Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê kesên ku dê Xelata Rûmetê bide wan diyar kirin. Her wiha berendamên kurtefîlm û belgefîlman jî diyar bûn.
Siyad îsal dê Xelata rûmetê bide Metin Kaya û Arzu Okay. Metin Kaya di sala 1962'yan de li Zonguldakê hatiye dinê. Heta ew malnişîn bû karê zêrkarî kir lê pêre jî salên dirêj fotografkêşê û her wiha çend kurtefîlm jî kişand. Tiştê ku herî zêde ew derxist pêş belgefîlma wî ya "100 Bin Kişiydiler/100 hezar kes bûn" (sala 2009) bû. Di sala 1990-91'ê de madenkarên li Zonguldakê heta Enqereyê meşiyan û wî belgefîlma vê meşê kişand. Wî bi vî belgefîlmê xwe di 46'emîn Festîvala Antalyayê de Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt. Dûre wî belgefîlmê "Derin Çiglik" li ser faîcaya maden a Kozluyê; belgefîlmê "Soluk" ku li ser bi awayekî qaçax xebitandina mirovan di ocaxên madenê de kişand.
Arzu Okay jî di sala 1955'an de li Îzmîrê hatiye dinê. Di sala 1970'ê de ligel Ayhan Işik lîst, paşê di felek fîlman de rol girt. Di gelek fîlmên erotîk yên yêrlî de wê lîst. Wê di sala 1978'an de dest ji sînemayê berda û çû Parîsê bi cih bû. Ew kurtedemek berê vegeriya Tirikyeyê, piştî salan di fîlmê "Yemekteydim" û "Karar Verdim" (2015) de lîst.
Her wiha Siyadê berendamên kurtefîlman, belgefîlm û fîlmên fantdastîk jî diyar kirin. Siyadê demek berê berendamên fîlmên metrajdirêj jî diyar kiribûn. Merasima xelatdayînê dê 15'ê mehê li Navenda Çanda Bajêr a Cemil Candaş ya Şaredariya Şişli xelatê bide.
Vane berendamên niha:
Berendamên Sînemaya Fantastîk (bêyî ferqê bixe navbera kurtefîlm û fîlmên metrajdirêj ev neqandin hatiye kirin):
Baskin: Karabasan (Derhêner: Can Evrenol)
Cinni: Uyanış Derhêner: Emre Aydin)
Kotu Kedi Şerafettin (Derhêner: Ayşe Unal, Mehmet Kurtuluş)
Siccin 3: Curmu Aşk (Derhêner: Alper Mestçi)
Siyah Çember (Derhêner: Hasan Can Dağlı)
Berendamên kurtefîlman:
Asfalt (Derhêner: Suleyman Demirel)
Guneh (Derhêner: Gulistan Acet)
Hüvelbaki (Derhêner: Suleyman Arslan)
Si
Siyah Çember (Derhêner: Hasan Can Dağlı)
Berendamên belgefîlman
Baglar (Berke Baş, Melis Birder)
Genç Pehlivanlar (Derhêner: Mete Gumurhan)
Gönderen: İlhan Sami Çomak (Derhêner: Çigdem Mazlum, Sertaç Yildiz)
Bîra Mi' Têtin (Derhêner: Selim Yildiz)
Hazır Ol (Derhêner: Onur Bakir, Panagiotis Charamis)
İstanbul Makamı (Derhêner: Yunus Emre Aydin, Ozlem Sariyildiz)
**
Nûçeyên eleqedar: