji birêveberiya PKK ye, ku ala kurdî weku ala hemû kurdan bê pejirandin û ala her partî û rêxistinekê bimîne jêre.

Al û tevgera siyasî ya kurdên Sûriyê (Rojava)

Siya van nakokiyên ku me li jor behsa wan kir, xwe avête ser tevgera siyasî ya kurdên Sûriyê jî. Bi taybetî di meş û çalakiyên ku di çarçoveya şoreşa Sûriyê de têne lidarxistin. Ji bilî ala kurdî ku partiyên kurd hemû weku aleke neteweyî dipejirînin, PYD bi aleke din ku ew jî rengên kurdîne kesk û sor û zer e, derdikeve kolanan. Ez bawer dikim, ev dubendî ya li hember alê xwe dispêre helwesta PKK li Bakur, ku weku me diyar kir, xwe dispêre baweriyeke şaş, ya ku vê alê weku ala aliyekî an rêxistinekê dibîne.

Encam

Miletê Kurd, miletekî wisa lê hatiye ku, hem di nav sînor û dewletan de û hem jî di nav zarava û ziman û alfebêyên cuda de, perçewerçe bûye. Ne ziman yeke, ne erd yeke û ne jî dîrok yeke. Tenê du xalên hevbeş hene ku kurdan li her derê, weku netewe, dikin yek. Yek jê Newroz e, ku weku cejneke neteweyî tê pejirandin û ya duyem, ala kurdî ye, ku dikare ji bo hemû kurdan bibe ala neteweyî. Wekî ku pirbûna xalên hevbeş di nav endamên neteweyekê de wan ji hev nêzîk dike, wisa jî kêmbûna xalên hevbeş wan ji hev dûr dixîne. 
Ev nivîs di hejmara yekê, hezîran 2012. ji rojnameya “Pênûsa nû” de, belav bûye.
helimyusiv@hotmail.com 









Hin Nivîsen Nivîskar

Agirê ku bi mala me ketiye

  • 15 Sermawez 2008

 Demeke dirêj e ku ez tev li civatên wêjeyî nebibûm. Min bêriya civatan kiribû. Van deh rojên derbasbûyî derfet çêbû ku ez du şemiyan tev li du...

Nifşê bêjî - 1: Qeyikên romana kurmancî di nav pêlên siyasetê de

  • 02 Avrêl 2010

    Helîm YûsivDetpêkê, zelalkirina çend xalan:Mebesta min ji nifşê nû, nifşê me ye, ew nifşê ku di navbera salên 1990 heta 2010’an de bi...

Serdana dibistanên perwerdeya bi kurdî li Amûdê

  • 22 Rêbendan 2016

Xelek-4Girîngtirîn guhertina ku di van salên dawiyê de li Rojava bala min kişandibû, perwerdeya fermî ya zarokên kurdan bi zimanê kurdî bû. Ji ber vê yekê,...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nivîskar û wêjevanên tirk û kurd ji bo Kobanê li Pirsûsê bûn

ad

Mîkaîl Aslan: Em xwedî li zimanê xwe derên

ad

Konferansa ji bo Zangona Bingehîne li dar e

ad

Rojnameyke bi namey NEWEPEL vejîya

ad

Di Tîrojê de "Werger lê çawa?" tê nîqaşkirin

ad

Li Başûr destana Dewrêşê Evdî ji pirtûka perwerdehiyê hat derxistin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname