logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Kî derewan dike?

  • Dîrok: 10/04/2008

 

Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan dibêjê ku li Almanya mafê perwerdeya zikmakî û xizmetên gelemperî nîn e. Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu jî dibêjê: “Heye.”
Erdogan bi bersivê aciz dibe û Sezgîn Tanrikulu bi derewkariyê tewambar dike. Ev yek dibe sedem ku Tanrikulu civînê ji ber usluba Erdogan biterikîne. Ev yek bû yek ji mijara sereke ya çapemeniyê.
Gotineke mezinên kurdan wisa ye: “Dema te derewek kir, bila şahidekê te hebe.”
Vêca binêrin ka kî derewan dike:
Di sala 1976’an de li ser pêşniyara Konferansa Wezareta Perwerdehiya Almanyayê biryara perwerdeya zimanê zikmakî ji bo zarokên karkarên ku ji welatên mîna yên Tirkiyeyê hatine hate girtin. Ji hêla din ve hê di sala 1957’an de peymaneke çandî di navbera Almanyayê de hate îmzekirin ku tê de mafê zimanê zikmakî hatiye mîsogerkirin. Di xala 1 û 4’an a vê peymanê de mafê perwerdehiyê tê mîsogerkirin û xala 7’emîn jî sînorê perwerdehiya zimanê zikmakî bi 5 saetan di nava hefteyê de bi sînor dike (1). 
Bi xêra vê peymanê heta niha bi deh hezaran zarokên tirkan li Almanyayê perwerdehiya bi tirkî dîtine û hê jî dibînin. Bicihanîna perwerdehiyê li hinek eyaletan cuda jî be, perwerdehî li hemû eyaletan heye.
Ez dixwazim der barê xizmetên gelemperî de jî çend mînakan bidim:
Kesên li Almanya dijîn dizanin ku mirov dikare wergerekî bi xwe re bibe hemû deverî. Her wiha li gelek cihên fermî, li ba doktor an parêzeran kesên tirk an ji neteweyên din wekî sekreter an jî karker kar dikin. Li van deran pêwîstiya wergerê hebe, ew jî alîkariya wergêrî dikin ji bo mişteriyên bi almanî nizanin.
Ji xwe gelek wezaret, daîre û şaredariyên Almanyayê bi tirkî pirtûk, bulten û broşûran diweşînin. Di vê der barê de gelek xebatên Wezareta Karên Hundir hene (2).
Em dikarin Wezareta Malbat, Pîr, Jin û Ciwanan jî wekî mînak nîşan bidin (3). Her wiha ji Daîreya Federal a Penaberan bigire, heta bi Daîreya Federal ya Kesên li kar digerin, bi dehan daîreyên fermî, daîreyên herêmî û wezaret xebatên bi vî rengî dikin (4).
Vêca em derbasî  bûyera jikaravêtina Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş bibin. Abdullah Demîrbaş ji ber bi awayekî fermî  bi kurdî xizmet dikir ji hêla Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve ji kar hate avêtin. Her wiha ji ber malpera Şaredariya Amedê bi kurdî bû, heman wezaretê doz li şaredar vekir. Lê belê li Almanya jî xebatên bi heman rengî hene û dev ji dozê berde, bi ser de jî xebata pirzimanî tê teşwîqkirin jî. Mirov dikare wekî mînak şaredariya bajarê Frankfurtê destnîşan bike. Malpera şaredariyê bi zimanê tirkiye jî û ne wezaret û ne jî dewlet mifetişan dişînin (5).
Wekî encam dixwazim vê jî bibêjim: Wekî rêzdar Sezgin Tanrikulu jî bilêv kir, miqayesekirina tirkên li Almanyayê û kurdên li Tirkiyeyê / Kurdistanê tiştike zêde çewt e. Ewder axa kurdan e û li ser axa xwe dijîn. Tirkên li Almanyayê ji ber kar hatine û ne xelkê vî welatî ne. Digel vê yekê jî bi mînakên li jor xweş tê dîtin ku mafê tirkên li Almanyayê deh qat ji yên kurdên Tirkiyeyê / Kurdistanê zêdetir e.

Ji bo çavkaniyê pê li nimreyan bikin:

1.) 
2.) 
3.) 
4.) 
5.) 

Not: Şehadeta Halîl Uysal şîn xist nava rojnamegerên kurd. Erê, mirin hemû zû ne lê ya Halîl Uysal zûtir bû. Ew di bihara afirandinên nû de bû. Ez nizanim çend caran hevalên me yên rojnameger li cem min behsa wî kirine, behsa rola wî ya girîng ji bo medyaya kurd û zîrektiya wî kirine. Gelê kurd bi şehadeta Halîl Uysal dîsa nirxeke xwe ya herî hêja winda kir lê mayîna wî ya li cîhanê bi wêne, dîmen û nivîsên wî bû ebedî. Serê malbata wî, rêheval, hempîşeyên wî û yê gelê kurd sax be...

Hin Nivîsen Nivîskar

Navnîşana kujerên gundiyên Zanqirkê

  • 08 Gulan 2009

Komkujiya li gundê Zanqirkê ya Şemrexa Mêrdînê ne êrîşeke takekesî ye. Hem biryardayîn û hem jî pêkanîna komkujiyê bi awayekî...

Kurdên Almanyayê jî dê li meclisa tirk bên temsîlkirin

  • 08 Avrêl 2015

Bi beyankirina lîsteyên namzedên partiyan ên hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê re dawî li gotegot û spekûlasyonanên...

Talûkeya nû ya avakirina Ilisûyê

  • 08 Tîrmeh 2009

Di encama pêvajoyeke dirêj de Almanya, Avusturya û Swîsreyê soza xwe ya kredîdana ji bo Bendava Ilisûyê betal kirin. Bêguman ev betalkirina kredîdayinê nayê...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt

ad

Pêşbaziya Metîn Goktepe dest pê kir

ad

Xwe tazî kir, êdî nikare here Îranê

ad

Zelandaya Nû jî serokwezîrek ciwan hilbijart

ad

Fotoyê rojê: Dor li Alîpaşa girtin

ad

Polîsên tirafîkê bi awayekî fermî dest bi kar kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname