Monolog cureyekî nivîsandina romanê ye. Ez bi xwe jî ji xwendina romanên monologî hez dikim.
Nivîsandina metna monologê tercîha nivîskar e, lê hin ne bi destê nivîskar in, çîroka nivîsandinê jî dikare we deyne pêşiya nivîskar. Hin metn bi tevahî ji monologê pêk tên, di hin metnên dîalogê de jî bivê nevê ye, monolog dikeve nav metnê.
Di wêjeya cîhanê de hin nivîskar bi metnên monologî tên nasîn, hin ku yên dîalogî nivîsandibin jî xwe di yên monologî de jî ceribandine; ji vê cureya romanê jî mînakên berhemî lê kirine.
Wekî min got, geh çîrok çîrokeke bi zimanê nava xwe, xwe bi xwe axaftinê yê/a leheng e diaxife ye, monologî ye, geh jî tevî di çîrokê de gelek kes hene jî lê nivîskar çîroka xwe bes bi lehengekî/ê bi axaftina xwe bi xwe re yê dide vegotin; ango serî li monologê dide.
Her çi be jî wekî cureyekî vegotinê ji metnên monologî hez dikim.
Min jî romana xwe ya pêşî Şeva Dawî bi teknîka monologê nivîandibû; metna zimanê vegotinê eger monolog be azadiyeke bêsînor, azad ê vegotinê dide nivîskêr; jê pê ve maye bi nivîskar, dikare hespê xwe bi rewanî jî bajo dikare rake çarhavigê biloqizîne jî…
Çima ev mijar min bo nivîsandina vê nivîsê hilbijart? Bêm ser mebesta xwe!
Ji ber zêde zêde bala min kişandiye; ne ji ber dibêm çima ew metnên monologî, ji ber li pey sedema me dixwazim çend sedemên pirbûna metnên kurdî yên monologî, berevajî metnên dîalogî li pêşî bûna monologê li gor û qasî bala min kişandiye vebêjim.
Wekî min li jor gotî, hin çîrok çîrokên vegotineke monologî ne, hin jî tercîha nivîskar in loma ew ne tê de, yanê îstîsna ne tê de di wêjeya kurdî de ji ber çi sedemê monolog li pêş e?
Hin metnan dixwînî, metn ne metneke monologî dîalogî ye; leheng di nava sed hezaran de dijî lê dost-hevalekî/ê xwe tune ku pê re biaxife. Yanê di metna dîalogê de dîalog tune leheng wekî monolog xwe bi xwe diaxife; bi jina xwe re pev diçe lê em nizanin jina leheng çi bersiv daye leheng. Li mînîbusê sîwar dibe behsa yê/a li kelekê sîwar bûye dike lê em nizanin ê/a kelekê çi gotiye…
Li parkê wisa, li xwaringehê wisa, li mal wisa, li ser peyarêyê dimeşe dîsa wisa, diçe dikanê ji dîkandar pêwîstiyên xwe dixwaze bi dikandar re du gotinan nake; ku kiriye jî em pê nizanin çi axivîn…
Bi dê, bav, xwişk, bira, evîndar û hwd. re diaxive qaşo dîalog e, lê dîsa em nizanin dê, bav, xwişk, bira, yar û dost çi gotine; leheng metna dîalogî bi xwe bi xwe axaftinê vediguherîne monologê…
Di desteserkirinê de jî wisa, bi rojan di binê îşkenceyê de ye, bi dehan kes tahdê lê dikin, lê dîalogeke leheng a bi îşkencekar re tune ye; em nizanin di navbera lehengê me û îşkencekar de çi dîalog derbas bûne…
Di şikeftekê de bi komeke şervanan re dîsa kes bi kesî re neaxife, leheng xwe bi xwe diaxive…
Ev tişt bo romanên kurdî yên li derveyî bajaran, li gundan derbas dibin ne wisa ye, ku heye jî kêm e, lê di metnên çîroka wan li bajaran derbas dibe sedî not wisa ye! Gelo sedema vê çi ye?
Behsa vebijêrê yekem duyem sêyem nakim; behsa metna tê gotin dîalog e, lê vegotina wê ya monologî ye, yan monolog li pêş e, dikim!...
Nizam di destnîşankirinên xwe de rast bim an şaş! Lê bi min çend sedemên ku di metna kurdî de ka çima monolog lê pêş hene:
1.Ji ber kurdiya bajêr çênebûye wisa ye; axaftina bi kurdî ya li bajêr, bi fehenga bajêr ji çend hevokan derbas nabe, loma monolog!
2.Sedemên sosyolojîk û pîskolojîk in; em wekî endamên civakê, bi dê, bav, xwişk, bira, yar û dostên xwe re bi eşkereyî û rehetî pirsgirek, şerm, tercîhên cinsî, gumana tewanbariyê, xweşî û nexweşiyên xwe, şer û hezkirina xwe parve nakin, neaxivin. Her wiha, wekî civakeke bindest em hatine hişkirin, hînî neaxaftinê kirine! Loma pêvçûna bi dê û bav, bi xwişk û bira, bi yar û dostan re jî em di nava xwe de dikin; bi rehetî em nikarin hezkirina xwe jî nîşan bidin kêmayiya yê/a li hemberî xwe jî bidin rûyê wî/ê… Loma em xwe bi xwe, di nav xwe de diaxavin, ango bi monologî..!
3.Sedema sêyem parçeyekî vê sedemê hê temamnebûna ferhenga kurdî ya jiyana bajêr e, parçeyê din jî belkî em hê di lêkirina metnên bi dîalogan li kuçe û kolanan dihêrikin de ne serkeftî ne, nikarin mentên wisa lê bikin, loma monolog!?
4.Sedema çarem jî, tragediyên neteweyê yên ku siyasiyan bi nivîskaran dane tamijandin in; nivîskar vekişiyana qulika xwe, nikarin bi eşkereyî ray û hizra xwe ya siyasî vebêjin, rexne bikin; nikarin bêjin ev şaş bû, nikarin bêjin ji ber vê sedemê em şikestin, êşiyan, giyanê me derb xwariye-birîndar e; têk çûn, bin ketin, loma monolog!
Lê tevî monolog jî nivîskar dîsa nikare-newêre ya nava xwe bêje; di hizir, hest û xeyalkirina pêşerojeke berze ya bo neteweyê de bi tenê maye. Lew bi kesekî/ê re nikare-newêre bi eşkereyî biaxife!.. Heta bi dîwarên odeya xwe re jî bi awayekî ser girtî diaxive; ne bi sedemên tragediyê yên diyar re, xwe bi xwe re şer dike!!!
5. Sedemek jî, nizanim, belkî jî wekî cure, cureyê monologê dê di pexşana wêjeya kurdî de li pêş be, serkêşiya cureyên din bike; ‘dem’!..



