Li ser referandûma makezagonê ya di 12’ê rezberê de li Tirkiyeyê were lidarxistin, ji kurdan du dengên cuda derdikevin. Dengê yekemîn yên di bin pêşengiya PKK’ê û BDP´ê de, yê “boykotê” ye. Yên din jî yên kurdên hevalbendên AK Partiyê û yên derdorên muxalifê PKK´ê û partiyên mîna HAK-PAR’ê ye. Ev dengê duyemîn jî ji bo referandûmê dibêje “erê”.
Kategoriya kurdên ji ber sedemên cuda piştevaniya AK Partiyê dikin li aliyekî, dimînin derdorên muxalifên PKK’ê û HAK-PAR. Ev alî jî slogana populer yan van rojan “ne bes e lê erê” bilêv dikin û dibêjin ku ew jî wê mîna AK Partiyê dengê “erê” bidin.
Ji ber vê yekê niha li Bakur du enî hene; Yek jê ya “boykotê” û ya din jî ya “erê” ye. Dengên “erê” wê wekî encam bi awayekî dîrekt rengê nexşeya AK Partiyê ya li Kurdistanê biresimînin û boykot bixwaze nexwaze wê li ser nexşeyê bibe rengê kurdan.
Biryara “boykotê” di dîroka siyasî ya kurdan de xwedî wateyeke taybet e. Kesên pêşnûmaya makezagona were referandûmê bixwîne, wê bibîne ku ji bo kurdan tiştek tune ye.
Bi gelemperî ji bo Tirkiyeyê di warê dadweriyê de ew qasî misqalê zir jî be gavek heye û ev gav jî bi taybetî ji bo piştxurtkirina AK Partiyê ya di nava dewletê de hatine çêkirin.
Bêguman mirov dê ji xwe pirs bike; ger di warê dadweriya Tirkiyeyê de gaveke erênî di makezagona nû de hebe, çima kurd bila di referandûmê de piştgiriya AK Partiyê nekin?
Bersiv hêsan e; PKK’ê û BDP’ê di vî warî de stratejiyeke girîng derxistin holê. Hikumeta tirk di dema dengdayîna li parlemanê de qet têkilî bi BDP’ê re dananî û ji xwe re difikirî ku ji xwe kurd û BDP wê ji neçarî di referandûmê de piştgiriya wê bikin. Ew di wê baweriyê de bû ku yan dengên “erê” û yan jî dengên “na” wê werin bikaranîn. Li gor wê ji xwe ne pêkan bû BDP di eniya CHP û MHP’ê cih bigire û dengê “na” bikar bîne. Lê belê PKK’ê û BDP’ê ev hesabê Serokwezîr Erdogan bi stratejiya “boykotkirinê” pûç deranî. Vê helwestê pêşî li stratejiya AK Partiyê girt.
Siyaset “dayîn û standin e”. BDP’ê bi vê helwesta xwe ya “boykotê” cara yekemîn karî siyasetake li hemberî “dayînê” bibêje “ezê çi bistînim?”
AK Partiyê ji ber vê yekê niha fêm kiriye ku pêwîstiya wê bi dengên kurdan jî heye. Biryara “boykotê” dikare stratejiya AK Partiyê ya dahatûyê serûbino bike.
Ev helwesta PKK’ê û BDP’ê kir ku AK Partî ji ber standina dengên kurdan here bi birêz Ocalan re rûne. Her wiha dîsa boykot bû sedem ku destên kurdan xurt bibe û bi awayekî vekirî daxwazên xwe wekî şert deynin ber hikumeta tirk.
Ji ber van sedaman biryara “boykotê” di dîroka siyasî ya kurdan ya legal ya li Tirkiyeyê de gaveke nû ye.
Têbinî: Ev nivîs di hejmara 60’an a rojnameya Rûdaw a çapa Ewropayê de hatiye weşandin.
zekiozmen@hotmail.com


