Şerê rizgarkirina Şingalê ev çar meh in didome. Hêviya ku dê Şingal zû were rizgarkirin pêk nehat. Bi vê yekê re gengeşiyên derbarê statuya dahatûya vê herêmê jî niha rawestiyane. Lê ev gengeşî dê bi rizgarbûna bajêr re dîsa bibe rojeva kurdan a sereke.
Em rojên ji 20’ê meha kanûna par û pê ve bînin bîra xwe; Pêşmergeyan bi hêzeke mezin dorpêça Çiyayê Şingalê şikandin. Dorpêça ji aliyê din ve ji aliyê YPG’ê û HPG’ê ve hate şikandin. Ev hêzên kurdî yên li wir dûre her yekî ji aliyê xwe ve yekser dest bi operasyona rizgarkirina bajêr kirin. Di hemû medyaya kurdî de êdî “pêşbirka ka kî zûtir bajêr bide rizgarkirin” dest pê kir. Medyayê bandoreke wisa kir ku kurd li gelek bajaran çûn kolanan û “rizgarbûna Şingalê” pîroz kirin. Bi vê yekê re jî gengeşiyên derbarê satatuya muhtemel ya dahatûyê ya Şingalê gur bûn. Gotegotên ku PKK dixwaze li Şingalê sîstemeke kantonî ava bike bûn sedem ku PDK wê bi destwerdana karên navxweyî yên başûrê Kurdistanê tewambar bike.
Lê bi dirêjketina operasyona rizgarkirina bajêr re gotegot û nîqaşên ser statuya Şingalê rawestiyan. Bi rizgarbûna Şingalê re dê agirê gengeşiya ku niha rawestiyaye dîsa ji cihê mayî dom bike...
Aliyê herî girîng ew e ka gelo ji bilî hêzên siyasî yên kurdên li wir de-facto desthilatdar in, niştecihên wê herêmê bi xwe ji bo mîsogeriya xwe ya dahatûyê çi dixwazin...
Şingal vala bûye. Bi hezaran mêrên êzdî li wir jî hatin kuştin. Bi hezaran keç û jin li bazaran hatin firotin. Bi sedhezaran koçberî Rojava, Bakur û Başûr bûne. Baweriya êzdiyan ne tenê ji cîranên wan ên ereb ên misilman şikest. Her wiha baweriya wan êdî bi kurdên misilman jî nema. Gelek kurdên misilman yên li Şingalê dijiyan xiyanet li wan kirin û bi erebên cîranên xwe re çav berdan namûs, mal û milkên wan. Pê re jî hêzên ewlekariyê yên kurd ên misilman bêyî dilopek xwîn birjînin ew bi tenê hiştin. Çend pêşmergeyên di dema êrîşa DAIŞ’ê de li wir mayî û bi îradeya xwe şer kirin tenê kurdên êzdî bûn. Ev eger hemû bi hev re bûne sedem ku êdî baweriya êzdiyan bi misilmanan neyê. Nebûna baweriyê dê ji bo vegera gelek êzdiyên a Şingalê bibe asteng...
Pêşiya gengeşiyên ser statûya Şingalê, divê destpêkê bajar were rizgarkirin. Di heman demê de divê hem di qada neteweyî û hem jî di ya navneteweyî de yekser hewldana kurdistanîkirina Şingalê were despêkirin. Dû re jî divê êzdî werin îqnakirin ku vegerin ser cihên bav û kalên xwe. Ev îqnakirin dê ne hesanî be. Pêçandina vê birîna vebûyî dê gelekî dijwar be. Ev birîn dê beyî imtiyazekî, ango êzdî xwe bi xwe di çarçoweya formûleyeke kurdistanî de birêvebibin, gelekî zehmet were kewandin.


