Tirkiye mêvanê rûmetê yê 60’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Frankfurtê bûn. Slogana Tirkiye jî “Bi hemû rengên xwe ve” bû. Mebesta Tirkiyeyê bi vê sloganê ew bû ku Tirkiye welatekî pireng e û temsîliya hemûyan wê di pêşengehê de were kirin.
Ev slogan gelekî ji rastiyê dûr bû, ji ber wekî weşanxaneyên kurd tenê Weşanxaneya Lîsê û yeka ermeniyan di pavyona Tirkiyeyê de ku ji hêla Wezareta Çandê ve hatibû organîzekirin û fînansekirin, hebûn.
Her wiha di nava hemû panelên ji hêla wezaretê ve hatibû amadekrin de tenê xwediyê Weşanxaneya Lîsê Lal Laleş di paneleke li ser Mehmed Uzun de bi kurdî axivî û beşdareke alman jî anî zimên ku heta hingî ev axaftin û du helbestên bi zimanê ermenkî hatine xwendin. Ev jî dide diyar kirin ku slogana Tirkiyeyê sloganeke bê bingeh bû.
Bêguman wezareta tirk xwe baş amade kiribû û di pavyona ku wêneyên mezin ên nivîskarên tirk mîna labîrentekî di pavyonekî de danîbûn, yên Mehmed Uzun û Ahmed Arîf jî hebûn.
***
Meseleya hewla qetandina xerîteya Kurdistanê di çapemeniyê de cihekî mezin girt. Bi taybetî çapemeniya tirk nûçeyên wisa weşandin, wekî ku pevçûnên mezin di navbera kurdan û tirkan de hebin. Pevçûn çênebûn lê belê tirk bi vê kiryarê hetikîn û hewla wan zerareke mezin da îmaja wan. Çapemeniya alman bi sernivîsên “Êrîşeke bi plan” nûçeya vê bûyerê weşandin. Ez dibêjim tirk bi vê hewla xwe xisirîn, ji ber ev êrîş bû sedem ku çapemeniya alman cihekî taybet bide slogana wan ku di rastiyê de Tirkiye ne bi hemû rengên xwe beşdar bûye û hê nikarin kurdan tehemûl bikin. Divê ev yek jî were gotin; Kurdên beşdar bûyî hewla anîna zimên ya hê herfên kurdî li Tirkiyeyê qedexe ne, perwerde qedexe ye, alîkarî ji bo pêşdebirana wêjeya kurdî û hwd. baş neanîn zimên û deng lawaz bûn lê belê bi hewla qetandina xerîteyê ji van rastiyan re bû wesîleyeke baş.
Ger birêveberiya pêşengehê ji daxuyaniya çapemeniyê ya kurdan re nebûye asteng, dê ev deng hê jî gurtir bibûye lê wan nexwestin “mêvanên wan yê rûmetê” biêşe.
***
Elaqeya ji bo weşanxaneyên tirkan di asta herî nimz de bû. Erê ew mêvanê rûmetê bûn û ev yek ji bo wan şanseke zêrîn bû. Bi xêra vê yekê bi seden nivîs û bername ji bo wêjeya wan hate çêkirin û ew dane danasîn. Lê belê dema mirov diçû pavyona ku weşanxaneyên tirkan tê de bûn, zêde kêm biyanî dihatin dîtin.
***
Beşdarbûn û birêxistinbûna weşanxaneyên kurd li gor salên derbasbûyî bi hêztir bû. Bi baweriya min pêşengeha îsal ji bo kurdan jî derfeteke baş bû lê amadekariyên wan ne li gor bendewariyên min bûn. Kurdan dikarîn bi awayekî baştir vê platformê ji bo destnîşankirina zextên li ser wêjeya kurdî bikar bînin. Digel vê yekê jî çend semînerên cure yên di der barê wêjeya kurdî de li deverên cuda hatin pêkanîn. Ji ber beşdariya weşanxane û saziyan ji salên derbasbûyî baştir bûn, derfeteke mezin çêbûn ku weşanxaneyên kurd têkiliyan û hevdunasînan bi nivîsakrên kurd û biyanî, weşanxane û wergeran re çêbikin.
***
Di pavyonekî de bi giranî pirtûkên zarokan dihatin pêşkêşkirin. Mirov dikarî pêrgî pirtûk û weşanxaneyên cuda yên ji bo zarokan yên bi zimanê cuda were. Mixabin di nava wan de ne pirtûk û ne jî weşanxaneyên bi kurdî hebûn. Di standa PEN’ê de gelek pirtûkên zarokan yên Weşanxaneya APEC’ê hebûn lê belê buhayê wan piçekî berîk tengav dikirin.
Nivîsa din a Zekî Ozmen a li ser Fûara Frankfûrtê: Pirtûkên kurdî jî li Frankfurtê ne


